|
|
---------------------------------------------------------------
Bi navê Xwedayê Pak ê Dilovan
Mucteba Subhî
Pêşgotin
Hemd û sena ji bo Rebê ‘alemê, silav û rêzên Wî li ser Hz. Muhemmed (s.’e.a.)
û Ehlê Beyt a Pêxemberê Wî be.
Gelî xwendivanên hêja:
Herweha hûn jî dizanin ku di vê cîhana mezin a me da mirovên pir û gelên
têvel dijîn. Ev gelan ji bona xwe ra ol, dîrok, çand, ziman û elfabeyek
taybet hene.Dema mirov dixwaze van gelan nas bike ewil di bareyê ol,
dîrok, çand û zimanê wan da lêkolîn dike da ku zanînek kurt an jî
berfiref bi dest bixe û wan gelan nas bike. Vêca ji bo hemûyan rewsen e
ku îdî dinya ew qas piçûk bûye, bûye wek pencereyek piçûk a li ser masê
û di odekî da hatîye danîn. Tenê bona mirov lazim e li hemberê wê
pencerê rûnê û li piskokên klavyê xe derên dinyayê ji xwe ra veke; îdî
di barê kîjan welat, milet, çand û hunerê wan da bixwaze lêkolîn dike û
digihîje armanca xwe.
Xwendivanên hêja:
Wek hûn jî agahdar in, ummeta Islamê ji milet û welatên têvel hatîye
damizrandin. Û ev damizrîn carna ji bona hinek welata bûye sedem ku ji
çanda Islam û Qur’anê dûr bikevin û paş ve jî bimînin. Lewmane niha ji
bo me Misilmanên ku ‘ereb nînin, lazim e bi rêbazek baş çand û hunera ol
a xwe pêş ve bixin. Ez bi xwe bawer im ku ji bo pêşketinê ewilîn gav,
gava hînbûna elfabe ya Qur’anî ye.
Berya ku em tîpên ‘erebî nîsan bidin, dixwazim di barê dîroka (bi
awayekî kurt) niqte û nîşan yên Qur’anê ji bo we xwendivanên hêja pêşkêş
bikim.
Dîroka kurta niqte û nîşan yên Qur’ana Pîroz
Di dema bîset a Hz. Muhemmed (s.’e.a.) da digel balkêş ji hêla taybeta
cahîlîyet a Cezîretul ‘Ereb ra, nivîsa ‘erebî qonaxên ewil ê xwe derbas
dikir. Ev qonax gelek hêsan û bê niqte û nîşan bû ku îro ji bo nîşandana
herekata sukûn, sedde, med û tenwîn an jî ji tîpên mîna wan tê karandin.
Dema ku Hz. Muhemmed (s.’e.a.) gehîst meqama risaletê, katibên wehyê,
Qur’anê bi wê nivîsa wê demê dinivîsandin. Digel balkêş ji beyana awaz a
Qur’anê ku gelek pir dihat hezkirin û hinartina tedrîcî ya Qur’anê û
telefuza durist a ayeta ji zimanê Pêxember ê Ekrem (s.’e.a.) dihat
bîhîstin, di xwendina Qur’anê da kêmtir xeletî çêdibû û herweha eger di
telefuzê da jî subhe çêbiba, ji Pêxember (s.’e.a.) dihat pirsîyar kirin.
Piştî ku Islam belav bû û gelek pir ji gelên ne ‘ereb bûn jî Islamê
qebûl kirin; nezanîna zimanê ‘erebî dibû sedem ku nikaribin Qur’anê
bixûnin. Heya ‘ereba bi xwe jî ji ber ku bi wan ra tevlihev bibûn ji ew
zimanê xwe yê esîl dûr ketibûn û di axiftinê da diketin nav xeletîyê. Ev
tişt bû sedem Hz. ‘Elî (‘e.s.) ji bo parastina Qur’an a Pîroz, qaideya
dar bixe û wana hînê şagirdê xwe Ebu-l Eswedê Duelî bike. Pişt ra Ebu-l
Eswedê Duelî qirar dide ku bona rast xwendina hemû mirovan, nîşana dayne
ser ayeta. Ji bona vî ji baştirîn nivîserên dem a xwe arîkarî digire û
ji wan dixwaze Qur’anê bi rengekî din metna Qur’anê wek xwendina wî,
nîşana daynin ser ayeta.
Ebu-l Eswed ji wan dixwaze dema telewet a Qur’anê, li lêv û devê wî
binhêrin, eger gava derxistan a tîpekî, lêvên wî halê vekirî bigirin xwe,
bi rengê sor niqtekî li ser wê tîpê daynin da ku ew tîp meftûh (tîpa bi
fethe) bê xwendinê. Û navê wê niqtê jî fethe “zeber” danî. Û eger dema
derxistin a tîpek lêvên wî halê sikyayî bigire xwe, bi rengê sor niqtekî
daynin binê wê tîpê da ku nîşana meksûrbûn a (tîpa bi kesre) wê tîpê be.
Û navê wê niqtê jî danî kesre “zêr”. Û eger dema xwendinê da lêvên wî
halekî zeliqîn û dirêja bigirin xwe, niqtekî bi rengê sor daynin pêşya
wê tîpê da ku ew tîp medmûm (tîpa bi demme) bê xwendin. Û navê wê niqtê
jî demme “pêş” danî.
Ebu-l Eswed ayetên Qur’anê tek tek dixwend û nivîser, tîp û kelîmeyên
Qur’anê bi sedema nîşandana “i’irab” yên wan niqta datanî û her pelek ji
Qur’anê dema niqtê wan dihat danîn, Ebu-l Eswed pişt re wê pelê kontrol
dikir. Herweha hemûyê Qur’ana Pîroz niqtên wê hate danîn û kesên din jî
ji vê rêbaza nivîsîn a Qur’anê peyrewî kirin.
Gel peyrewîya ji vê rêbazê, rast xwendina Qur’anê ji alîyê hereke qasek
pêk hat. Lêbelê pisgireka naskirina tîp yên wekhev herweha mabû. Ji bona
berteref kirina vê pirsgirekê, du kes ji sagirdên Ebu-l Eswed bi navên
Yehya Ibnê Y’emûr û Nesr Ibnê ‘Asim gel arîkarî girtin ji tecrûbên seyda
yê xwe, li ser û binên tîpan niqte danîn da ku tîpên mîna hev ji hev
veqetin. Ji bona ku niqtên hereke digel niqtên tîpan xelet neyê girtin,
niqtên tîpan bi rengê tîpê (reş) û niqtên hereka jî bi rengê sor
nivisandin.
Pistî demek ji niqteyên zer bona nîşana elif, waw û yaya ku bi şiklê
hemze dihat xwendinê û ji niqtên kesk jî seba ji hev veqetandina hemze
ya wesl ku di ewilê kelîmeyan da dihat, hate karandin.
Ev kara karibû qasekî pir pisgireka naskirina tîp yên mîna hev ji holê
rake. Lêbelê karandina ji rêngên têvel ji bona nêrînên mixtelif di
nivîsînê da, Xelîl Ibnê Ehmed ê Ferahidî mecbûr kir heya niqteyên ku
nîşanker hereke û hemzeya bû, şiklên wan biguhurîne.
Ew ji bona zanîna hereke ya zeber ji elifê, zêr ji yaê û pêş ji wawê
arîkarî girt û wana bi şiklekî piçûktir li ser û li binê tîpan danî.
Bona hemzê ji serê tîpa ‘eynê “?” û bona nîşanên sukûn, şedde, medd û
hwd… şiklên din çê kir. Inşaallah em ê paşê bi dirêjaya li ser bisekinin
û beyan bikin.
Paş wî jî guhurandin di nivîsîna Qur’an a Kerîm da çêbû ku her yek di
hêsankirina xwendin û perwerde ya Qur’anê da nexşekî baş pêk anî û
Misilmanan jî bi başî peşwazî kirin.[1]
|
|