|
PRÎNSÎPÊN LEQO -
PEQO...
Dr. Cuwan Batû
Şûjin
Stockholm, 27/3 2005- Hamo, gundiyekî Kurd, nêzîkî
pêncî saliye. Ew Kurdekî xêrxwaz û dilxwazê Kurd û Kurdistanê ye. Berê, ew
ketibû di nava rêxistinên Kurd de û li ser pirsa Kurd gelek guhdariya guftugoyan
kiribû; li gelek semîneran, xwepêşanedan, meşên Kurdî de amade bûbû. Wî, bi dizî
ve jî be, rojname, kovar û pirtukên Kurdî dixwend û bi vî awayî xwe roj bi roj
li ser pirsa Kurd bîrewer dikir. Gava xortan li ser pirsa Kurd guftugo dikirin,
wî gelek caran gotina wan qut dikir û digot ku 'çelişkiyek' (nakokiyek) di nav
wan guftugoyan de heye. Bi vî awayî wî dixwest ku xwe hê bêhtir hînî pirsa Kurd
bike. Lê hevalên wî jî bo vê çendê navê wî kiribûn 'Çelişkî'. Di wan çaxan de
heval û dostên wî pirr bûn û wî jî xwe gelekê bi hêz didît.
Lê îro…
Niha ew bê heval, bi tenê maye,
tiştek ji xurtbûna wî bo pirsa Kurd bi dest wî de nemaye. Ew ji cih û warê xwe
dûr ketiye, berê xwe daye Erzurumê, li gundekî şivantiya miyan dike…
Îro rojeke ji roja biharê ye,
taveke xweş heye û Hamo jî pezên xwe berdaye mêrga têr giya û ew li ser kevirekî
bilind rûniştiye, temaşeyî pezên xwe dike. Di vê navê de mejiyê wî yê alê rastê
û yê çepê ji xwe re li ser bîranînên xwe guftugo dikirin. Mejiyê alê rastê
dipirsî û yê çepê jî bersiv dida. Mejiyê rastê:
- Gelo çima ez ji cendirmeyan
ditirsim?
- Jiber ku tu Kurd î.
- Lê tê bîra min ku bavê min jî
ji wan ditirsiya. Gava cendirme dihatin gund, bavê min li ber wan ve dirabû,
doşek, balef ji wan re didanî; alok, dîk, mirîşik ji wan re serjê dikir.
- Jiber ku bavê te jî Kurd bû,
rahmeta Xwedê lê be.
- Bavê min behsa bavê xwe dikir
ku wan ji cendirmeyan re digotin 'Romî' û gava çendek Romî dihatin gund, zilamên
gund jî di cih de berê xwe didan serên çiyan…Û îro dibînim ku kurê min jî eynî
weke min ji wan ditirse.
- Jiber ku kalkê te Kurd bû û
herweha kurê te jî kurê baveke Kurd e.
- Lê gava ez li eskeriyê bûm ez
ji wan neditirsiyam.
- Hingê te rola xwe guhertibû,
ango tu bûbû kesek din…
- Û gava ez serdanekê diçim ba
mirovên xwe li Stembolê, dibînim ku mirovên min li wir jî ji esker û polîsan
ditirsin, lê xelkên Stemboliyan ji wan natirsin,
- Xelkên Stembolî Tirk in,
mirovên te Kurd in.
- Mane wan bi dengeke bilind
gazî nekirine ku ew Kurd in, dîsa jî ew ditirsin. Û li vir jî ez niha jibinî
deyn nakim, dîsa tirsa esker, cendirme, polîsên Tirkan min bernade.
- Ferq nîne. Mesele hemû ji
Kurdbûna te tê.
- Bi dîn û îman hebûna wan
cendirme, esker û polîsan li vir, min pirr aciz dike, dixwazim ew ji vir herin
bo welatê xwe. Gelo mayina wan li vir bo wan feydeye?
- Na. Hebûna wan li vir gelek
bi mesref e, lê wê çûyina wan bo te gelek feyde be.
- Gelo ma jiber ku feydeyek li
min nebe ew ji vir naçin?
- Erê. Di bingeha neçuyina wan
de nijadperestî (şovenîzm) heye. Ew jî ji hevîrê dîtina bindestkirina gelan pêk
tê. Şovenîzim feyda mileteke din naxwaze.
- Lê ez xweş bawerim ku ez Kurd
im û ev axa ku li ser dijîm jî axa me Kurda ye, ne ya wan e.
Dîtin... bawerî... prînsîp...
Guftugoyên her du aliyê mejiyê
Hamo her berdewam bû. Mejiyê rastê:
- Ma ev dîtina min ya jorê çawa
çêbûye?
- Mirov dikare bêje ew ji
encamên pêhesînên te çêbûye. Ango, bi te re pêhesîneke çêbûye ku girêkek li holê
heye heya ku tirsa esker, cendirme û polîsan dikeve dilê te û vê yekê jî
dîtinekê ji te re çêkiriye.
- Ez xweş bawerim ku neheqiyek
li kalikê min hatiye kirin, piştre bavê min nesîbê xwe ji vê neheqiyê wergirtiye
û niha ez û kurê xwe nexweşiya wê dikişînin û nizanim ev yeke wê heya ku derê
berdewam bike...
- Êrê ev neheqiyek dîrokiye ku
li te dibe.
- Ma gelo bawerî bixwe çiye?
- Bawerî jî, ji encama
peydabûna dîtinan çêdibe. Di pêşiyê de divê dîtineke te hebe, piştre bawerî
peyda dibe, ger wê, ango baweriyê, ev dîtina te pejirand hingê ev yeke dibe karê
wê ku wê dîtinê bide xuyakirin.
- Gelo prînsîp çiye?
- Prînsîp parêzgerê (natorvanê)
baweriyan e. Ango bawerî gazî prînsîpan dike û dibêjin: "Ji kerema xwe, min
biparêzin!".
- Nexwe, divê di pêşiyê de
dîtin werin holê, piştre bawerî îfadekirina wê dîtinê li ser milê xwe bigirin û
ji vê jî prînsîp werin holê û baweriyan biparêzin.
- Erê eynî welê. Heya ku dîtin
peyda nebin bawerî jî peyda nabin û heya ku bawerî newin holê, prînsîp bixwe, ji
ber xwe de peyda nabin.
- Dixweye ku bê dîtinan bawerî
peyda nabin û bê prînsîpan jî bawerî kêrî tiştekî nayên.
- Erê. Da ku mirov bibe xwediyê
baweriyek xurt, pêwîst e peydabûna dîtineke hêja, çak, ya ku berjewendiya
insanetiyê bike, hebe û prînsîpên xurt yên ku bin xizmeta vê baweriyê de bin,
werin holê heya ku afirandineke mirov qenc were meydanê.
- Nexwe pêwist e hem dîtin û
bawerî û hem jî prînsîp bi hev re xurt bin!
- Lê bi her awayî divê prînsîp
bin xizmeta baweriyan de bin û erkên wan bi cih bînin, lê hene ew dikarin
baweriyan li ser keyfa dilê xwe bajon. Baweriyên zeîf jî dikarin xwe biguherin,
li pey prînsîpan nemeşin û belayan bînin serê wan. Ji ber ku parastina baweriyan
bi rîsk e.
- Ma prînsîpan?
- Ew jî dikarin gelekê ne
saxlem bin û gava ku ew liqayî astengekî hatin dikarin xwe biguherin, bibin
prînsîpên din.
Baweriyên hêja, xwedî şexsiyet
ji dîtinên rêk û pêk û xurt tên û rêvebirina wan dikeve li ser milê prînsîpên
xurt û bi zirav.
- Gelo em Kurd di vî warî de
çawa in?
- Mixabin, mirov ji gelek
Kurdan re nikare bêje ku: ''Erê, ew xwedî baweriyên xurt in û ew ji prînsîpên
xwe nayên xwarê! (tawîzan nadin!)''.
- Gelo bo gelek kesên ku berê
daxwaziya azadî, rizgarkirin û herweha serxwebûna Kurd û Kurdistanê dikirin, lê
niha wan di vî alî de çerx kirine, ji ya xwe vegeriyane, dikarî çi bêjî?
- Xweş xwaneye ku xeletiyek di
hebûna wan bixwe de hebûye, heya ku wan dîtin, bawerî û prînsîpên xwe li bin
guhê hevudu xistine. Dîtin û baweriyên zeîf û ya herî grîng prînsîpên leqo-peqo,
insanên xwedî şexsiyeteke zeîf diafirînin.
Guftugoyên herdu aliyê mejiyê
Hamo her berdewam e...
drcuwan@hotmail.com
( Dem
Nû)
|