-----------------------------------------------------------------
PAYTEXT KERKÛK
Lokman Polat
Divê Kerkûk bibe paytextê Kurdistanê.
Piştî helbijartinê beşa Kurdistana başur weke dewleteke federe bê
pejirandin, divê paytextê wê bajarê Kerkûkê be. Heger li Iraqê demokrasî
û federalîzm pêk neyê, hêza herî xurt Şîa û pêşevayê wan Şîştanî bixwaze
li Iraqê dewleteke olî pêk bîne, divê kurd riya serxwebûnê bidin pêşiya
xwe. Kurdistana başûr dixwazî federe be û dixwazî serbixwe be, paytextê
wê divê Kerkûk be.
Min li ser dîrok û kurdbûna bajarê Kerkûkê
nivîseke nirxandinê nivîsîbû û ew nivîsa min sala parîn di malpera
”Kerkûk Kurdistane” de hatibû weşandin. ( Bi min, divê êdî malpera
”Kerkûk Kurdistane” navê xwe bigehurîne û bike ”Paytext Kerkûk” yan jî
”Paytextê Kurdistanê : Kerkûk”.
Ez niha li ser dîrok û kurdbûna Kerkûkê
nasekinim. Ji xwe ew minaqeşe li paş ma û êdî minqeşeyeke weha pêwîst
nake. Kurdbûna Kerkûkê, ji xeynî dewleta tirk û kemalîstan ji alî
herkesî ve tê qebûlkirin. Ji Amerîkî û Îngilîzîyan bigir heta Areb û
Farisan, hemû jî dizanin ku Kerkûk ji dema Kasît, Horî û Mîtanîyan ve ta
niha kurd buye û dê her kurd bimîne.
Ez di vê nivîsê de dixwazim bal bikşînim
ser beyana cigîrê ”genelkurmay”a ordiya tirk. Li pêşiya azadiya kurdên
bakur û dewletbûna kurdên başur astenga herî mezin dijminahiya ordiya
tirk ya kemalîstan e. Generalên kemalîst dijminên herî xidar yê doza
netewa kurd û Kurdistanê ne. Cîgirê fermandarê ordiya tirk general Îlker
Başbug bi gotinên tehdîtwarî li hemberê Kurdistana başur beyan da û wî
di beyana xwe de anî ziman ku ”dê di pêşerojê de li Kerkûkê şerê
navxweyî derkeve.” Fermandarê ku navê wî jî bi maneya barbar e, anku
îlker Başbug ê hov tirsa xwe nîşan da û got ku ”Kerkûk ji bo
Kurdistaneke serbixwe dê bibe pêngaveke.” Lewre jî dewleta tirk ditirse
û dixwaze li Kerkûkê tevliheviyan pêk bîne.
Heger piştî helbijartinê li Kerkûkê
teqîn, şer û tevlihevî çêbibe, sedemê wê dewleta tirk e. Tiştên xirab ku
li Kerkûkê pêk bên, dê bi tiliya ordiya tirk ya kemalîst pêk bê. Sucdarê
vî tiştî dewleta tirk e û divê li pêşberê raya giştî ya cîhanê dewleta
tirk bê tawanbarkirin, bê sucdarkirin.
Min vê nivîsa xwe çar roj beriya
helbijartinê nivîsî. Diyare ku dê kurd di helbijartinê de biserkevin.
Hemû hêzên sîyasî yên Kurdistana azad bi yek lîsteyek dikevin
helbijaretinê. Encamê helbijartinê ji bo kurdan destkeftiyên mezin û
gavên girîng in. Herdu hêzên mezin yên tevgera sîyasî ya kurd (YNK û
PDK) bi hevre tevdigerin, hareket dikin û ev xebat û têkoşîne wan ya
hevbeş, nimûneya pêşketin û mînaka serketinê ye. Ji xwe piştî
helbijartinê li tevahiyê başurê Kurdistanê dê yek hikumeteke federe pêk
bê û dê di bin yek mecliseke de kom bibin. Yanî, êdî dubendiya hukumeta
Silêymaniyê û Hewlêrê namîne. Li Hewlêrê yek hikumeteke tê damezrandin.
Ev jî ji bo kurdan serketineke girîng e. Ji xwe dema ku Kerkûk bibe
paytextê Kurdistanê, wê demê ji bo kurdan cejn e û cejna herî giranbiha
ye.
Ji xeynê Apoyîyan temamê partî û
rêxistinên hersê perçeyên Kurdistanê bi dil û can piştgiriya başurê
Kurdistanê dikin. Ev helwesta pozîtîf û yekdengîya hêzên kurdan hêjayê
pesnê ye û ji bo yekîtîya netewî gaveke girîng e.