Payîz!


Mucteba Barav

Uppsal 26/10 2004. Pistî selteneteke dûdirêj, lixwekirina fîstanê keskê di destpêkê de bi kulîlkan xemilandî û pistî kulîlkan bergirtin, kelecan,serbilindahî û bixweewlebûna hilgirtin û gihandina fêkiyan...
Pistî ku berê xwe datînin,, pêwîstî bi taveke tûj namîne, ji ber ku fêkî û mêweyên di beros û sîtilên dar û bostanan de gihastine û êdî ji xwarin û hilanînê re amade ne...
Ji pirrengiyê dest pê dike birêketina vî karwanî; dûvre reng nêzîkî hevûdû dibin û di taliyê de ji wan rengên nêzîkî hevûdû bûne, reng û tamên cihê cihê xwe pês nerîn û tamwergirtina temaseger û mêvanên vexwendî dikin.
Û êdî xwe ji bo rêwîtiyeke dûdirêj amade dikin, di demsala payîzê de, ev rêwîtî bi kuncîlên xemilandî nabe, divê xwe bijdînin, hemû tistê ku dê ba û bahoz, serma û seqem ji wan bike ji berê de deynin.
Rêwîtî ber bi welatê zivistanê de ye.
Kuncîlên xwe li rexa derya payîzê datînin.
Jiber ku em fêrî wan bûne di wan du demsalên bi kel û cos, em li ber dikevin, dema ku pelên dara bi xwusîna bayekî sivik ji çeqelîkên xwe dibin û mîna pinpinîka ku carekê tenê bikaribe bifire, di dawiya firîna xwe de bêgiyan li ber me dirêj dibe cenazeyê wan...
Lê reng xurt dibin, mîna ku leskerên kuncîl kesk ketibin cengeke nedîtî û dijwar û di wê cengê de yê ku derb û gule nexwaribe û kuncîlên wî ji xwînê sor nebûbe nemabe,, telpe li rengên kesk dikevin, û sênahiya wan sûna xwe pêsiyê ji sorbûnê û dema ku xwîn hemû herikî jî, ji zerbûnê re dihêlin.
Û ew leskerên xîretkês, heta ku nedawa jiyanê di bedena wan de hebe xwe ji eniya ku têkosîna xwe tê de didin bernadin û wisa bi kirina xwe razî ne ku dixwazin mîna cesedê Hz. Suleyman pistî mirina xwe jî bi cesedê xwe yê li ser gopalê ku kurmik jê dikurisînin hukum bikin û dijminên xwe çavtirsandî bikin da ku ala dadmendiyê danekeve...
Babîsok carina jê tên û tinaziyê xwe bi termên wan -yên li bin îskeletên wan, yê liserpiyamayî ji bo saleke dinê jî eniya xwe bide felekê û - bi hewa dixe, Lê ne xema wan e, bi hezaran temaseger hatine û rindiya wan temase kirine, sîh li ser fêkiyên ku diviyabû bigihana kirine û gihandine cihê ku divê bigihastanayê...
Payîz xatirxwestineke ji kar û barekî giran lê xwes û biçêj e. Kêfa wan tê ji bo ku karê xwe temam kirine û dê li eslê xwe vegerin, lê liber dikevin ji bo ku dê ji çek û sîlehên xwe yên fêrî wan bûbûn bibin...
Ji we re oxirbe pelên bi xemgînî ji karê xwe datên xwar!
Ji we re oxirbe pelên ku xwediyê xwe bi awayekî herî xwesik dan naskirin!
Ji we re oxirbe, pelên ku sîh li ser serê pale û rêwiyên westa çêkirin!
Ji we re oxirbe, rengên ku careke dawî xwesiyê dibexsînin temasegerên xwe!
Ji we re oxirbe, we ku wateya xwe got, û xwezî bi xweshatin û rastçûyîna we!
Ev jî terqîneke bi zimanê min e, ez li ser goristana we dixwînim, heke milyaketên pirsê hatin ser serê we, dê hûnê van bersîvan bidin, bi serbilindî.
Û nîsan bidin bi sahidiya ruhberan, ku destê wan ji we nedibû...
Bi xatirê we darên bê kuncîlmayî,
Bi xatirê we leskerên ji bo cenga giran tevsidiyayî
Bi xatirê we pelên temen dagirtî!
Bi xatirê we hozanên li ber serê goristana sênkahiyê di sîna xemgîniyê de mayî.
Bi xatirê we pelên li ber wesînê ne.
2004/10/26
î


 

 

 

 

 


 

 
Niviskar
 
 
 
 
 
 
 
  Statistik