|
Hêjmara Kovara Nûbiharê ya 94an derket!
Stenbol,7/3
2005- Herwekî hercar îcar jî bi naverokeke dagirtî derkete hemberî xwendevanên
xwe. Ta niha ez du kovaran nas dikim ku kurdistan bi heman rengê xwe nîşan didin
û bêhna welat ji wan difûre. Ya Yekem kovara HAWAR e û ya duyem jî NÛBIHAR. Ez
dizanim ku dê ez nerîna min mîna zêdekariyekê bi gelek xwendevanan bê, lê ez ji
ya xwe danakevim û her li ser Godina xwe me.
Nûqteya yekem
ew Gavin ku Kovara Hawarê ji hêla ziman de avêt û her ku diçû zimanê wê rûdinişt
û êdî rêyeke nuh î nûjen vedikir, ji bo Nûbiharê jî çar kêm dudu zêde wisa ye.
Ji ber ku ta demekê di nava mislimana de bi kurdi nivîsîn û bi taybetî bi tîpên
latînî ne tiştekî fêrbûyî bû. Lê Nûbiharê xwe da ber vê yekê û bi xîretên mezin,
di nav tuneyê de ev yeka hanê pêşde bir. Ne xweşikî yen ku nivîs rêdikirin ji
heq ziman derdiketin û ne jî di serê pêşiyê de yen ku bi karê weşana wê
dadiketin. Lê ev yeka hanê gelekî neajot û hêdî hêdî her tist li cihê xwe
rûdinişt. Heke mirov bala xwe bide kovara Hawarê ev yeka hanê ji bo wê jî wisa
ye. Ji bo zimanê kovara hawarê jî çend sefheyên ziman hene û êdî di hêjmarên xwe
yên paşî de ev guherîn hêdî hêdî radiwestin.
Nuqteyeke ji
zimanê wan jî girîngtir ev e ku her du kovaran jî hisiyat û taybetmendiyên gelê
kurd li ber çavên xwe girtine. Ji hêlekê de rengê dînî û ji hêlekê de jî rengê
netewî. Pêkvemeşandina ev herdû renfana ji bo weşangerîya kurdi ewqasa hêsan
nebûye… Yek ji sedemên bi awayekî berfireh di nav gel de belavnebûna weşanên
kurdî jî ew buye ku gelekê cara gelê kurd rengê xwe yê dînî ku ji bo wan gelekî
girîng e, nedîtine.
Hema hema di
her hêjmarên kovara Hawarê de yan tefsîra Qurana pîroz yan jî hedîsên Cenabê
Pêxember hebûne. Di Nûbiharê de jî her wisa hema hema di her hêjmarê de çend
nîsarên li ser dînê Îslamê û nivîsên dinê jî her wisa ji fikra dînî re hurmetkar
bûne û ev yeka hanê Buye sedem ku Nûbihar ji hêla derdoreke gelek berfireh de
bête hezkirin û xwe bigihîne gelek deverên ku kesên dinê nikarîbûne xwe
bigihîninê.
Di vê hêjmarê
de mijarên wekî: Hindikayî û Rewşa Kurdan, Mûsil, hindikayî û Çûyîna Diyarbekir,
Kurd çi ne? Û çi dixwazin?, Meqamat, Bi Celîlê Celîl re Hevpeyvîn, Ziman û
Vegotin, Egîdê Cimo, Di Rîsaleyên Nûr de Perspektîfa Hiqûqî, Çîrokên Gelêrî,
Birîna Reş hene.
Bi hêviya ku
hun jî bikaribin xwe bi awayekî bigihînin Kovara Nûbiharê û naveroka wê ya
pirrengîn bixwînin…
Navnişan:
Buyuk
Reşîtpaşa cad. Yumni iş merkezi. No: 22/29 Vezneciler- Istanbul
Tel&faks:
0090-212-5190009
|