|
|
Bi çavek bêalî; " Qirkirina Ermenîyan"
Dilbirîn
STOCKHOLM,
17/4 2005- Dema
mirov xwest li ser bûyrek tirajedîk tiştek binivîsîne an jî şîrovekî bike, divê
mirov meneya vê hevokê baş bizane ku "zalim kî dibe bila be li dij û mezlûm jî kî
dibe bila be li gel be". Carna hin kes bi navê neteweperwerîyê tevdigerin, lê ji
sînorên neteweperwerîyê derbsî nîjdperestî, zulm ü zordarîyê dibin.
Bixwîne
Di Zargotina Kurdî de Rola Dengbêjan
Salihê KEVIRBIRÎ:
Dema
mirov bixwaze li ser dîroka gelekî lêkolînekê çêbike beriya her tiştî
serî li berhem û çavkaniyên nivîskî û bidevkî dide. Gava ew gel, ji
aliyê berhemên nivîskî ve qels û lawaz be, wê çaxê rola berhemên çîrokî,
zargotinî û hunerî zêde dibe. Tiştê balkêş ew e ku gel û welatên di bin
esareta dagirkeran de ne, par û nesîbê xwe ji vê yekê gelek giran û
xedar distînin! Her tim rastiya wan tê berevajîkirin, çanda wan tê
‘tune’kirin ew dibin xwedî çand, huner û dîrokeke biyan û nerast.
Bixwîne
Çima Sîyaseta Partî, Hêz û Rêxistinên bekurê
Kurdistanê xitimîye.?
Swêd, 23/2 2005- Roja
îro li tevaya dunyayê rojev germ e. Rojane bûyerên girîng çêdibin,
biryar tên girtin û tên bicîanîn, her partîyek dinava xwe de her diçe
berfirehtir û xurtir dibin û bi pîlan û pirojeyê xurtir û zelaltir
drdikevin pêşberî miletên xwe. Ava çemên biharê çewa diherikin, sîyaset,
kar û xebat li dunyayê wusan pêşve diçe. Lê li bekûrê Kurdistanê
çi dibe.. û sîyaseta Partîyên bakurê Kurdistanê di kîjn qonaxêda ye..?
Bixwîne
Antolojiya çîrokên kurdî I-II
Amadekar:
FIRAT CEWERÎ
Antolojiya
çîrokên kurdî yekemîn antolojiya çîrokên kurdî ya hemû deman, hemû
perçeyên Kurdistanê, hemû zaravayên zimanê kurdî û hemû alfabeyên ku
zimanê kurdî pê tê nivîsandin e. Lê antolojî bi kurmancî ye û bi
kurmanciya latînî ye.
Nêzîkî 100 nivîskarên ji her çar perçeyên welêt di vê
antolojiya dîrokî de cih girtine, ku her yek ji wan puselek e û bi hev
re resimekî çîroka kurdî ya dused salane radixin ber çavan. Ev
antolojiya ku du cild in û bi hev re 1072 (hezar û heftê û du) rûpel
in, hem çavkaniya dîroka nesra kurdî ye, hem jî bi kronolojî dîrok, rews
û prosesa çîroka kurdî ya hunerî diyar dike. Di vê antolojiyê de sînorên
di navbera kurdan de hatine rakirin, ji berdêla wê pireke hevnasîn û
hevtêgihîstinê hatiye avakirin. Bi berfirehî û biyografiya nivîskaran
antolojî valahiya ansîklopediyekê jî dadigire.
Bixwîne
Mletê
Kurd li Bukurê Kurdistan dixwaze, "ji hin bandora xeta çewt û xwar
derkeve"
Uppsala,
13/12 2004- Bi tevayî mirov dikare bibêje ku îro lêgerînek berfireh li
bakurî Kurdistanê heye. Milet dixwaze xwe ji bin bandora xeta çewt û
xwar derxe, ew xeta ku, bi siloganên pûç û dîmaxocî yên organîzekirî, li
gel kirinên kirêt, rewş gîhande wê qeysê ku îro ji bona nêzî 20 milyon
kurd tenê mafên kultûrî têne xewstin.Miletê me îro lê rêyek rast digerin,
lê her tişt hîn tev li hev e. Raste nerînên pûç hêdî hêdî dimrin, lê yên
rast û durist hêjî riya xwe baş nedîtine.
Bixwîne
Ên bi Îslamê bigirin tim
serfiraz û bextîyar in, ên êrişê Îslamê bikin tim rezîl û perîşan in
Dilbirîn
Swêd,
19/11 2004- Ez dixwazim bersîva hin kesên ku kar û emelên wan êriş û
dujminîya dînê Îslamê ye, bi du Ayetên pîroz test pê bikim
( -Û dema ji wan( muşrikan) re tê gotin li
pey wê tişta ku Xweda daxistîye biçin, ew dibêjin " na" em li pey wê
tişta ku bavê me li ser bûn e diçin.
Bixwîne
|
|