Şûjin

Mr. Pozîtîv û Mr. Negatîv


 

Dr. Cuwan Batû


Mr. Pozitîv liqayî Mr. Negatîv hat û pirsî:

- Merheba ji te re, gelo rewşa te çawan e?, Mr. Negatîv:

- Merheba, bi dîn û îman rewşa min nebaş e!

- Çima welê diponijî?

- Ji ber ku rewşa me Kurdan pirr xerab e! Em Kurd nikarin bibin tiştek!

- Va ye em li Başûrê Kurdistanê bûne tiştek. Li wir, em hema bêjin bûne dewlet- ew bi xwe, xwe rêve dibin, kes nikare emrekê li wan bike!

- Lê tu dewletan hê ew nasnekirine!

- Ew jî di rê de ye, taybetî piştî vê bûyera 11ê Êlûnê dê ti_tnê pêk bên, hele hinekî bêhna xwe fereh bike!

- Çawa?

- Girîngiya Başûrê Kurdistanê bo dewletên xurt wê were holê. Gava nakokiyek di herême de peyda bibe, hingê ew hertim nikarin biçin "devê xwe" li ber welatên din yên Asya, wek Tirkî, welatên Sovyeta kevin û herweha, welatên wek Pakîstan, Kendavê, "xwar" bikin û daxwaziya alîkariyê ji wan bikin. Başûrê Kurdistanê di vir de dikare roleke girîng bilehîze.

- Emê bibin bazek eskeriyê bo wan, nikarim vê yekê qebûl bikim. Min Kurdistaneke azad dive.

- Dixwazim bêjim ku hingê mirov dibe tiştek; xelk wê hesaban ji me re bikin û mecbûrin jî şêwra xwe bi me re bikin, guhdariya me bikin û herweha wê hin ti_tan jî li gor me bikin.

- Kî wê guhê xwe bide me Kurdan û biya me jî bike? Vê yekê ji bîr bike!

- Dinya tê guhertin, ma kê dizanî bû ku wê Başûrê Kurdistanê xwe deh salan bi serbest û bi awayekî azad rêve bibe?

- Lê di vê naveberê de, her du partiyên sereke dîn û îmanê hevûdu leqandin!

- Şerrê navxoyî hema bêje di nav hemû gelên bindest de heye.

- Lê me Kurdan bêhtir îmana hevûdu leqandiye. Binêre Bakurê Kurdistanê. Nêzîkî bist salan bû ku hin bûbûn monopol li ser siyaseta Kurdan. Wan hewil didan ku kesek ji wan pê ve behsa pirsa Kurd nekin, li ser vê yekê neponijin.

- Gelek rast e , lê niha?

- Niha jî meydan, meydana wan e. Radyo, tv, rojname, kovar, propaganda, hemû tiştên wan hene, lê ma yên me? Heya kengê ev yeke wê berdewam be?

- Bes niha mirov pê dizane, dihese û dibîne jî ku monopola wan li ser siyaseta Kurd pirr şkestiye.

- Lê çi qewimiye? Qasî ku dixweye her tişt weke berê berdewam e, lê bi rengekî din e.

- Nexwe divê em hewil bidin û alîkariyê bikin da ku em Kurdên ku dervayî wan, xwe zû- ne dereng bikin yek bo sazkirina partiyeke Kurd.

- Lê wê dîsa "sim smayîl' be, ango her kesek ji wan wê bo berjewendiya xwe ya şexsî, biçûk, bixwaze ku vê gavê li ser aliyê xwe ve bikişîne û bixwaze bes ew bibin, rêber, serok; yan jî dîtinên vê rêxistinê wek daxwaz û awazên wan bin.

- Ev tirs ji berê de heye û wê hertim jî hebe.

- Ger ev partî çêbe jî wê çawa dengê xwe bigihîne gel?.

- Divê ew tv, radyo, rojname û kovarên xwe hebe da ku bikaribe bersiva daxwaza gel bide û serê gel ji dîtinên çewt paqij û zelal bike; rê li dîtinên berdewamiya xulamtiya dijmin bigire.

- Ji vê yekê re dirav, kar û bar, kes dive. Ev yeke ne hêsaye.

- Em dive alîkariya vê hewildanê bi her awayî bikin; bikevin di nava wê de û alîkariya xwe bi awayeke eşkere bidin xuyakirin, da ku dengê xwe bigihînin gel.

- Ev yeke pirr zor e!

- Gelo tu bixwe çawan dixwazî ku pirsa Kurd hel bibe?

- Min Kurdistaneke azad dive û hew!

- Baş e wê ew "Kurdistana te ya azad" çawa çêbe?

- Divê em Kurd bibin yek, şerrê hev nekin!

- Wê ev yeke çawa çêbe?

- Pêwîst e çêbe!

- Baş e, tu wextê xwe çawa derbas dikî?

- Dikarim bêjim gelek vala derbas dibe. Ma ezê çi bikim, wextê ku kesek di vî alî de naxebite.

- Bo agahdariya xwe, serwextkirina pirsa Kurd çi dikî?

- Ez ji xwendina rojname, kovar û nivîsên li ser Kurd û Kurdistanê westiyam e, aciz bûme û bo vê çendê jî wan naxwînim. Hêviya min bo rizgarkirina Kurdistanê şkestiye.

- Nexwe tu dixwazî kesin din bi vî karî rabin, lê gava ew vî karî dikin jî tu dîsa ne memnûn î.

- Ji ber ku herkes bes diaxive, li ber ya xwe ye, lê kesek kar nake!

- Baş e tu xwe di vî warî de çawan dibînî? Bo pirsa Kurd dikarî çi xizmetê bikî?

- Min têra xwe xizmeta Kurd û Kurdistanê kiriye, bila kesên niha ku diaxivin biqasî nîvê min kar bikin hingê Kurdistan di cih de çêdibe.

- Nexwe tu niha bo vê pirsê li mala xwe rûniştiyî?

- Di dawiyê de mirov bive-neve li mala xwe rûdine, wekî gelek Kurdan.

- Ma dijminê Kurd bo vê pirsê li mala xwe rûniştiye heya ku em li mala xwe rûnin?

- Na, ew hê aktîftir bûye- vê carê ew bi rêya me Kurdan bixwe pirsa Kurd ji rojevê radikin.

- Nexwe em divê çi bikin?.

- Divê em Kurd bibin yek, dijmin ji nav xwe rakin. Mixabin dijmin jî hingî diçe xurttir dibe!

- Bawer nakim ku dijmin ji berê xurttir bûye. Em bixwe dijmin mezin dikin! Îro delavên mezin di sîstema dijmin de peyda bûne ku em dikarin ji wan feydê bikin. Dijmin bixwe jî pê dizane ku êdî ew nema weke dixwaze bandora xwe li ser me Kurdan bidomîne.

- Emê çawa çêkin ku em Kurd şerrê hev nekin û em bibin yek.

- Li gor dîtina min divê em vê yekê ji xwe re nekin mêzêna (pîvan) bo karê Kurdistanê. Em Kurd wê şerrê hev bikin û wê nikarin yekbûneke xwe tevayî jî pêkbînin. Lê ya herî girîng ew e ku em qîma xwe bi yekîtiyên biçûk bînin, da ku ew bibin bingehên yekbûnên mezin.

- Îşê me Kurdan xerab e, xalo!

- Bawer bike îşê Kurdên tirral, ango bê xîret ku tiştekî nakin û hertim gazinan dikin, xerabtir e!

- Çima?

- Di dilê pirraniya insanên welê de evîna azadiya Kurdistanê heye. Lê ew dixwazin hertişt weke daxwaza dilê wan çêbe. Bes ew hesab dikin ku wan karûbarê xwe di vî warî de qedandiye. Vêca ew ji kesên dervayî xwe dixwazin ku ew daxwaza wan bixwe pêk bînin. Ger ne weke wan be ew bes gazina dikin, aciz dibin, rexneyan dikin. Û herweha ew xweş pê dizanin ku ew di vî warî de tiştekî nakin. Vêca gava ew liqayî kesên ku di pirsa Kurd de hinkî aktîfin tên, ji bona ku pasîfîzma xwe veşêrin, êrîşeke mezin dibin ser karûbarên kesên xebatkar.

- Bi dîn û îman ez ji ya xwe nayêm xwarê- min Kurdistana xwe ya azad, yekbûyî û demokrat dive! Lê xweş pê dizanim jî ku îşê me Kurdan gelek xerab e, xalo!

drcuwan@hotmail.com
 

(Dem Nû )

 


 

 

 



 

 

Niviskar