Jîyana Mîrê Kurd Sultan Selahedînê Eyubî bû fîlim

9/4 2005- Serperiştê filîma Gladyator Ridley Scott, jîyana Sultan Selahedînê Eyubî bi navê " Qiralê Behiştê" kir fîlim. Fîlim bi hevkarîya hunermandê Misrî Xalid en-Nebî û hunermendê Surî Hesen Mesud û ji alîyê şirketa Emerîka ya binavê "Twentieth Century Fox" hatîye çêkirin.

Bi gorî rojmama Yenî Şafakê, Hunermendê Surî Hesen Mesud dibêje; yek ji armancê vê filîmê ewe ku, ew nêrînên neyînî yêm ku piştî 11 îlonê  li Ewrûpa û Emerîka li himberî Îslam û Muliman peydabûye, rake û divê rojava îdî Muslimana nasbike ku çi dîrokek me ya nûjen û bi rumet heye.

Naveroka filîmê şerê di navbera Musliman û xçperêzan de ku di qirna 12an de derketiye, Sultan Selahedîn çi şoreşkerekî bi esilbûye radxine ber çava. Hesen Mesud  Sulatan Selahedîn Eyûbîyê  Kurd, di salên 1187an de dema Qudus carek din ji destê xaçparêzan derxist, did xwîyakirin ku Selahedîn çiqas şoreşker e û  ew qas jî aştîxwaz û terefdarê danûsitandinê ye. Her kes nikare wek Selahedîn di heman demê de şer bike û derê wî ji aştîyî re jî vekirîbe.

Hesen Mesud, Ridley Scott dibêje; wek karekter ez gelekî ji Selahedînê Eyûbî re rêz digirim û armanca min ewbûye ku ez bidim îsbatkirinê ku Selahedîn çi şoreşkerek mezin bûye û ew neheqîya ku piştî 11 îlonê di medya rojava de li Muslimanan tête kirin, hinek temîr bikim.

 Fîlim bi 130 milyon dolarî buye mal û wê di  mehe gulanê de di sînaman de  were lîstin û têkeve pêşberî temaşevanan

 

 



 

 

Niviskar