Roja Jidayîkbûna Muhemed Pêxember (s.x.l); " Tê çi menayê"

Dilbirîn

Stockholm, 20/4 2005- Roja Ji dayîkbûna Muhemed Pêxember (s.x.l); " mizgînîya destpêka Şaristanîyeta Mirovîyê ye". Dawî lê anîna li zulmata şevên tarî ku  wekî konekî reş  şax û  perên xwe di ser rûyê erdê vegirtibû  û mizgînîya destpêka sihera siba ku bi ronaya tîrêjên " Nubûwwetê "  hebûna tarîtîya şevê da jibîrkirin. Mizgînîya ruxandina, Tac û Tilisma serê Qiral, Mîr, Wezîr û Gizîrên zalim û zordar e.

Belê xwendevanên bi rûmet! em di dema salvegera jidayîkbûna ( Mewlûd) Muhemed Pêxember (s.x.l ) de dijîn. Muhemed Pêxember (s.x.l) roja 12 Rebîul-Ewel ku dikeve 21ê Nîsanê, ji dîya xwe Aminê bûye. Bê Guman hatina  Muhemed Pêxember (s.x.l); " dewra cehalet û  nemirovîyê ji holê  rakir û bu mizgînîya  destpêka `esra se`adetê.

Xwedê Te`ala! di Qur`ana pîroz de, derbarË Pêxember de waha dibêje; (Ya Muhemed) " Me Tu Ji bona ku  ji alemê re bibî rihmet,  şandîye". Enbîya/107

Fexrî kaînat Muhemed Pêxember, wekî tirêja rojê di tarîtîya şevê de ronî bide û wek şitlekê li çolistana Erebî ya ku tu eserek hêşînayê lêtunebû, şax avêt. Bi Exlaq, Rastî, Èdalet û Îxlasa xwe dunya fetih kir.

Xwedê Te`ala derbarê Pêxember de waha dibêje: ( Ya Muhemed) ..Û tu li ser exlaqekî mezinî. Qelem/ 4

Dema em behsa jidayîkbûna Muhemed Pêxember (s.x.l) dike, divê em  li jîyana Pêxember binêrin û jê şîretan bigire.

Xwedê Te`ala  di Qurana pîroz de waha dibêje; "Bi rastî ji we re di Resûlê Xweda de, mînakên qenc hene..." Ahzab/21. Divê her Muslimanek li ser vê Ayeta pîroz bihizire ka tê çi menayê. Jîyana Muhemed pêxember (s.x.l) ji teorîyê bêtir, jîyaneka piratîkbû.

Berê her tiştî divê em bizanibin ku  ew Mewlûda  li Tirkîyê û Kurdistanê tê xwendin, ne ferz  û ne jî sunet e. Yanî ruknek ji ruknê dînê Îslamê nîne. Piştî Wefata Pêxember bi 300-400 salî hin kesan pesnê pêxember dane û wusan di nava milet de bûye `edet êdî di  salvegera Jidayîkbûna pêxember de Mewlûd dane.

Lê roja îro  di bîranîna Jidayîkbûna Pêxember de, ew  peyamên tên dayîn ji rûhîyeta rê û rêçika Pêxember pir dûr in. Bûye wekî `edet, Mewlûd tê xwendin û tiştên ku tu agahê Pêxember lê nare dikin sutûyê Pêxember. Em nabêjin bila Muluda Pêxember (yanî roja jidayîkbûna Pêxember) nedin, lê divê bi vî awayê li Kurdistanê tête kirin nebe. Ew Mewlûda îro li Kurdistanê tê xwendin, piranîya wê neraste. Wek helbestvanek pesnê Pêxembe bide û têde pir mubalixe bike, hatanî di gelk cîyan de ji hedê mubalixê derketîye û hin tiştên ku ne hedîsin wekî hedîs be goyine.

Li Kurdistanê gelek Alim û Melayên bi nav û deng henin û dikarên gelek berhemên hêja derînin, lê mixabin piranîya Melayên Kurd ji vê teknîka nû mehrûm in. Divê Melayên Kurd ji qilifên xwe yên kilasîk derkevin, li gorî şert û mercên demê, bi teknîk û teknolojîya nû pêşengîya miletê xwe bikin.

Di Mewlûda Pêxember de, divê mirov Peyama wehyê di şexsîyeta Pêxember de fêm bike. Di cîyê ku Mewlûd were xwendin, divê jîyana Pêxember, `Edaleta Pêxember, metodên tekoşîna pêxember li himberî zulm û zordarîyê bi zimanekî ku xelk jê fêm bike were gotin. Mewlûda îro li Kurdistanê tê xwendin ji %95 miletê Kurd jê fêm nake, wextê mirov tiştekî fêm neke wê çi fêde bide!!

 Jîyana Pêxember Qur`an bû. Eshabîyên Pêxember ji dayîka Muslimanan hezretî Ayîşê dipirsin:

 Ya Ayîşe! exlaqê Muhemed pêxember çewabû? Ayîşe:

 Ma hûn Qur`anê naxwînin? Exlaqê Pêxember Qur`an bû. Yanî Muhemed Pêxember Qur`aneke zindî bû û divê em şexsîyeta Pêxember bi Qurana pîroz nasbikin, ne bi  qesîdên şairan û   helbestên Helbestvanên mubalixe.

 Dilbirîn: Hezar_Gol@hotmail.com

 

 



 

 

Niviskar