**Menûya Kurdî**
       
 


Mele Şafiî bûye serokê HIK-CÎK,ê lê hêvîdarim tenke pê ve neyê kirin

HAGEN,4/5 2005- Roja Yekşema borî  Herekata îslamî ya PKKê (HIK) Xwedê giravî kongira xwe li  Alman bajarê Hagenê çêkirin, lê Apocîyan HIK dan fesixkirin û dicîyê wî de Civaka Muslumanên Kurdistan (CIK) avakirin.  Seydayê Mele Şafiî yê Vartoyê bûye serokê HIK-CIK,ê. Pîroz be li seydayê Mele Şafiî, lê hêvîdarim ku Apocî tenekan bi wî ve jî nekin. Mele Şafiî seydayê min e û ked û emega wî di ber min de heye û ez wek Feqîyek wî tim dixwazim ku ew serkeftî be, lê " xweşîya Gundan ji fireya rêyan de kifşe ye"

Ez gelekî fikirîm ku nivîsek bi vî rengî binivîsînim ana na, lê çi dibe çi nabe divê mirov ked û emega Mamostê xwe ji bîr neke û şîrheram nebe. Ez  qenc dizan im ku  Xwedayê Mele Şafiî û Xwedayê Apocîyan ne yek e, ji ber ku  mirêdên  Apo bi çavê Xwedatîyê li Apo dinêrin. Ava tu Muslimanek qenc û yên Apocîyan di cohokî de ne herikîyaye û wê ava Mele Şafiî û yên Apocîyan ji bi hevdûre ne herikin.

Na herikin, heger Mele Şafiî yê berê be û nehatibe guhertin. Dinava HIK-ê de gelek Seyda û Melayên hêja henin, lê mixabin li cîyekî xelet cîyê xwe girtinin. Ew kesên bi Apocîyan re kar bikin, berï hertiştî divê mejûyê xwe bi cemidînin û bi Apo Îmanê bînin, an, ew nikarin li ser yek gotinek Apo devjenîya bikin,

Lê her çi dibe bila bibe, ez dîsa ji Seydayê  Mele Şafiî re serkeftin dixwazim û daxwazeka min li seydyê  Mele Şafiî heye, bila li aqîbeta yên berî xwe binêre û bi xwe bifikire.

 

 



 

 

Niviskar
 
 
 
 
 
 
 
   
Dem:4/5 2005  Seet: 001   şandine: Dilbirîn       Vegere