|
---------------------------------------------------------------
Ma gelo tu Mahmudkî yî yan Etmankî yî?
Dibêjin carekê zilamek ji rêyeke dûr dihat û çû ser bîrê ji bo ku
avê vexwe. Li wê derê jinikekê av dikişand. Jê re got weleh xwakê ez jî û kera
min jî tî bûye.
Tu bi kerema xwe bikaribû avinê bidî me. Jinikê pirsî: Ma
gelo tu Mahmudkî yî yan Etmankî yî? Mêrik da ber hevûdû heke bêje ez
mahmûdkî me lê ku jinik etmankî be.
Got ya baş ew e ku ez bêjim ''ez mahmûd kî me û kera min
jî etmankî ye''. Dema ku bi vî rengî bersîv li jinikê vegerand ''Ez
etmankî me, welleh min av neda te. Lê ezê avê bidim kera te ji ber ku ew
etmankî ye'' |