|
Mele Silêman Kurþûn hate
girtin
Stenbol,
10/3 2005- Îro serê sibê seet di 6an de, mele Silêman Kurþûn ji alîyê
polisên Tirk ve carek din hate girtin. mele Silêman du sala berê dîsa ji
alîyê yekîneyên cendirmên tirk ve hatibû girtin û piþtî dedagehkirina wî
di DGMê d, ceza xwaribû û bi mehan di girtîgehên cûrbrcûr de raza û di
dawîyê de ji girtîgeha Dîyarbekirê serbest hatibû berdan.
Parêzer Necîb
Kîbar, mele Silêman ji alîyê daîra micadila bi terorê re hatîye girtin û
wî pistî sererastkirina miamilên wî wê serbest were berdan. Rêxistina
(Özgür Der)ê
derbarî girtina mele Silêman de belavokek weþand û di belavokê de
helwest polisên Tirk þermezar kir.
Bi tevî hemî neheqî û
zulma ku li mele Silêman hatîye kirin têrê nekir, carekî din mele
Silêman Kurþûn, ji bona dosya kevin girtin bin çava. Ev yeka hana
mentalîta welatê me ya bi huqûqî derdixîne pêþ. Ji ber ku çavê wî baþ di
girtîgehê de nedidît, bi gelekî zehmetîyan re rû bi rû mabû û digel vî
yeka jî, ew kesên li merivek waha navsal bê delîl û îsbat ewqas
neheqî u zulmê dikin, divîyabû uzrê xwe bixwestina û hesab ji wana
bihatina pirskirin, lê ew hê bêavûrûtîya xwe didomînin.
Li alîyê din, ji xwe
mal û navnîþana mele Silêman ji alîyê polisan ve tê zanîn. Mirovek ji
sibê hetanî êvarê wexta xwe bi dersdayînê derbas bike, vêca bin
çavkirina wî serê sibê zû seet di 6an de, bi serê xwe niyeteka herî
xirab e....
Mele Silêman,
li der û dorê xwe mirovak heskirî û xelk rê û rêzana wî dizane û Alimek
Îslamê yeî. Em vî karê qirêj yê ku li himber mirovek waha navsal û
tendurustîya wî jî ne li cî, hatîye kirin, bi tundî þermezar dikin û
bila zûtirîn wext mele Silêman serbest were berdan
(Özgür Der) Þîrove
Dilbirîn
|