Lubnayan dewleta Sûryê pirotesto kirin

Hecî Kardoxî

 

Stockholm, 27/2 2005- Piştê kuştina serokwezîrê berê Herirî, dengê nerazîbûna Lubnaniyan li derveyê Lubnanê jî bilind bû. Xwepêşandanên nerazîbûnê li dij dewleta Sûryê, îro li paytextê Swêdê li Stockholmê pêkhat. Di xwepêşandana îro de bi sedan Lubnaniyan dengê nerazîbûnê li dij dewleta Sûryê bilind kirin û daxwaz ji Sûryê kirin ku hêzên xwe ji Lubnanê bikşîne.

Xwepêşandana îro li Stockholmê demjimêr 12:00 nîvro  li gorepana Sergelstorî bi axaftina serokê komîta xwepêşandanê destpêkir  û bi sloganan demjimêr 13:30 ber bi balyozxaneya Sûryê meşiyan.

 


 

 

 



 

 

Niviskar