|
Li temamê
Kurdistanê Newroz bi Coşeke Mezin Hate Pîroz kirin!
Uppsala, 22/3 2005- Bi
milyonan kurd bi
armanca pîrozkirina newrozê daketin meydanên ku ji bo pîrozkirina
newrozê hatine amadkirin. Bi taybetî dema ku mirov berê xwe dida girseyên gel
yên nêzîkî milyonekê li bajarê Amedê hatibûn rex hevûdû û dixwestin bi wesîla
Newrozê dengê xwe ragihînin hemû deverên bihistiyar û kesên ku çav bi serên wan
ve hene.
Dibe di xwestek û
daxwazên xwe de ne zelal bin û di ware daxwazande kêmaniyên wan hebin, lê belê
xwesteka ku hemû li ser yek bûn û dive ku hemû cîhan jibo wan erê bike ‘’daxwaza
heq’’ bû. Wan hem bi zimanê xwe û hem jî bi tewr û tevgerên xwe digotin ‘’em
heqên xwe yên bi sedsalan hatiye binpêkirin, rengên ku em li wan hesret mane,
zimanê ku pê lorîk ji me re hatine gotin, axa ku em bi hatiniyên wê xwedî bûne û
çiyayên ku me xwe di rojên xweş û reş de avêtiye bextê wan û firîneke azad ya
mîna bazên kurdistanê dixwazin’’.
Bi hilbûna agirê
Newrozê re ew jî germ dibûn, kela wan difûriya û ji hêla hesten xwe ve di
navbera wan û KUrdistaneke Azad û serbixwe de bihostek tenê dima. Kulîlkên
nuhbişkuvî destên xwe ji dûrî ve li ew giremola nedîtî ya mirovan kil dikirin û
digotin ‘’Gelo ev ne roja mehşerê be ku kurd hemû ji binî ve hatine saxkirin û
li meydaneke bêbinî hatine civandin?’’ ne ji kelê re sînor hebû, ne ji
dirûşmeyan re qeydên tirs û veşartinê…
Şahiyeke bêpîvan
xwe li zarokên heft salî pêçabû, kalên heftê salî digotin êdî em bimrin jî ne
xem e, em li paş xwe deryayek kurdên hişyar dibînin… dayîkên zarokên wan di şerê
zilm û neheqiyê de hatibûn kuştin xwe bi ew şahiya mezin ji bîr dikirin û di
rengê her ciwanekî an ciwanekê de li rûyên kenîn yên dilovaniyên xwe didîtin.
Xelata herî mezin
vejandina hestên bêhêvî ye bi daxwaza serxwebûn û azadiyê.
KUrda nîşan dan
ku êdî tu kes nikare pêşî li reng û dengê wan bigre…
Ev lehiya ku
rabûye zêdeyê taqeta berlêgira ye…
Ew kelawa ku ji
daxwazên dilan bilind dibû gihaşt ezmanê hefta û gûman tê de tune ku dê di gûnê
barana rehmetê de li ser welatê kurda yê ku ta niha jahr û xwîn li ser dihat
rijandin bibare…
Ez hêvîdarim ey
gelê kurd, digel hemû neyîniyên ku ez jê hayîdar im…
Hêvîdar bin ey
gelê kurd, digel hemû xafikên li ber we di gûnê dostaniyê de hatine vedan.
Hêvîdar bin ey
ronakbîrên kurd, dema ku derfet amade bûn, dê ev hêvî vî gelî dîsa rake ser
piyan. De gidî ha gidî rêyeke bi erênî pêşî gelê xwe bikin, pezê xwe bê xwedî
bera nedin û nespêrin bextê gur û wawîkan…
Bi hêviya geşbûna
dara azadiyê û katvedana wê ya li seranserê Kurdistanê digel mêweyên behiştî…
Mucteba
Baravî
mkurmanci@hotmail.com
|