Li Silêmaniyê Navendeke Perwerdekirina Serbazan vebû.

Silêmanî, 31/3 2005- Hate ragihandin ku dê di vê navendê de ji bo  ewlehiya Bexdayê serbaz bêne perwerdekirin. Navend bi rê û resmekê hate vekirin û  gelek berpirsiyarên Emerîkanî jî tevlî wê  rê û resmê bûn. Ji bo perwerdehiya serbaziyê serlêdanan ji niha de dest pê kir. Musteşar Harry shot di axaftina xwe de got:

’’Vebûna vê navendê baş bû. Em ji bo Iraq û Iraqiyan mecbûr in ku hêzên taybet bigihînin. Ji bo vê yekê me ev navend vekir. Pêşmerge hêj li vê herêmê ewlehiyê diparêzin, digel hêzên hevpeyman tevlî operasyonan dibin’’ got.

Serokê Suba Sulêmaniyê Şêx Cafer Mustafa diyar kir ku wan ji bo entegrasyona pêşmergeyan û perwerdekirina serbazên nuh ev navend vekirine. Got ’’em dê li vê navenda serbazî, ji bo artêşa Iraqê pêşmergeyan bigihînin.

Ji niha û wade dê tenê li Kurdistanê 66 hezar pêşmerge hebin. Dê 100 hezar pêşmerge jî ji bo hukumeta Bexdayê kar bikin. Heke pêwîstî hebe dê pêşmergeyên vê derê jî tevlî bibin. Dê pêşmerge ne milîs lê hêzên dewletê bin.’’  Û dîsa di axaftina xwe de diyar  kir ku ’’ya rast em ji bo Kurdistanê 100 hezar pêşmerge dixwazin.. û însaallah dê pêşmergeyên bi Mesûd Berzanî û Celal Talabanî ve girêdayî digel hevûdû bin û ji hêla kesekî bêtin birêvebirin.

Wisa diyar dibe ku baweriya Emerîkaniyan di herêmê de ji Kurdan pêve bi kesekî dinê nema û loma ku êdî dixwazin ji hêla eskerî de kurdan xurt bikin û hêdî hêdî ewlehiya iraqê bidin destê pêşmergeyên Kurd.

Ji hêlekê de xerab e, ji ber ku dê êdî bi awayekî eşkere pêşmergeyên kurd li rex eskerên Emerîkanî li hember berxwedêrên Ereban têkevin şer. Ji xwe berê ji kurda re li manakê digeriyan, dê îcar mîna ku werîsek ketibe destê wan bibêjin ’’ma me nedigot ku kurd maşeka Emerîkaniya ne..û nizanim çi…

Lê ji hêlekê de jî baş e ji ber ku heta ku artêşa mirov tunebe û ji hêla çekdarî de mirov ne hêzek be, çu kes hesaban ji mirov nake û naxe şûna tiştekî.

Îroj kî çi dibêje bila bibêje li dinyê du tişt hukum dikin, aborî û xurtiya leşkerî.

Ji ber vê yekê  ew pêşmergeyên ku dê werin perwerdekirin li ser navê kê dibin bila bibin ew garantiya ewlehiya Kurdistan in.

Mucteba Baravi

 

 



 

 

Niviskar