-----------------------------------------------------------------

Li Sêrtê pefçûn çêbû 50 kes birîndar û 30 kes jî girtinin binçav

SÊRT, 24/1 2005- Artêþa Tirk destur nada ku cenazên du gêrîlayên Kongir-Gel, li Sêrtê were veþartin. Karwanên ku bi cenazê herdû gêrîlayên Kongira-Gel re bûn li nêzîkê bacarê Sêrtê ji alîyê hêzên eskerî yên dewleta Tirk ve hatin rawestandin û destûr nedan ku têkevin Sêrtê. Li ser vê helweta artêþa Tirk karwanên bi cenazan re dest bi rûniþkandnê kirin.

Li gorî medya Apocîyan sê roj berê 5 ciwanên Kurd yên sivîl ji hêla artêþa Tirk ve li Şirnexê li beldeya Kumçatiyê hatibûn  kuþtin. Lê medya Tirk dibêjin; ewên hatine kuþtin endamên Kongira-Gel in.

Beledîya Sêrtê îzin neda ku li goristana Şêx Zeviya  cenaze were veþartin. Li ser vê yekê kesên dixwestin cenaza li wê guristanê veþêrin li navenda bacêr de xwepêþandanek li darxistin û hêzên ewlekarîyê yên dewleta Tirk bi bombê çav sotinê êriþê milet kirin û di nava milet û polisan de pefçûn derket. Çalakvanan di navenda bacêr de êriþî gelek dikan û erebên polisa kirin û gelek ji wana xirab kirin. di necama vê pefçûnê de bi qasî 50 kesî birîndar û bi qasî 30 jî girtine binçavan.

Bi gorî nûçeyên Ajansan çalakîyên rûniþkandinê berdewame û hêzên artêþa Tirk çar alîyê bacêr girtine, derketin û ketina bacêrê Sêrtê bi kontirol e.

MHA NEWS AGENCY

 

 

 

Niviskar