|
Li ser şehîdbûna Seyda Melle Izzeddin Yildirim û
Kujerên wî!
Uppsala, 28/2 2005-
Birêz Îbrahîm Mellezade çendakî berê derbarê
nerîn, hizr û şehîdbûna Seyda Melle Izzeddîn Yildirim de nivîseke giranbiha
nivîsî bû û di wê nivîsarê de bi awayekî zelal diyar kiribû ku Seyda kî ye?
Helwest û raya wî ya derbarê kurd û kurdistanê de çibû? Mislimanekî çawa bû...
Ez li vê derê naxwazim zêde li ser wan tiştên ku
hatine nivîsandin bisekinim lê dîsa jî bi kurtî ez dixwazim bêjim:
Seyda, heta tu bibêjî Misliman û heta tu bibêjî
Kurd bû. Ji bo çi min ew, bi ev herdû rengên hanê da naskirin? Ji ber tiştê ku
ez pê dihesim û dibînim ta niha wisa hatiye famkirin ku heke tu Mislimanekî baş
bî divê tu dev ji xebata bo neteweyê xwe berdî, û heke tu Kurdperwerekî ji dil
bî divê ku tu dev ji dîn û tiştên weha berdî.
Di navbera van herdû tiştan de çaleke dagirtina wê
zehmet hebû. Ku ta niha gelek kes di vê yekê de bi ser neketine. Carcaran
hewildanin hebin jî pirê cara mîna bikaranînê diyar dibin. Yanî dema ku digel
welatparêziyê bala xwe dane dîn, bi çavê bikaranînê lê hetiye nihêrtin. Yanî
madem ku milletê me misliman e ew wê jî bikar bînin. Yanî ne ku jê bawer dikin
wî rengî bikar bînin, ji ber ku divê ew reng hebe, wisa lê hatiye nihêrîn.
Bervajiyê vê yekê jî ne ku tuneye. Yanî em dê behsa kurdîtiyê bikin ji bo ku em
bikaribin gel ber bi xwe ve bînin û dûvre em dê bi ya xwe bikin.
Lê na ev herdû jî li hinda Seyda tunebû. Dîndariya
wî ya jidil, bi sedem pêgirêdana wî ya bi awayekî ji dil bi Seydayê Bediuzzeman
Seîdê Kurdî ve bû. Û kurdîtiya wî jî dîsa di bingeha xwe de digihaşt ew
berxwedana ku Seydayê Bedîuzzeman ya di nav gelê kurd de hişyarkirina fikra
netewî, ku wî rizgariya gelê kurd û pêşketina wan di hişyarbûna bi fikrên
neteweyî ve girêdayî didît. Bi lidarxistina meşrûtiyetê jibo cibîcîhkirina vê
yekê Seydayê Bedîuzzeman eşîr bi eşîr li nav Kurdistanê geriyabû da, ku wan, bi
wan bihesîne û ji xewa nezaniyê hişyar bike. Wî digot divê ku em di nezera xelkê
de xwe bi xizmeta eqlî bidin naskirin. Û ji bo ku aqlê netewî pêşberî hemû gelên
dinê bike jî wek projeyeke berbiçav dixwest ku zanîngeheke bi navê
Medresetuzzehra li navenda Kurdistanê Wanê ava bike û ji bo vê yekê destûr û
alîkarî ji dewletê jî wergirtiye, lê mixabin bi sedem rûdana cenga cîhanê
avekirina wê Unîversîteya pîroz nîvco maye û neçûye serî
Ji Seydayê Bedîuzzeman dipirsin ''Gelo dîn pêş de
tê, yan netewe?'' ew dibêje ''li nik me mislimana dîn û netewe yek e.''
Li vê derê ya girîng ew e ku yek ji yekê
neqetandiye û derbasî pêşiya ya dinê nekiriye û pêgiradana bi herduyan û
bicîhganîna pêdiviyên wan ji dil û can kiriye, ne bi riyakarî û ji bo ku hinek
bibînin. Yanî dema ku xizmeta neteweyê xwe jî kiriye bi dilekî paqij û niyeteke
ji bo Xwedê.. . Bi çavê warisê pêxebera li xwe nihêrîye, çawa ku wan dane pêşiya
gelê xwe û xwestine ku wan ji zilm û neheqiyê rizgar bikin, wî jî xwestiye bi
heman rengî tevbigere.
Ji bo çi ez çûm jiyana Seydayê Bedîuzzeman û min
çend mînak ji jiyana wî dan? Ji ber ku piştî wefata Seydayê Bediuzzeman, peyrevê
wî yê herî mezin, yê ku ew doza Bedîuzzeman di nêvî de hiştibû ji xwe re kiribû
kul û derd Seydayê Melle Izzeddîn bû..
Di hemû serîdanên xwe yên kurdistanê de, diber xwe
dida ku gel bi wan bihesîne. Û bi taybetî wî jî ew projeya Medresetuzzehra bo
xwe kire armanc ku xiyala Seydayê Mezin ya nîvcomayî derxîne serî. Wî jî bi
heman kelecanê li rexa Gola Wanê bingehê wê xwendegehê danî û heta bînayên wê
hatin ber temambûnê jî, lê sed mixabin ew karesata mezin bi destên kirêt pêk
hat.
Hemû kes dipirsin gelo kê wî kuşt? Çi berjewendiya
wan di kuştina kesekî waha xêrxaz û terefdarê aşîtiyê de hebû?
Divê ku em vê yekê qenc bizanin ku dewleta tirk ji
çend keleşnîkofên ku em dê bavêjin milê xwe natirse û heta dixwaze ku em timî di
wê rewşê de bin da ku ew jî bi hêsanî bikaribin navên bi dilê xwe yên weke
terorîst û nizanim çi li me bikin.
Lê ew ji tiştekî gelekî ditirsin; ew jî hişyarbûna
bi fikra neteweyî û zanebûnê ye. Kesên zana mîna fanosekê ronahiyê didin rûyê
diz û xapxapînokan û rûyên wan yên reş didine naskirin, fikra netewî jî
kesayetiyeke wisa çêdike ku êdî ew ne bi tenê ye. Li pişta xwe bi milyonan
mirovan dibîne. Xwe yek ji nav wan milyonan dibîne û pêwîst be ji bo selametiya
ew bedena manevî ku bi fikra neteweyî ava bûye bi hêsanî dikare berjewendiyên
xwe fîda bike û têxîne xizemta mirovên xwe. Aha ya ku sîstemên kirêt pê nerihet
in ev in.
Sîstem tu carî wan kesana jibîra nake. Û heta di
rêza yekemîn de ne, ji hêla talûkeyê de, li ber çavê wan.
Nuqteyeke dinê jî ya bi vana ve girêdayî; sistema
ku komara Tirkiyê li ser ava bûye, di bingeha xwe de li ser dijberiya du tişta
ye; yek jê dijberiya dîn û çanda îslamî û ya duyem jî înkarkirina gelê Kurd.
Ê dema ku kesek rabe û bi dil û can ji bo
selametiya van herduyan kar bike û jiyana xwe hemû bibexşîne rêyeke weha pîroz,
êdî hun bînin bîra xwe ku kiyê ji vê yekê nerihet bibe û kîyê dek û dolaban li
serê kesên weha dilsoz bigerîne...
Lê dema ku mirov li medya sîstemê dinihêrî, li gor
wan her tişt zelal bû. Ev karê revandin û şehîdkirina seyda hemû kar û kirinên
Hîzbullah bû... lê gelo wisa bû? Heke em bêjin belê wele bi destê wan jî bû,
dîsa kujerên Seydayê Izzeddîn heman kes in, ji ber ku dost û dijmin hemû dizanin
ku xurtkirina wan a li kurdistanê bi armanc bû û bi hevûdû re kar dikirin.
Dema ku mirov bizanibe ku ev bûyera hanê bi emr û
fermana kê pêk hatiye êdî rûmeta nîqaşkirina navê Elî û Welî dimîne?
Na ji xwe yên ku heşê wan li serê wan jî, divê ku
zû bi zû neyin lîskê û dema xwe bi şer û pevçûna kesên ji destên kirêt re bûne
maşe re derbas neke û meşa xwe ya li ser riya xwe ya rast berdewam bike.
Heke axê xulamê xwe şandibe û pezeke te dizîbe,
bersîva wê ne ew e ku tu jî rabî bi dû derfeta dîziya çend pezên xulam yên malê
diziyê kevî, belkî bersîv ew e ku tu bikaribî bi axê bidî zanîn ku bi fermana wî
ev kar hatiye kirin û heke derfetên te hebin bi awayekî heqê xwe ji wî
bistînî....
Divê ku di jiyanê de armancên mirov li gorî rûmeta
xwe rêzkirî bin, her wisa dost û dijminên mirov jî li gorî mezinbûn û piçûkbûn,
nêzîkbûn û dûrbûna xwe rêzkirîbin. Yên ku bi aqil tev digerin bernama wan ev e,
lê yên ku bi hestên xwe tevdigerin, hemû wan dor û rêzan tevlîhev dikin û ji xwe
gelekê cara nikarin bipîvin bê gelo ew kirina wan an jî helwesta wan çiqasî wan
ber bi armanca wan de dide, an jî çiqasa jê dûr dixîne.
Bê hêviya ku kesên bi xîret xwe bidin di kar û
xebatên weha pêwîst de xwe ji dil û can bidin pêş û bi jiyan û helwesta xwe
bibêjin, na hun derewa dikin Seydayê Izzeddîn nemiriye û dê tu carî nemire... ji
ber ku kes fanî ne diçin, lê doz timî ne, dimînin. Xebat û xîreta seysa ne ji bo
ku li pişta gel siwar bibe û xwe di ser serê wan re pêşberî alemê bike, na belkî
wî pişta xwe dida ber lingê gelê xwe ku ew bilind bibin. Ji xwe ji ber vê yekê
ye ku îroj ew di bedenên bi hezaran yên ku wek wî difikirin û dixwazin wisa
bijîn de dijî û bi nerînên xwe û mîrateyê ku li paş xwe hiştiye her zindî ye....
Mucteba Baravî
|