-----------------------------------------------------------------

Dewleta Tirk: " Li himber pêþketine pirsa Kur bêçare maye"

Dilbirîn

Swêd, 25/1 2005- Wezîrêder yê dewleta Tirk Abdullah Gul, þikata Kurdên baþurê Kurdistanê  bi segreterê giþtî yê Neteweyên Yekbûyî Kofi Enan ve kiriye. Gul, di þikayetnama xwe de, behsa guhertina nifûsa Kerkukê bi awakî bê qanûnî, hilbijartinên wê li kerkûkê were kirin  û hesasîyeta dewleta Tirk ji Kofî Enan re kirîye.

Bi gorî rojnama Yeni Þafak,ê Ebdulah Gul, di 19ê vê mehê de, þikayetnama xwe ji Kofî Enan re þandiye. Ji þikayetnama Gul, wusan dîyare ku dewleta Tirk li himberî pirsa Kurd di nava bêçarîyek da ye ku xwe wek mirovên ku lê gazî daketibe û nizana ka çi bike û dest û ling lê cemidîye.

Þikayetkirin; yek eserê bêçaretîyê ye û ihtirafkirna  bi neserkeftina xwe ye. Dewleta Tirk wek îjar gelek caran gef û zirt li Kurdan xwarîye û gelekî caran Kurd bi Emerîka û YE ve þikat kirîye û tu encamek ji vê helwesta xwe dujminkar negirtîye.

Her car dewleta Tirk behsa hesasiyetên xwe yê derbarê Kerkukê de dike, hesasîyetên dewleta Tirk ewe ku kurdên mezlum dizivirin ser erd û warên xwe. Hîmê hesasîyeta  dewleta Tirk li ser xwîn û mafê miletê kurd avabûye, ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk bi her awayî li himber her destkeftîyên miletê Kurd e.

Kerkuk ne bacarê dewleta Tirk e û tu mafê dewleta Tirk li ser bacarê Kerkukê tune. Tirk tehemul nakin ku Kurd di mala xwe de bi azadî bijîn û dewleta Tirk ewqas zalim e ku xweþi û rihetîya ku mafîê herkesîye, layîqê miletê kurd nabîne. Kurdên li kerkukê hatine bi cî kirin, di erd û warê kesekî de bi cî nebûne. Li gorî benda 58an divê herkesekî ki ji kerkukê htibe derxistin bizivire ser erdê xwe.

Dewleta Tirk bi her awayî naxwaze ku emn û îstiqrar bête Îraqê. Ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk her carî serî li dek û dalabên cihê cihê dixîne ku  ka çewa kare bibe asteng li himber desketîyê miletê Kurd.

Eger dewleta Tirk behsa Turkmenan dike, bila bi zivire li 20 mîlyon Kurdên li bakurê Kurdistanê binêrên ku ji hemî mafên xwe yê mirovî bêpare in..! eger rûyê wan hebe û karibe xetayê xwe bibîne, lê ez bawernak im  ku karibe xetayê xwe bibîne, ji ber ku dîroka dewleta Tirk bi zulm, xwîn û qetlîaman dagirtîye.

 

 

 
Niviskar