|
Li bakûrê Kurdistsanê; " Îmrokurd û sîyaseta bê
zemîn"
Swêd 19/3 2005 — " Xelk
rê yên dûr bi gotinên mezin û gavên piçûk dgirin, lê em Kurd rê yên dûr
bi gotinên piçk û gavên mezin digirin". Roja îro Kurdên bakûrê
Kurdistanê bûne sê beş, beşa yekemîn, alîgirû Evdila Oclan e
û li ser rêya Îmrokurdê dimeşin û sîyaset, liv û tevgerên xwe li gorî
emr û fermana Îmarlîyê kifş dikin û gava devêjin. Beşa duemin, ew kesên
ji Apocîyan qetyane û xwe wek aligirê PKKa berê
didin xwîyakirin, Beşa sêemîn, jî partî û rêxistinên kurd yên din ku xwe
wek dijberî sîyaseta Îmrokurdê dibînin, pêktên.
Ez ê di vir de bi kurtî li ser
Apocîyan çend gotina bêjim. Kurdên Apocî bi xwe nizanin ka çidikin, ji ber ku
qedera wan ne di destê wan da ye û ew bi serê xwe ne azadin, ew li benda emr û
feramana ku wê ji Îmarlîyê derkeve, îdî ew û bextên xwe..!! hefta
were ka çi hatibe bîra Apo û wê ji abûkatên xwe re çi bêje û wê Apocî jî
ji nûve
bi gorî sîyaseta Îmrokurdê tevbigerin.
Piştî Apocîyan Kurdên bakûr du
beş in, mirov dikare bêje; li bakurê Kurdistanê li ser du bingahan sîyaset tête
kirin,.
1- Beşek: Apo, wek serokê
partîyek Kurd dibînin û hebûna PKkê- Kongir-Gel di parêzin. Lê di gel vîyajî
kêmasî û şaşîtîyan di sîyaseta Apo de dibînin û ji ber vê yekê jî ne bi
eşkera lê di binde rexne li sîysta îmrokurdê digirin û bi awakî qels gilî
û gazinên xwe bi hevdûve dikin.
2- Beşa din: Apo xayîn, hevkarê
dewleta Tirk ya tarî û Kongir-Gel jî hêzekî ku di xizmeta dewleta Tirk de
dibînin. Ev başa han ji partî û hêzên Kurdên bakur yên cur be cur pêktên. Di
nava vê beşa han de , her çiqas her partîyekî sîyaseta wan ya bi serê xwe hebejî,
lê di dijberîya sîyaseta Apocîyan ya ku ji Îmralîyê dertê! îmrokurd"ê dibin yek.
Bi vî awayî xwîya bû ku Kurdên
bakurê Kurdistanê li ser du bingeh û felsefên cuda û ji havdû dûr ku xwe
bi tu awayî nagîhîne hevdû, sîyaset dikin.
Li tu derekî dunyayê nehatîye
dîtin û kesekî salix nedaye ku mirov îhtiraf bi partî, hêz û gurubek neke û di
ser de jî rabe rexne û gilîy û gazinê xwe jê wê partîyê bike. Rexne, gilî û
gazin li wan kes, partî û hêzên ku mirov hebuna wan qebul dike, digire, ne li
wan kesên ku mirov wan wekî diujmin dibîne.
Ew kes û rêxistinên ku li gora
mirovan xayîn û hevkarê dujmin be, ma çi hewceye ku mirov gilî û gazinan ji wan
bike..? Gelo di lîteretora sîyasî de, gilî û gazinên ji xayîn û dijminan tê çi
menayî..?
Sîyaseta bê bingeh ewe ku mirov
hebuna rêxistinek qebul neke û ji sibê hetanî êvarê, gilî û gazinê xwe lê bike..!!
Divê mirov li dijî wî kar bike û pîlan û pirojên mirovan hebe. Piranîya
sîyasetmedarên Kurdên bakur, ji bilî qal û miqaleta Apo û Apocîyan wek din
zilqit tuneye bikin, ji bê pîlan û pirojetîyan hestîyên hevdû dikojin. Ew
kesên sibê hetanî êvarê sîyaseta xwe li ser Apo dikin, bila ji Apo re dua bikin
ku Apo nebûya wê wanê çi bikirina.
Gotinek pêşîya Kurdan heye
dibêje; " Ger beq ne qure wê bi dire"
Bi gotinan savar na kele, ancax
bi qirm û qotan savar dikele. Kurdistan bi qal û miqaleta Apo rizgar nabe jê re
xebat pêwîste, bedel pêwîste, zanîn û mejû westandina li ser pîlan û pirojan
pêwîste, fedekarî bi mal, can û ruh pêwîste.
Dilbirîn:
E-Maîl |