|
Li
Mûsilê li dîjî Şîa êriş pêk hat: 47 kuştî
ÎRAQ,11/3 2005- Li bajarê
Mûsilê di hengama amadekariya cenazeyekî ji serekên tevgera Muqteda Sadr, di
hewşa mizgeftê de êrişeke xwekuştinê pêk hat, li gor agahiyên ji nexweşxanê tên
ta niha 47 kesî jiyana xwe jidest daye û 90 kes jî birîndar bûne. Metirsîn heye
ku hêjmara miriyan zêdetir bibe.
Di vê navberê
de Komîteya Alimên Sunnî yên li bajarê Mûsilê ev bûyer şermezar kirin û bang li
xelkê kirin ku biçin nexweşxanê xwîna xwe bibexşînin birîndaran.
|