|
---------------------------------------------------------------
EWRAQÊN LATÎFE XANIMÊ Û TIRSA KEMALÎSTAN
Lokman Polat
Latîfe
Xanim jina Mustafa Kemal Ataturk ya fermî bû. Gelek jin, keç û xortên wî
yên nefermî jî hebûne. Ew netenê bi jinan re herweha bi xortên ciwan re
jî razaye û ji xortên ciwan hez kiriye û wan berdaye ser xwe. Jineka wî
ya nefermî ku navî Fikrîye Xanim bû, di nav baxçê koşka serokkomarîyê de
(ku ji wir re ”Çankaya” dibêjin ) xortekî ciwan li ser M. Kemal dibîne û
ji bo ku zora wî diçe, întîxar dike, xwe dikuje.
Latîfe
Xanim bi fermî bi Mustafa Kemal Ataturk re zewiciye. Lê ji bo ku wê
dîtiye ku M. Kemal mirovekî ”Gey – Homoseksuel” e, wê xwe jê daye berdan.
Latîfe Xanim dema miriye li pey xwe gelek ewraq hêştiye. Di nav wan
ewraqan de romaneke nîvco, name û rojenivîs – nivîsên rojane hene. Wê di
nivîsên xwe de behsa jiyana taybetî ya M. kemal, xuy û exlaqê wî yê
qûndeyîyê kiriye û gelek tiştên din di derbarê wî de behs kiriye,
nivîsiye.
Dema
Latife Xanim dimre, dewleta kemalîst nahêle ku arşîva wê bê vekirin û
ewraqên wê bêne xwendin. Dewlet biryar digre ku van ewraqan di kasa
bankê de helîne, dizî bihêle û hetanî 25 salan kesek nikaribe vebike.
25
sal derbas bû û vekirina ewraqên Latîfe Xanimê hate rojevê. Tirs û xof
bi kemalîstan ket, ew tirsiyan ku ewraq bêne vekirin dê bi riya
masmediayê raya giştî pê bihese bê M. Kemal çi mirovekî pîs û bêqereqter
bûye. Kemalîstan û di serî de jî Emîn Çolaşanê kemalîst û nîjadperest
welwele derxist ku dê kesên dijê M. Kemal ewraqan li hemberê wî bi kar
bînin û loma jî divê ewraq neyên vekirin, dizî bimînin. Wî bangê dewletê
û saziyên kemalîst kir ku pêşî li vekirina ewraqan bê girtin û ew
nehêlin ku ewraq bêne vekirin.
Saziya
dîrokê ya tirk biryar girt ku ewraqên Latîfe Xanimê dizî bimîne, venebe
û kesek nexwîne. Yanî pîsîtiyên M. Kemal hetanî 25 salên din jî
berşêdayî bimîne.
M.
Kemal netenê araqxwir û homeseksuel bû, herweha ew mirovekî xêfik bû. Wî
navan tevlîhev dikir, ji Latîfe re Fikrîye û ji Fikrîye re Latîfe digot.
Ji ber vê xêfikiya wî bû ku dîtinênên wî, anku fikr û ramanên wî jî
tevlîhev bû, hevûdu nedigirt. Ew di hêla fikrî de yekî bêîstîqrar û du
rû bû. Kesayetiya wî pênc pere nedikir. Jina wî Latîfe Xanim di nivîsên
xwe yên rojane de behsa kesayetiya wî ya nebaş dike û lewre jî Kemalîst
naxwazin ewraqên Latîfe Xanimê ji raya giştî re bê eşkerekirin.
Ma
dê rastî heta kîngê bê berşêdanê? Helbet dê roj bê peykerên M. Kemal yên
ji betonan bêne helweşandin û hemû pîsîtiyên kesayetiya wî li ber çavan
bêne raxistin.
|