Celal Telebanî; "Kurdistaneka serbixwe nikare bijî"

SWÊD, 13/4 2005- Serokkomarê Iraqê Celal Telebanî dibêje; "Kurdistaneke serbixwe nikare bijî".   Kurd mîna hemî gelên din dixwazin çarenûsa xwe bi xwe destnîşan bikin. Xeyal tişteke, lê  rastî ewe ku Kurd fêm dikin ku Kurdistaneka serbixwe ne  mumkin e. Eger cîranên me êrîşî me nekin jî û tenê sînorên xwe bigirin, Kurdistana serbixwe nikare bijî.

Telebanî di hevpeyvînekê li ligel rojnameya "Libération" ya fransî got: ku piraniya Kurdan dengên xwe dan lîsteya me, ku doza federalîzimê di çerçewa   Iraq de dike, ne doza serxwebûnê dikin.

Derbarê pirsa Kerkuk de Telebanî, dçyarkirin ku,  Kurdên  di dema Sedam Huseyin de ji Kerkukê bi zorê hatibûn derxistin, ew dê bizivirin malên xwe û yên Ereb bêne şandin herêmên  ku ew jê hatibûn. Paşê, wê niştivanên Kerkukê, dê bi xwe biryarê bidin ka ew dixwazin bi Hukumeta Kurdistanê ve bêne girêdan an
jç bi Bexdayêve



 

 

 

 



 

 

Niviskar