|
|
|
Kurdan li Stockholmê bi coşek mezin "Newroz" pîroz
kirin

Stockholm, 20/3 2005- Kurdên li Swêdê do êvarê bi
beşdarîya bi hezaran kesan li Solnahalenê, Newroza xwe pîroz
kirin. Şevahenga Newrozê, ji alîyê Federasyona Komelên Kurdistan
li Swêdê ve hata organîzekirin û bi piştgirîya Hevkarêya hêzên sîyasî
yên Kurd û Kurdistan, Însîyatîfa Kurdên li Swêdê û Komeleyên demokiratîk û
Kulturî, hetanî derengîya Şevê bi dawî het.
Li dora 6000 hezar kesî beşdarî di şahîya Newrozê de
kirin. Şevahenga Nwrozê, bi muzîk, sitran, dewet û dîlana Kurdî hatanî
derengîya şevê domand. Di şevahenga Newrozê de, Peyamên hêz û partîyên cûr becûr hate
xwendin. Li ser navê Federasyona Kumeleyên Kurdistan li Swêdê seroka
Federasyonê Şermîn Bozaslan, li ser navê HEVKARÎyê Umer Sindî, li
ser navê Însîyatîfa Kurdên li Swêdê Ezîz Aliş û her wusan partî u
rêxistinên Swêdî li ser girîngîya newrozê axfîn û peyamên xwe
pêşkêşkirin.
|
|
|