|
---------------------------------------------------------------
``Kurd di bin navê Fedraliyê de Serxwebûnê
dixwazin!''
19/2 2005-
New York Times- di vê rojnameya Emerîkanî de li ser daxwaz û
hêviyên kurda hate rawestîn û ev xwestekên kurda mîna zêdekariyekê hatin
nirxandin.
Hate diyarkirin ''Gelekî zehmet e ku mirov
daxwazên kurdên ku ji desthilatdariya Iraqê ya ku dê nuh ava bibe bi navê
Federasyonê dixwazin, ji serxwebûnê veketîne.''
Rojnamê da diyarkirin ku ''Kurdên ku di
hilbijartinan de duyemîn derketin û di avakirina desthilatdariyeke nuh de ketine
devereke gelek girîng û tiştek bê wan nikare bê wan bêkirin, daxwazên xwe yên li
ser awayê Federalîzmê hêdî hêdê diyar dikin. Li gorî vê yekê, kontirolkirina
hatiniyên petrolê, jihevbelavnekirina pêşmergeyan û di bacê de dixwazin serbixwe
bin.
Di heman rojnameyê de hevpeyvînek bi birêz Mesûd
Berzanî re hatiye kirin; Berzanî di wê axaftina xwe de dibêje:
''Heke gelê kurd dixwazin bi awayekî Federasyonê
di nav tixûbên Iraqê de bimînin, divê yên dinê spasdarê wan bin.''
Dîsa hate diyarkirin ku ''Kurd dixwazin kontrola
xwe li ser hatiniyên xwe yên xwezayî -bîrên petrolê jî di nav de- çêkin û
biryara parvekirina wan ya bi hukumeta navendî re di destê hukumeta Kurdistanê
de be. Digel armanca ji hevbelavkirina YDE a derbarê hêzên paramîlîter, nêzîkî
100 hezar pêşmergeyên çekdar li Kurdistanê hene û kurd dixwazin hebûna wan
biparêzin û ji derveyê fermana hukumeta navendî tu hêzeke dinê ya çekdar
nikaribe derbasî nav tixûbên Kurdistanê bibe.
Dîsa kurd dixwazin destnîşankirina wezîrên
Kurdistanê jî di destê wan de be. Xeta kesk jî hinekî dinê bi hêla başûr de bê
şeqitandin ku bikaribe bajarê Kerkûkê, Xaneqîn û Sincar bikevin nav axa
Kurdistanê. Wekî dinê jî dixwazin ku bêyî destûra hukumeta Kurdistanê baca
Kurdistan ji hêla hukumeta navendî ya Bexdayê ve nikaribe bête zêdekirin.
Dîsa tê diyarkirin ku hêj di mejiyê serokên kurda
de dewleteke serbixwe û azad heye û dixwazin wê di saxiya xwe de bibînin. Lê vê
gavê derfetên heyî rê nadin vê yekê. Sedema vê gavê nexwestina vê yekê jî mîna
nerazîbûnên dewleta Turkiyê ne. Û dîsa ne hêsan e ku ev daxwazên kurda ji hêla
grûbên şîî û sunniyan ve bêne qebûlkirin.
Mucteba Baravî
|