|
ÎRAQ, 11/3 2005-
Piþtî hilbijartinên ku di 30ê meha Çilêdawî de ku li
Îraqê pêk hatibû, Şiî û kurdan,
di hevdîtinên ji bo hikûmeta nû ya li Iraqê de, di mijara Kerkûkê de li hev
kirin. Dr. Fuad Mehsum, derbarê mijarê de agahî da û diyar kir ku li gorî
benda 58an ya qanûne demî ya berê, kurdên ku di çarçoveya polîtîkaya
erebkirinê ya di serdema rerjma Saddam Huseyîn de ji Kerkûkê hatine koçkirin,
dê karibin vegerin ser erd û warên xwe. Dê ew navçeyên ku ji Kerkûkê hatine
qutkirin carekî din bi bajarê Kerkukê ve bêne girêdan.
Dr. Mehsum, da zanîn ku wek pirensîp li ser Hikumetek
hevbeþ li hev kirine û wê sunî û terefên din wekî Îyad Elawî û Xazî Yawer ji di
hikumetê de wezîfên girîng bigirin. Dr. Mehsum, piştî hevdîtinan, dê Mesud Barzanî, Celal Talabî û
Abdulazîz Hakîm, bên cem hev û peymanê îmze bikin.
Pirsa Krkukê ma li hêvîya" Referandûmê"
Dr. Muwafîk El Rubayî yek ji rayedarên Îtîfaqa Yekbûyî ya Şiiyan,
ragîhand ku di danûsitandina de pêşveçûnek çêbûye. El Rubayî,
dazanîn ku pirsgirêka Kerkûkê, dê bi referandumê were çareser
kirin û waha Got: "Hikûmet,
dê tiştên ku di zagonan de hatine nivîsandin bi cih bîne. Lê belê pirsgirêka
Kerkûkê, bi referandumê çareser dibe." El Rubayî, diyar kir ku herdu alî, di
mijarên wekî Serokdewletî û Serokwezîrî de hemfikirin û da zanîn
ku di gelek pirsgirêkên din, wek mijara parvekirina wezaretan de jî hê didomin.
|