---------------------------------------------------------------

Kujerên Ugur Kaymaz îro derketin pêşberî Dadegehê

Mêrdîn, 21/2 2005- Îro kujer-qatil ê Ugur Kaymazê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ku li Qiziltepe- Qoserê ji alîyê polisên Tirk  ve hatibûn kuştin, li Mêrdînê derketin pêşberî Dadegehê. Ji endamên Meclîsa Tirk ya komîsyona mafê mirovan, Cavit Torun, Mesut Değer û Faruk Ünsal wekî çavdêr beşdarî Dadegehê bûn.

 

Li der û dorê Edilya Mêrdînê tedbîrên ewleyî ji hêla polisan ve hatin girti û mirovên ku beşdarî dozê bûn yeko yek hatin kontirolkirin. Ji bîroya parêzeran ya Stenbol, Enqere, Bursa, Edene, Batman û Dîyarbekir gelek parêzer wek parêzerên Ugur û Ehmed Kaymaz tev li dozê bûn.

Doz ji alîyê Kurdan ve hate şermezarkirin

Do li Stenbol, Antalya Riha u Qoserê miletê Kurd meşîyan û kuştina Ugurê 12 salî  û bavê wî Ehmed kaymaz  û helwesta rayedarên Tirk ku rê da polisan vegerin  ser karê xwe, şermezarkirin. Zarokên bi cil û kincên mektebê jî tev li şermezarkirinê bûn.

Bûyer
Di 21ê meha mijdara sala 2004an de li Qoserê-Qiziltepe Ugur Kaymazê 12 salî bi tevê bavê xwe Ehmed Kaymaz ji alîyê Polisên Tirk ve bi minasibeta ku terorîstin, hatibûn kûştin. Lê vêcarê rûyê Jîtem, polis û rayedarên dewleta Tirk reş derketin ku zarokek 12 li tu cîyê dunê nehatîya dîtin ku terorist be.

CNN Turk:  Ji Tirkî û şîrove Dilbirîn

 

 



 

 

Niviskar