|
Konfederaliya Bê
Kon Nabe!
Uppsala, 25/3 2005- Ev bû demek ku êdî, ji hêla
medya Kurdistana Bakur ve bêjeya Konfederalizmê tê bikaranîn. Dema ku mirov ji
dûrî ve li navê wê dinihêre bi mirov
şêrîn tê û dibe
ku hinek ji me dibêjin yaw çawa dibe ku heta niha em bi ev rastiya hanê
nehesiyabûn. Jixwe heke birêz Ocalan ev rastiya hanê piştî lêkolînên dûr û dirêj
dernexistibûna holê em dê tu carî pê nehesiyana.
Erê lo bê ku xwîn
bê rijandin, bê şer û pevçûn avakirin û sazkirina sîstemeke Konfederal tiştekî
gelek xweşik e.
Lê gelo wisa ye?
Gelo wek ku tê gotin e?
Ma derfet ji avakirina sîstemeke weha reng re heye? Ma dê
garantiya gelên ku di bin sîpera vê sîstemê de dijîn hebe?
Ez wek kesekî ji rêzê, tu berjewendiya xwe di nav avabûna
sîstemeke weha de nabînim.
Ne ev sîstem xwe dide ber ewlekariya jiyana min a weke kurdekî,
ne garantiyê dide ray û ramanên min ên ku divê azad bin, ne hêviyekê dide ezê
feqîr û koçber û gundşewitandî, ne rê ji gihaştiştina mafên min î wek netew, ku
bi kêmanî bikaribin bi zimanê xwe bixwînim û di karên fermî de pê bidim û
bistînim, vedike û hema bêje ku ji tu derdî jî re nabe derman.
Lê na heke hunê bêjin ê me nav têra me dikin û xelk hesabê me bi
pênc qurişa neke jî em xwe her tişt hesab bikin, ew jî dibe tiştekî dinê.
Yanî çawa dema ku li qereçiyan dibe zivistan, di nav xwe de behsa
dawet û şahiyên dewlemendan dikin û ji hevûdû re behsa xwarinên wan ên texlîd
dikin; em jî di derfetên xwe yên herî teng de behsa tiştên weha bikin gelo ji
pêkenînê û xwexapandinê pêvtir çi wateya wê heye?
Emê bêjin wele li çar parçeyên Kurdistanê federasyonên me hene;
lê dema ku em dê yeko yeko seriya bidin federasyonên xwe ku şopeke kurdî
bibînin û çavên xwe li aleke Kurdistan ya li asîmanan kil dibe bigerînin, dê
rastiyeke bi vî rengî derkeve pêşberî me:
Li parçeyê herî mezin ala tirka ya ku ji kuştin û talankirinê
pêvtir tu tiştekî nayne bîra me ber bi çavê me keve, dê li Sûriyê ala basiyan û
li Îranê jî ya farisan kil bibe.
Heke kêmaniyek hebe ew jî li Kurdistana Başûr dimîne, ew jî dema
ku em di bişûndeanîna ala ku ji hêla Basiyên Iraqî ve hatibû çêkirin biserkevin
êdî hemû federasyonên Kurdistanê azad dibin û wekî dinê jî pêwîstî bi tu xebatê
a ji bo kurda û Kurdistanê ve namîne(!).
Wek min got heke em ne ji ewên ku zikê xwe bi gotinên teorîk- ku
tu carî lingê wan nagihêje erdê- tije dikin bin, em dê hêsantir di mijarê
bigihêjin û dev ji lidûvbazdana di çolistanan de ya lipê rewrew û leylanan
berdin û ji xwe re li kaniyeke rasteqîn bigerin.
Ji bo çi ez van gotinên ku dê bi hinekan ne xweş bên dikim? Ji
ber ku di felsefa avakirina van federasyona de doza tixûb û sînoran tuneye,
daxwazên dewletbûyênên û xwedîtiya li saziyên dewletê tuneye. Konfederasyoneke
ku federasyonên wê yên yên dê bibin endamên wê tunebin, gelo dê ji derdê kê re
bibe derman? Yanî ne federasyoneke li ser bingehên cografî û nejî li ser
bingehên dîrokî an jî neteweyî tunebe gelo em bahsa kîjan federasyonan dikin?
Yanî heke mijar îlahîm avakirina federasyoneke sporê be, ew tiştekî dinê. Belê
dê di hinek deman de bi sedhezaran kes bêne rex hevûdû û hemû jî yek durişmeyê
biqîrin lê belê dema ku ji hevûdû belav bûn û yeko yeko çûn malê xwe, dê pê
bihesin ku qîreqîr û hole hola vala bû…
Erê di konfederasyoneke ku federasyonên wê tunebin, bi sazî û
dezgehên xwe di destê gel de wêneyekî çawa dimîne?
Dimîne azadiya konvegirtina qereçiyan.
Tedî her çendeyê carekê qereçiyan çend konên xwe li pişta ker û
hespên xwe kirin û birin li ber çemekî ji xwe re konên xwe vegirtin.
Erê yanî konfederasyona xwe ava dikin. Konfederasyona wan, ji wan
konên ku li rex hevûdû hatine vegirtin pêk tê.
Erê ne axeke wan a ku lê xwedî derkevin heye, ne warekî wanî ku
bikaribin lê du keviran deynin ser hevûdû… lê heke tu ji wan bipirsî dê bibêjin
ma azadî di ser ya me re heye?
Lê heke mirov li herema ku ew lê ji bo demekê dijîn lêkolînê bike
dê bibîne ku yên di nav gel de kêmtirîn xwedî rûmet û tim destê wan li ber xêrên
xelkê vekirî ew in.
Lê ez ji vê mînaka xwe jî baş ne ewle me, ji ber ku ê wan wek
qereçiyan û bi navê qereçiyan dikarin konê xwe vegrin; ê me ez bawer nakin bi vê
bernameya nu em bikaribin li ser navê xwe konên xwe jî li çend deveran vegirin.
Dibe ku yên di bin konan de em bin, lê rengê konê me divê ku yê
wan be.
Mirov dikare vê daxwazê jî mîna daxwaza bajarê Eflatûn ê xiyalî
bibîne û her ku mirov bêriya kurdistaneke azad bike li ser bifikire lê wekî dinê
ne karê aqila ye ku mirov rabe şîroveyên dûdirêj li ser çawa bicîhanîna wê bike.
Lê ez dîsa ji ferzkirina vê fikrê, li ser milletê kurd li çar
parçeyên Kurdistanê di fikara de me…
Ji ber ku îro roj cîh li hemû welatên, ku gelê Kurd di nav wan de
hatibûn parêkirin teng bûye. Û Yekîtiya Dewletên Emerîka dixwaze ji nuh de
herêmê li gorî daxwaza xwe biguherîne û hukmê xwe li ser wan xurttir bike. Di
her çar parçeyan de jî ji bilî Kurda tu neteweyekî dinê ku bi dil û can bikaribe
bi destê YDE bigre tuneye. Û bi têkçûna rejîma Saddam Husênî kurd nîvazad bûn. Hêzên
ku vê gavê xwîna kurda hêj jî dimêjin hay ji vê rewşê hene û wekî tedbîrekê, ji
bo ku di destêwerdanên ew welatên dinê tiştinî mîna federasyonê ku ji bo azadî û
serxwebûnê gava yekem e rûnedin, dafikek weha li ber gelê Kurd vedan û dibe ku
bi zanebûn wek partî bêne xurtkirin jî.
Partiyek wisa ku hem rengê kurda pêkeve û hem jî daxwazên kurd û
Kurdistanê pê re tunebe…
Xweziya min ew e ku ez di vê fikra xwe de şaş bim, bi rastî jî
heke ev ji bo tiştekî wisa be, bobelateke mezin e ji bo milletê kurd. Lê heke ev
dilsoziyek be ez dibêjim encama wê dîsa heman tişt e, yanî heke gelê kurd li çar
parçeyan xwe bi vê fikrê bigirin, û di demeke ku derfetên dîrokî derketine
pêşberî wan rûyê xwe ji rastiya rojhilata navîn biguherînin û bi nerînên teorîk
ku lingên wan tu carî nagihêjin erdê bixwapînin bobelat û berpirsiyariyeke mezin
e.
Ji ber ku milletê kurd xîretkêş e, dê her ji bo vê yekê jî baz
bide û di ber xwe bide, lê mixabin di warê bidestxistina mafan de kêrî tu
tiştekî nayê…
Mucteba Baravî
mkurmanci@hotmail.com
|