|

Jidayîkbûna Qasidê Xwedê!
-Mucteba
Baravî-
(Ha Muhemmed!) " Me Tu Ji
bona ku ji aleman re bibî rihmet, şand!".
Sûretê Enbiya Ayet:107
(Ha Muhemmed!) ..Û tu li
ser exlaqekî mezin î.
Sûretê Qelem
Ayet: 4
"Bi rastî ji
we re di Resûlê Xweda de, mînakên qenc hene..."
Sûretê
Ehzab Ayet: 21
Di nav cîhanê de tu afirandiyên ku ji mirov, di
nuqteya jihevderxistinê de, daberhevdan û hilbijartinê de pêşketîtir û têkûztir
tune. i xwe dema ku Xwedayê Teala xwestiye ku mirovan li ser erdê biafirîne ji
wan re gotiye ‘’ez ê xelîfeyekî li ser dinyê biafirînin’’ ez bawer dikim ku
gelek ji me di wateya xelîfe digihêjin û dizanin ku dema yek li ser nave kesekî,
tiştekî birê bibe ew dibe xelîfeyê wî . yanî dema ku mirîdekî şêx di sofîtiya
xwe de pêş de çû, şêx wî li deverekê dike xelîfe û yên wê herêmê li ser navê
şêxê mezin têkiliyên xwe bi wî kesî re datînin.
Di mînakê de xeletî nebe, Xweda jî mirov ji bo xwe
li ser dinê kiriye Xelîfe ku bikaribe bi ew sifet û taybetmendiyên ku çirûskin
ji yê Xwedê ne bikaribe tevbigere, bi gotineke dinê bi exlaqê Xwedê xwe
bixemilîne û bixwaze weke wî bike.
Bi wê îradeya ku Xweda dayê li ser tiştan, riyan
hûr kûr bibe û bikaribe ya qenc û xerab ji hevûdû derxîne. Riya xwe bibîne û rê
pêş xelkê bike….
Dema ku mirov berê xwe dide cîhana rûhberan, mirov
dibîne ku Xweda jibo her cûreyek ruhber serokin danîne.
Dema ku çivîk bi qefletî ji derekê ber bi dereke
dinê de difirin serokekî xwe yî fitrî hene û li pê wî dicing.
Xweda heta mêşa hingivîn serokek bo wan
hilbijartiye û bi tevdîra wî karê xwe birêk û pêk dikin, ji tevlîheviyê rizgar
dibin. Baş e ji bo ruhberan serokên rêber hene bo çi ji ew ruhberên ku Xwedayê
Teala ji hemuyan bêtir ew birêk û pêk afirandine û ji hêla taybetmendiyên xwe de
wek serdar hatine afirandin rêberan neşîne û bêser û ber berde. Ev yeka bêîmkan
e.
Belê rast e ku heş li rastiyê digere û dixwaze bi
tena serê xwe ji hevûdû derxîne lê mixabin ji ber ku gelek rêbirên cûr bi cûr
derdikevin pêşiya heş û bandore lê dikin, gelek caranö heş jî ji rê derdikeve û
ew rêwîtiya ji bo dîtina riya rast bêencam dimîne. Heş carcaran dibe bendeyê
qawetê, carna jê yê berjewendiya xwe û carna jê jî dibe yê şehweta xwe û sedemên
bi vî rengî rê nadinê ku di wê rêwîtiya xwe ya lêgerînê de berdewam be.
Aha girîngiya
Qasidan di vê derê de fam dibe… Xweda ji nav mirovan, yekî mîna wan, lê yê
nêzîktirê riya rast hildibijêre û tiştên ku divê mirov bizanin pê dide zanîn û
ji bo gotina wê yekê wan dike Qasid.
Ji ber ku
mirov jibîrker e, serê her demekê pêdiviya wî bi hişyarkirinê û bîranînê heye.
Ji xwe tiştekî gelekî xweza ye ku bi demê re gelek tişt bêne jibîrkirin û
guhertin. Ji ber vê yekê Xwedayê Teala serê her demekê ji bo hişyarkirina
mirovan ji nav wan milletan bi zimanê wan Qasid şandine da ku riya rast pêşkêşî
wan bike. Bi sedem zehmetiya çûyîn û hatinan û kêmtêliyan di demekê de dikarîbû
çend pêxember jî hatibûna. Mîna Cenabê Mûsa û Cenabê Şuayb Silavên Xwedê li ser
wan bin di demekê de hatine û yer yekî ew gelên ku di nav wan de bûne ji
xeletiyan hişyar kirine.
Karê Qasidên
Xwedê tenê şiyarkirin û pêhesandin e. Karê wan gotina rastiyê ye, piştî ku wan
gotina xwe got, êdî ew kesên hatin hişyarkirin li dûv wî Pêxemberî diçin naçin
ew bi kêfa xwe ne û dê hesabê xwe jî li gor wê yekê bidin Xwedê.
Aha di ser
wefata Cenabê Îsa Silavên Xwedê lê bin, 571 sal derbas bûbû ku tu qasid
nehatibûn. Dînê ku Xweda bi destê wî pêş mirovahiyê kiribû, êdî ji hêla peyrevên
wî ve geh bi zanîn û geh bi nezanîn hatibû guhertin.
Dînê der û
dora erebistanê jê hayidar bûn, yanî Dînê Henîf ku Dînê Kalikê Pêxemberan Cenabê
Îbrahîm Silavên Xwedê li ser bin, ew jî êdî hatibû jibîrkirin.
Ew xaniyê ku
ji bo bibe sembola Yekîtiya Xweda û bi wê niyetê tewafa wê bikin êdî bi senemên
Muşrikên Qureyşî hatibû dagirtin.
Mirovahiyê
Çirûskek nuh digot; ew li bendî ronahiyeke xurtir bûn. Ji bo ku ew bikaribin
riya rast bibînin êdî ew dînên jibîrbûyî têrê nedikirin û gel di nav şaşiya
lipêçûna bav û kalên xwe yên rêwenda de şaşmayî bûn.
Pêdiviya wan
bi Qasidekî nuh hebû… wan hatina wî Qasidî gelekî dixwestin. Zanayên File û
Cihûyan mizgîniya nêzîkbûna wî didan der û dorê…
Belê dem
hatibû.. Dema şandina Qasidekî nuh.. Dema jinuh de pêhesandinê… Dema nîşandana
riya rast… Dema hilbûna rojê… Dema eşkerekirina baweriya rasteqîn û rêpêşkirina
mirovên rêwenda…
Ew jî herwekî
yekî dinê hate dinê, lê Xweda parastina xwe ji ser wî kêm nekir. Herçendî berî
bê dinê bavê wî û hêj şeş salî bû ku dayîka wî ya dilovan çû dilovaniya Xwedê.
Lê Xweda ew
bê kes nehişt û di bin çavdêriya destê dilovaniya xwe de mezin kir.
Kalik û Apê
wî jê re kirin dê û bav, hişt ku mirov jê hes bikin û lê xwedî derkevin.
Lê ew jî her
mirovek bû, di nav civata xwe de. Dema ku wî jî dixwest wekî yên der û dora xwe
bike Xweda ew ji vê yekê diparast û rê li ber digirt ku jiyana wî ya pak û paqij
tevlî kirêtiyên demê nebin.
Tu kesekî jê
gotineke derew, xapandinek an jî xerabiyek nedît. Ev yeka hanê jî bû sedem ku di
nav gel de bi navê Muhemmedê Rasteqîn bête naskirin, wê gava ku wî gelê xwe
civandibû û ji wan pirsîbû ku ’’hun min çawa nas dikin?’’ hemûya pevre gotibûn
’’Tu Muhemmedê rastgo yî!’’
Ji xwe heke
ew jî mîna yên dinê ji rê derketibûna, ma dê çawa kaniya rastiyê ya ku dê dem û
dewrana av bide, ji wî biherikiyana? Ma heke ew ne Muhemmedê rastgo bûna, dê
çawa tîrijên dînê ku wî pêşengiya wê kir bigihaştana çar aliyê cîhanê û ji her
milletî kesan bi dilgermî xwe pê bigirtana û bi dil û can li pey şîreta ku ji
hinda Xweda ji bo wan anîbû biçûna?
Ez li vê derê
dixwazim bala we hinekî jî bikşînim ser ew serdema ku Xweda ew tê de afirand û
anî dinê:
******************
Dinya dîsa di
şevreşa nezaniyê de digevizî, xerabiyan bi destên hevûdû girtibûn û govend li
dar xistibûn.
Li tu deverên dinyê ronahiyeke ku dê rêberiyê ji
jiyana mirov re bike û wî dilgeş bike xwiya nedikir.
Mirovahî li bende Nûrekê bû.
Nûreke ku dê rastî û xeletiyê ji hev veqetîne.
Mirovahî li bende dengekî berz û bilind bû; ku
careke din rastiya mirov û mirovahiyê, armanca afirandina mirov û karê wî yê
bingehîn ê li dinyê pê bide zanîn.
Mirovahî li bendî baraneke xurt bû; da ew dinya ku
bi salan genî û gendel bûye paqij bike û bihareke rengîn bo wan diyarî bike.
Rewşa 'Erebistanê
Herwekî rewşa dinyê, ya 'Erebistanê jî tarî û nexweş bû.
Digel ku Hz. Îbrahîm wek sembola Yekîtiya Xwedê di nav wan
de Ka'be ava kiribû, piştî demeke kurt hindurê Ka'beyê bi pût û seneman
dagirtibûn.
Her qebîle û 'eşîrek pût û senemekî xwe hebû. Heta hema
hema di her malekê de jî senemek hebû.
Digel vê yekê baweriya Xwedayekî mezin bi wan re hebû.
Digel ku ji Xwedê bawer dikirin perestî pût û seneman dibûn û li ber wan
digeriyan.
Di nav 'erebên wê rojê de mirovên Şa'ir dereke xwe ya
girîng hebûn. Dikarîbûn li ser helbesteke wan pevketana û hev bikuştana, û
dikarîbûn li ser helbesteke wan aş bibûna û şer bidana sekinandin.
Dîsa ji bo wê rojê Kahîn jî di nav 'ereban de gellekî bi
rûmet bûn. Mirovên mîna 'Şiq û Satih' ji bo wê rojê navdar in.
Rewşa 'Erebistanê, ji bo wê rojê gellekî nexweş bû. Talan,
birakujî, hevxapandin, zinêkarî, qumar, qezencên mîna selef û ribayê yên neheq,
pelçiqandina mafê kesên kêmtaqet, binaxkirina keçikên bêguneh, rewşa koleyan ku
ji dervê mirov bi her çavî li wan dihat nihêrîn, nezanîyeke bêsînor û hîna bi
dehan xerabî û nebaşiyên din fersenda jiyanê di çola 'ereba ya fireh û li ser
bingehên 'eşîrtî û qebîletiyê hatiye danîn dîtibûn.
Mirov bi saya hebûna şevê rojê, bi saya sermayê
germê, bi saya tahl şêrîn, bi saya zilmê 'edaletê, bi saya xerabiyê qencîyê, bi
saya tarî û şevreşa kufrê dikare ronahîya roja Îslamê ya pîroz nas bike.
Bûyera Devlokê/
Fîlê
Gelê `ereb her çiqas ketibûn nava vîlçoqa şîrk û
senemperestiyê jî, cardin rûmeta Ka'beyê digirtin û her sal qefle bi qefle
dihatin tewafa wê. Ev yeka qe jî xweşa file û cihûyan nediçû. Ji bo rê li ber vê
toreya 'ereban bigre û bi wan bide jibîrkirin, waliyê Hebeşiya yê Yemenê, li
Sen'ayê bi mesrefekî gelek mezin dêrek bi navê Qulleys da çêkirin; da ku êdî
gelên `ereb dev ji Ka'be berdin û biçin dêrê.
Lê belê gelekê cara hesabê malê û yê sûkê li hevûdû
dernakeve. Tevî fiyaxe û xemla xwe dêra ku Ebrehe dabû çêkirin, vala vala, di
halê xwe da dinaliya. Ê ku dihatinê jî ne ji bo perestiyê, ji bo dîtina xeml û
xişlên wê dihatin.
Mîna ku ev bersîva têra Ebrehe nedikir, mirovekî
navê wî Newfel çû tê de pîsî kir û di her derê wê da.
Dema ku Ebrehe vê yeka bihîst heş ji serê wî çû û
waha got:
-'Ereb vê yekê ji bo ku ez berê xelkê ji Ka'beya
wan diguherînim dikin. Ez ê jî Ka'beyê xera bikim û kevirekî li ser kevirekî
nehêlim.
Ebrehe ji bo vê xwesteka xwe bicîh bîne, di demeke
kurt de, artêşeke mezin saz kir û tevî artêşa xwe, kete rêya Mekkeyê.
Ev nûçeya `ecêb di demeke kurt de li nav gelê ereb
belav bû. Her çiqas ku li du sê ciyan xwestin ku bi artêşa Ebrehe re ceng bikin
jî, li hember artêşeke têkûz zû şikestin.
Êdî Ebrehe û artêşa xwe ya ku leşkerên wê tevek ji
Hebeşiyan bû, nêzîkî li Mekkeyê kiribû.
Di pêşiya xwe de qefleyek `esker şandibû, ku ev
qeflê eskera çi hatibû pêşiya wan talan kiribûn.
Di nava wan de dused lib hêştir (deve) ên bapîrê
Pêxemberê me `Eleyhîsselat û Wesselam 'Ebdulmuttelib jî hebûn.
Ebdulmuttalib û çend mirov çûn hinda Ebrehe.
Ebrehe armanca hatina wan pirs kir.
'Ebdulmuttelib :
-Em ji bo hêştirên/ deveyên xwe
yên ku hatine talankirin hatine hinda te. Ebrehe li xwe şaş ma û got:
-Tu hatiyî ji min hêştirên xwe
dixwazî û dev ji doza Ka'beyê berdidî; digel ku ev dînê te û yê bav û bapîrê te
ye? Bêgûman ez ji bo xerakirina wê hatime; derheqê vê yekê de bi min re
nepeyive! Ebdulmuttelib got:
-Ez xwediyê hêştirên xwe me. Ev
xanî yê Xwedê ye; dê ew nehêle tu xera bikî!
Ebrehe hêrs bû û got:
-Kî dikare nehêle!
'Ebdulmuttelib got:
-Ha tu û ha ev (ka'be)
Ebrehe hêştirên 'Ebdulmuttelib lê vegerandin.
'Ebdulmuttelib tevî dused hêştirên xwe vegeriya
Mekeyê û tiştên bi gûhê xwe ji Ebrehe bihîstibû ji gelê xwe re got û ji wan
xwest ku derkevin serê çiyê.
Dûvre digel çend mirovan çû hinda Ka'beyê, bi
qulpa deriyê wê girt û waha li ber Xweda geriya:
-Xwedayê min!
'Evdek jî mala xwe diparêze. Tu jî mala xwe
biparêze! Da ku sibê xaç û qaweta wan zora qaweta te nebe.
Ebrehe artêşa xwe ji bo êrişkirinê amade kir û devlokekî
mezin jî xiste pêşiya artêşa xwe.
Nufeyl bîn Hebîb rêberî ji artêşa Ebrehe re dikir.
Dema nêzîkî li Mekkeyê kirin Nufeyl devê xwe xist guhê Fîlê Mahmûd û waha got:
-Bi xêr û selamet vegere ciyê ku tu jê hatiyî!
Tu ketiyî welatekî Xweda heram (Pîroz kiriye,
hurmet dayê) kiriye!
Piştî vê gotinê Nufeyl reviya xwe heta ku gihaşt
çiya.
Fîlê Mahmûd li ser vê gotina Nufeyl ji nifşkade
mexel hat.
Kirin nekirin fîl ber bi Ka'beyê de neçû. Berê wî
didan Yemenê diçû, berê wî didan Şamê diçû, berê wî didan rojhilat dîsa diçû; lê
belê dema berê wî didan Ka'beyê, te digot qey hineka qawet ji çogên wî derdixist,
ew fîlê weke 'ecêbekî mexel dihat.
Kirin nekirin devlokê pêşiya artêşa Ebrehe ber bi
Ka'beyê de gav neavêt.
Hîna devlokajoyan di ber devlokê didan, ku Xwedayê
Qehhar û Cebbar, ji bo mehûkirina artêşa Ebrehe, ferman da eskerên xwe.
Ji nifşka de qefleyek çûkên Ebabîl ji aliyê bahrê
derketin û êriş li ser artêşa Ebrehe danîn.
Her çûkekî sê bixuşk bi xwe re hilgirtibû.
Mezinbûna kevirkên çûkên Ebabîl mîna noka û nîska bûn.
Kevirkên xwe mîna gulla datanîn `eskerên Ebrehe.
Bixuşk li kîjan eskerî diket, malik lê xera dibû! Bi tîfilan goşt ji laşê wan
diket û berbigor dibûn. Kevirek ji wan kevirana li Ebrehe jî ketibû. 'Eskerên
Ebrehe ew jî bi xwe re revandin.
Heta ku Ebrehe gihandin Sen'ayê qansî ferxikekî
teyra mabû. Heta ku dilê wî neperçivî Ebrehe can neda.
Ev bûyera di Qûr'ana pîroz de waha derbas dibe:
-1. (Ha Hezkiriyê min!) Te nedît ku Rebbê te çi
anî serê xwediyê devlokê (fîlê)?
2.Ma min ew da’fika wan vala dernexist?
3. (Min) Çûkên Ebabîl şande ser wan.
4. Wan çûkana kevirên ji heriya sorkirî davêtin
ser wan.
5. (Xweda) Bi vê yekê wan kire mîna çandiniyên
çûka xwarî.
Xwedayê Teâla ew Ka'beya, ku
dê demek şûnde bike qiblegeha hezkiriyê xwe bi destê Ebrehe nedabû xerav kirin û
bi awayekî xeybî parastibû.
Ev bûyera, berî ku Pêxemberê me ji dêya xwe re bibe,
pêncî rojî çêbûye.
Fêkiyê Dara Kaînatê Li Rûyê
Dinyê
Di bîstê meha Nîsana sala 571ê mîladî (12 yê Rebî`ul Ewwelê,) roja dûşemê de,
giloka nûrê, roniya çavan, hêviya mirovahiyê, lingê xwe avête ev dinya ku, ji
nûra Tewhîdê bêpar mabû.
Şeva Ku Ji Dayîka Xwe
Bû
Şeva ku Qasidê Xwedê tê de hat dinyayê gellek
bûyerên xerîb çêbûn;
1. Hz.Amîne û yên li hinda Wê, yanî dêya Osman b.
As û `Ebdûrrahman dibêjin:
-Şeva weladetê de, me ronahiyek wisa dît, ku
rojhilat û rojava pê xwiya dibû.
2.Wê şevê senemên hundirê Ka'beyê gellek jê
sernixûn bûbûn.
3.Qesra Kîsra hejiya û çarde sitûnên wê ketin.
4.Av li newala Semawe rabû û di bin avê de ma.
5.Gola Sawa- ku dihate teqdîs kirin-, di wê şevê
de ava xwe mêt û zûha bû.
6.Li Îstaxrabad ê, agirê farisa yê ku perestî wî
dibûn û ji hezar salî virde, bêyî vemirandin vêketî bû, di wê şevê de, ji aliyê
Xweda ve hate vemirandin.
Ev mû'cîzeyana rê me didin ku, ev zarokê îşev hatiye
dinyayê, dê perestiya ji dervê Xweda rake; yanî wê rûyê `ereban ji
senemperestiyê û ê farisan jî, ji agirperestiyê biguherîne û bide Xwedayê yek û
bê heval.
7.Şairê Cenabê Pêxember Hesen kurê Sabit dibêje:
Ez ya heft salî bûm yan heyşt salî. Sibehekê yekî
cihî heta ku deng tê hebû diqîriya
-Gelî cihûyan!
Heta ku Cihû lê civîyan û jê pirsîn:
-Çi bû ji te? Tu waha dikî hewar û gazî?
Cihû got:
-Bila haya we jê hebe îroj sitêrka Ehmet za. Îşev
Ehmed (Muhemmed) hate dinyayê.
8.Di wê şeva de, zanayekî Cihûyan, di nava civatê
de pirsî:
-Îşev tu zarokên we çênebûn (nehatin dinyayê?)?
Mirovên li civatê rûniştî:
-Haya me jê tune ye; hela ka em bipirsin.
Cihû gotina xwe waha tajo:
-Îşev sitêrka Ehmed `Eleyhîsselat û Wesselam
derket! Ev sitêrk, sitêrka pêxemberê axirzeman e. Li nava qolincê Wî, şa'nikek
sor î bi mû heye. Vê yekê qenc di heşa xwe de bigrin!
Taliyê bûyîna Pêxemberê me `Eleyhîsselat û Wesselam, ji cihû re dibêjin. Cihû
dixwaze ku bi çavê xwe bibîne.
Dema nîşanî wî didin, cihû ji xwe diçe, vedixume.
Dema heşê wî tê sera, civatê jê pirsî:
-Xwelî li serê te be ! Çer bû?
Cihû:
-Êdî qasidî ji destê kurên
Îsraîl derket! Kitêb jî, ji destê wan çû!
Êdî qedr û rûmeta alimên cihûya
jî nema. Dê `ereb, bi qasidiyê rizgar bibin! Îcar ha koma Qureyşiya! Dilê we
hênik bû! Kêfa we hat!
|