|
---------------------------------------------------------------
Kerkûk kengî bû ya me ku em niha ji bo ku ji destê
me neçe şer bikin?
6/2
2005- Kerkûk di
Lozanê de bi awayekî fermî çûbû. 3.5 milyon Turkmen dema ku ji hêla
Seddam ve hatin belawelakirin jî bi awayekî fiilî çû. Me di şerê Kendavê
de dikarîbû bişûndevegera wan bixwastana. Emerîka jî dikarîbû ev yeka
hanê bikirana. Lê me nexwest. Rehmetiyê Ozal ketibû xiyalên yekê deynê
sisêya bidestbixîne. Yanî vê gavê em cezayê polîtikayên xwe yên rojane
dixwazin. Di dema Partiya Demokrat de Pakta Bexdayê hebû. Li Turkiyê
serhildana 27ê gulanê çêbû. Li Iraqê Ebdulkerim Qasim ket. Seddam
desthilatdarî xist destê xwe. Iraq bû dujminê me. Piştî şerê kendavê
otorîteya xwe wenda kir. Eskerên tirk 10-15 kîlometra ketin hundir û di
wê derê de bicîh bûn. Heke Kerkûk têkeve binê kontrola Kurda ev yeka bi
tena serê xwe nabe sedema şer. Heke em tiştekî wisa bikin, dê mecbûr
bimînin ku bi hukumeta Iraqê ya kukla û YDE re şer bikin.
Di yekkirina Turkmenan de em biser
neketin. Wek Çar partiyên cihê cihê ketin hilbijartinan. Tiştê ku dê
bibûna ev bû. Ya rast me sinyalên ku vî tiştî gelekî nakin karê xwe jî
dabû. Ji bo nimûne, Serokê Genelqurmayê yê duyem digot: Mustefa Kemal
Ataturk gotiye ''em bi hêsanî dikarin Mûsilê bistînin, lê belê em
nizanin bê dê encam çibe. Ev gotina hanê ma naye vê maneyê ''Hun guhê
xwe nedin xetên sor. Merc guherîne. Em dê ji bo ku teror nikaribe
têkeve welatê me herwekî hercar em amade bûne dê ji niha û vir de jî
amade bin.''(a rast jî ev e) ev yeka hanê li gor gotina ''Di welêt de
aştî û di cîhanê de aştî'' û bi biryarbûna''Çavê me ne li bihustek axa
tu kesiye û em xîçikekî xwe jî nadin tu kesî.''ye.
Li gor me, gotina birêz Serokwezîr, ku ji
hêla grubaAK-Partî ve jê re li çepika hatin dayîn, ji perşerefeveke
siyasî pêvtir ne tu tiştek e. Ma ji gotina birêz Ebdullah Gul ya ku
gelekî bi diplomatî û zîrekî hat gotin ku ''Em dê li encaman binihêrin.
Em dê li gor wê yekê tiştê ku pêwîst e bikin.'' Jî nayin vê wateyê.
Talabanî ji nihade ; ''Kerkûk; dê bibe bajarekî ku Kurd û Tirk lê bi
biratî dijîn.'' Dibêje. Hun dikarin çi ji bo vê helwesta hanê bibêjin?
Ma hun dikarin bêjin ''Na îlahim hun ji bo me xeter in'',?
Ma dê ji me re nebêjin:
Ma hun ne dewletin, heta niha we xwe çawa
parastiye ji niha û vir de jî xwe wisa biparêzin?
Gelek xelet e ku em bitirsin ku du
eşîretk, birayên me (!)yên kurd ên li rojhilata başûr (çima qey hun tirk
jibîr dikin ku herema ku we navê rojhilat jî lêkiriye kurd in?) ji me
veqetînin. Berî her tiştî gelê Kurdê dîndar, Li pê Marksîst-Lenînîstan
naçe (wele Birêz Huseyin ez nizanim ku tu nimêj dikî yan nakî lê belê ez
qenc dizanim ku birêz Mesûd berzanî di hemû axaftinên xwe di bi
Bismillah dest pê dike û pênc weqt nimêja xwe dike, ma ew ne misliman
in, marksîst in û dewlet û eskerên ordiya te ku nahêlin jinê we laçika
xwe bide serê xwe misliman in? An Ataturkê we yê çi li ser navê îslamê
hebû hemû kir bin lingê xwe? Ne hewceyî dirêjkirina gotinê ye, lê tu bi
xwe jî dizanî ku azadiya mislimana li herema Kurdistanê dehqatî ya ku di
dewleta kemalîst de heye.)
Heke îroj referandûmek çêbibe, dê 99 % ji
birayên me yên Kurd digel ew neheqî û destzoriya ku dîtine, dê bibêjin
ku em ji dewleta Tirk venaqetin. (Wele ez nikarim bêjim dê 99% azadî û
serxwebûnê bixwazin lê bi hêsanî dikarim bêjim ku dê 50-60 % serxwebûnê
bixwazin.)
Kurd ne ji bo ku Kurd in, lê ji bo ku
dîndarên gelek hişk in destzorî û tahde li wan têkirin. ( Wele ev jî
nîvî rast e, nîvî derew e, ji ber ku erê yek sedema pelçiqandina wan
jiber ku misliman in, eskeriya we ya bêîman heta ku ji destê wan tê wan
dikujin û neheqiyan li wan dikin lê a dinê jî tenê ji ber ku Kurd in
têne kuştin, gundên têne valakirin û ....)
Gotinên weke ''Otonomîyê'' gotinên vikî
vala ne. Ew wekîlên ji rojhilata başûr têne hilbijartin, wezîr û heta
yên ku dibin serokwezîr hema hema hemû ne Kurd in? (Belê rast e kurd in,
lê kurdên ji hêla resmiyetê de neteweyê xwe înkarkirî ne.) Ma piştgirên
wan jî, eşîretên wan jî tunene? Tiştê ku ji bi rêkên demokratîk bi dest
dixînin ma nagrin? (li vê derê Husên begê min û we dîsa xwe li xamiyê
datîne û ji bîra xwe dibe ku di demên hilbijartinan de serekeskerên wan
gund bi gund digerin û şîreta dikin ku ''nebî nebî hun dengê xwe nedin
partiya kurda(!) heke hun bidinê dê gundê we bêne şewitandin û êdî tahma
we ji destê me namîne".
Heke Hekkarî paş de maye, gelo Çankiri
gelekî pêşde ye? Ji vê hêlê de newekheviyek heye? ( tu bi xwe jî dizanî
ku heye loma te navê Hekarî bilêv kiriye)
Kurd digel Tirkan sazkerên vê dewletê yên
bingehîn in. (Heke bi rastî baweriya we ev e, çima hun vê yekê di yasaya
bingehîn de bicîh nakin û nîmetên ku Tirk wek milletekî jê fêdê dibînin
fêdedar nabin?)
Li vê dera hanê digel ku dewletê bi
rijandina çiqas xwîna hatiye avakirin heye, ma çi karê wan di lipêçûna
du eşîretka heye?
Ma Yasaya Bingehîn, di navbera
hemwelatiyan de cudatiyekê dike? (Na Husên begê min nake, tenê ji Tirka
re dibêje hun henin û ji Kurda re dibêje hun tunene.)
Birayên me yên Kurd, her tiştê ku dixwazin
bi saya wekîlên xwe ma nikarin bibêjin? (Çend nîvwekîlên me du sê gotinê
me di meclîsa we de gotin heta do pêr jî di hepsê de bûn, wekî dinê qey
yên hun nikarin Hesen degerê ku digot ''ezê ji were deryayê bînim
Amedê'' jî di zindana xin. Yan jî yên ku tayîna karmendekî an xedemeyekî
bixwazin, sucdar bikin)
Ma ew xizmeta ku para wan dikeve ji
dewletê wernagirin? (Belê wele hema hema li ber serê her gundekî
qereqolek hatiye çêkirin û lêdan û tade têra wan heye û tew ji yê tirka
bêtir jî.) Ma di hilbjirtinên herêmî de ji nav xwe naneqînin?
Ma bi zimanê xwe naaxifin û li gor î orf û
adetên xwe najîn? (Na wele bi saya serê asîmilasyona we ya bi dehsalan û
partiyên me yên bê besîret ji demakê û virde di bajaran de bi zimanê we
yê bişaftinê diaxifin û mixabin çanda we ya kirêt ku di estlê xwe de ne
ya we jî ye ber bi me de tê.)
Ma otonomiya ji vê yekê çêtir heye? (erê
wele otonomiya ku her tişt di destê gelê min de ye bi navê gelê min
têkirin, perwerde bi zimanê min e, esker û polîs ji neteweyê min e,
dayîn û sitendinên fermî bi zimanê min e. Û li ser banên min bi azadî
kilbûna rengên min in.
Tu tirsa me ji Federasyonê tuneye, lê tu
pêwîstî bi wê jî tuneye (... di diya derewçiya ... ku tirsa te ji
Federasyonê tuneye?) Ma dewlet bi tirs û gûmanan tê birêvebirin? Em
digel Suriye û Îranê bi kîjan pîvanan cîraniyê dikin, ji niha û wade,
divê em digel Iraqê jî bi heman pîvana tevbigerin. Di encamê de bêgûman
dê heddê ew kesên ku xwe nizanin bête nîşandan. Gel ji ew axaftinên
hamasî re li çepikan didin, lê bêyî ku şert û mercên wê hebin, dua ji ew
kesên ku milletekî belaseve dixin şer re jî nayên kirin. Em heşê xwe
bidin serê xwe. Divê em xwînsariya xwe qet jidest nedin. Xwedê alîkarê
me be. (Xwedê insaallah pozê we têxe pîsiyekê ku heft bavê we jî were
nikaribe jê derxîne. Xwedê li gor dilê we yê pirçgirtî û reş bide we.
Hüseyin Üzmez
Tehlîl:Mucteba Baravî
huzmez@vakit.com.tr
|