---------------------------------------------------------------

Ji serekên Kurdistanê ên delal û giran re

 Kamran-Bedirxan

Ji pirtûka Kamran-Bedirxan ya bi navê Dersên Şerîetê.

 


 DÎBAÇE
Ji serekên Kurdistanê ên delal û giran re..
Tu şik tê de nîne ko ji bo me hemîyan, daxwaza mezintir serbestîya welêt e.
Her kes dizane ko serbilindayî û azayîya miletekî bi zanîn û bi mêranîya welatîyên hev dikevin dest.
Miletên dinyayê ên aza û serbest bi zanînê serfîraz û xurt bûne. Destpêka zanînê jî xwedin û nivîsandin e.
Heke îro Kurdistan wêran e û Kurd perîşan in, ev du belayên mezin, ji nezanîya xelkê me ye. Xwenda di nav kurdan de kêm in û birê Kurdan ê bihtir hê zmanê xwe ê şîrîn nikarin bixwînin û binvîsînin.
Ji ber ko milet nikare bixwîne binivîse, kitêb, rojname, cerîde û kovarên kurdî dernakevin ko derketin jî, nikarin bijîn, dimirin,
Miletekî bê kitêb û cerîde, miketekî bê ziman û bê deng e, sîst e , qedrê wî naye girtin, heqê wî naye dayîn û ew milet dibe lehîstoka miletên din.
Miletê ko di vî wextî de naxwîne û nanivîse, ne îşê xwe û ne îşê welatê xwe dikare bizane û wan bigerîne..
Belavkirin xwendin û nivîsandina kurdî, hukumeta Kurdistanê hebuwa bi destê wê dihat qedandin. Lê her wekî îro Hukumeta Kurdistanê nîne, belavkirina xwendin û nivîsandina Kurdî wezîfeya mezinên Kurdistanê ye.
Mezinên welatê me Beg, Şêx û Axa ne. Beg, Şêx û Axa pircaran qala peya eşîr, mirîd û mirovên xwe dikin û ew dizanin ko peya, eşîr, mirîd û mirovên wan xurtî û serbilindayîya wan e.
Mezinên me xweş dizanin ko bê eşîr, bê mirîd û peya, ne beg, beg e, ne şêx, şêx e û ne jî axa, axa ye.
Heye ko bêtirê serekên me, şêx beg û axayên me heta niho ji bo qenciya peya û mrîdên xwe hin tiştên rind pêk anîne. Lê halê Kurdistanê şanî me dike ko xebata wan an bê rê an bê rêz û tertîb an kêm bû. Wisa ne buwa diviya miletê me jî wek miletên din serbest xurt û serefraz buwa.
Mezinên me dizanin ko miletê me ne kêmî tu miletan e û her car bi ya wan kiriye.
Ji ber ko îşê milet di destê wan de bû ji halê milet ew berpirsiyar in.
Ji wan yek bi yek tê pirs kirin:
-Gelo te ji bo pêşveçûna mirov û mirîdên xwe çi kiriye? Em dereng mane, lê destpêkirin nîvê neqandinê ye.
Berî her tiştî divê, serekên me axa û şêxên me ro berî rojekê hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin.
Bi tîpên kurdî, yê ko dil dike, dikare di nav du mehan de hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibe.
Ji wê û paşî divê her serek ji pênc peya divê xweş hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin û ko hîn bûn her yekî ji wan dîvê ji xwe re pênc hevalên din peyda bike û ji wan re dersê bide, bivî awayî di salekê de pênc şagirtên serekekî ji bîst û pênc mirovan re û we bîst û pênc peyan, ji sed û bîst û pênc hevalan re û ew sed û bîst û pênc mirov, ji şeş sed û bîst û pênc peyayan re dikarin dersê bidin.
Bi vî awayî di nav du salan de kurd hemî dikarin hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin. Ji gotina jorîn tête zanîn ko serekên Kurdistanê di salekê de du meh her roj divê saetekê ji bo pêşveçûna miletê xwe ji wextê xwe feda bikin.
Hin ji min re dibêjin ko axa, şêx û beg ji pêşveçûna xelkê xwe hez nakin û naxwazin ko sibe peyayekî ji peyayên wan rabe û ji axayê xwe xwendatir bibe.
Ev gotin neket û nakeve serê min.
Her wekî peyayên kurd ji mezinên xwe hez dikin, pir caran malên xwe û ko hewce bû di rêya wan de canê xwe jî dan û didin, wisan jî mezinên me ji miletên xwe hez dikin û divê hez bikin.
Heke serekên wisa hene, ez ji wan re dibêjim dilê we de janek heye, vê janê ji dilê xwe zû derêxin û bavêjin. Dengê miletê we, wek; gum - guma bayekî xurt tê û dike hawar.
Guhê hiş û dilê xwe vekin û guhdarîya vî dengî bikin.
Ji dengê miletî xurttir û rasttir tu deng nîne. Di rêya pêşveçûnê de, di xwendin, zanîn û nivîsandinê de jî bibin serek û rêberê miletê xwe.
Xulamê milet û welêt ên pêşîn
Mîr, Beg, Şêx, Axa ne.
Ezê guhdariya pêjna dengê xwe bikim

 


 

 

Niviskar