ÎSLAM Û
KEMALÎZM
Lokman
Polat
KSN/
20/5 2005- Îslam û kemalîzm zidê hev in. Kemalîzm şovenîstî ye,
nîjadperestî ye, faşîzm e. Dewleta kemalîst bi qasê ku xirabî bi
komunîstan û kurdperweran kiriye, ewqas jî xirabî bi kesên bawermend
yên îslamî kiriye. Îslamîyên ku kokkurdin ji xezeba kemalîzmê xilas
nebûne. Di dema dîktatoriya M. Kemal de û di dema ”millî şef”iya
Îsmet Înunu de li kesên bawermend yên îslamî neheqîyên gelek mezin
hatine kirin. Beton Kemal û Îsmetê qer zilm û zordarî li ser gelê
kurd, komunîst û bawermendên îslamî pêk anîne.
Digel ewqas zilm
û zordariya kemalîstan ya li ser komunîst û çepên tirk, digel ku bi
fermana M. Kemal serokê partiya komunîst (TKP) Mustafa Subhî û 15
hevalên wî ji alî kemalîstan ve hatin qetilkirin û û cendekên wan
avêtin behra reş, dîsa jî komunîstên tirk anku TKP li hemberê
kemalîzmê derneket.
Kemalîzm dijminê
Îslamê ye, divê Îslam jî dijminê kemalîzmê be. Îslamîyên bawermend
yên kurd li dijê kemalîzmê ne. Lêbelê îslamîyên tirk yên ku turk/îslam
in, û bi taybetî jî ”Kadirî” li dijê kemalîzmê nîn in. Di kanalên
TV-yên îslamî yên tirk de dijîtiya kurdan tê kirin. Kanala ”Mesaj” û
”Meltem” li hemberê kurdan weke marê jehrî vedireşin. Evana ”Kadirî”
ne û gelek şoven û nîjadperest in, Kemalîstên bi rû ne.
Di nav partî û
rêxistinên îslamî yên Tirkiyê de hinek şexsîyet û rêxistin li dijê
kemalîzmê bû, lê gelekên wan senteza turk-îslamê diparastin û niha jî
diparêzin û ew di esasê xwe de tirkçî û kemalîst in. Niha bi navê
Prof. Haydar Baş tirk-îslamekî kemalîst ê bi rû heye, bi dîtinên xwe
yên nîşadperestiya tirkîtiyê û bi dijayetiya kurdan rehme li bavê
Alpaslan Turkeşê faşîst û nîjadperest dixwîne. Kemalîst û hemû cure
tirkçîyên nîjadperest dijminê kurdan in, li dijê mirovahîyê ne. Li
dijê pêşveçûnê, şarezayî û medenîyetê ne.
Ji damezrandina
komara Tirkiyê ya kemalîst heta niha yên ku herî pir ji kemalîzmê
zirar dîtine, zilm û zor dîtine hêzên kurd, komunîst û bawermendên
îslamî ne. Yê ku herî pir li dijê kemalîzmê bana, divê ev hersê hêz
bana. Partî û rêxistinên çep, komunîst yên tirkan dijayetiya
kemalîzmê nekirin. Piraniya partî û rêxistinên îslamî jî newirabûn li
dijê kemalîzmê derkevin. Di nav hêza îslamî de kesên wekî Saîdê Nûrsî
(Kurdî) û Necîp Fazil bi mêranî li dijê kemalîzmê derketin û loma jî
wan piraniya jiyana xwe di hepis û zîndanên kemalîstan de derbas
kirin. Ji xeynê van herdu zat-ê mihterem yên bawermendên îslamî, yên
din li hemberê kemalîzmê derneketin, têkoşîneke antî-kemalîst
nemeşandin. Kesên wekî Prof. Haydar Baş’ê nîjadperest û faşîst li ser
navê îslamê kemalîstî kirin anku ew jî bun kemalîstên bi rû (sakallî
kemalîst).
Dewleta kemalîst
zilm, zordarî û wahşeteke barbarî li dijê kurdan pêk anî. Kurdên
welatparêz, demokrat û sosyalîst li dijê kemalîzmê derketin,
kemalîzmê teşîr kirin. Ew hêj jî têkoşîna li dijê kemalîzmê didomînin.
Divê hêzên îslamî
û ronakbîrên bawermend yên îslamî jî bi tundî li dijê kemalîzmê
derkevin. Li Tirkiyê gelek îmkan di destên wan de hene. Bi dehan
kanalên televizyon û radyoyên wan hene. Bi sedan şirket û holdîngên
îslamî hene. Ew îmkanên xwe li hemberê kemalîzmê bikar bînin, dê
kemalîzm teşîr û tecrît bibe û bê lanet kirin.
Di nav hêzên
îslamî yên Tirkiyê de yên ku teza ”tirk – îslam” ê diparêzin xeter
in, şoven in, nîjadperest û faşîst in. Divê bawermendên îslamî yên
rasteqîn û kurdên welatparêz li hemberê hêzên parastvanên ”tirk –îslam”ê
têbikoşin û rûyên wan yên reş û tarî derxin holê. Di vê hêlê de
wezîfeyên herî giran dikeve stuyê kurdperwerên bawermend yên îslamî.
Bi qasê ku
kemalîst li dijê doza netewa kurd in, ewqas jî hêzên ku ”tirk –
îslam”ê diparêzin jî li dijê doza netewa kurd in. Hêzên hemberên
kurdperweran pir in û xurt in. Divê hemû welatparêzên kurd jî hêzên
xwe bikin yek. Kurdên welatparêz, demokrat, sosyalîst û îslamî bi
hevre hevkarî bikin, li dijê kemalîzmê, tirk – îslamê û kolonyalîzmê
têbikoşin, dê biserbikevin.
Mirovê ku li dijê
kemalîzmê nebe, ew mirov ne bawermendeke îslamî ye û nejî demokrat û
sosyalîst e.. Heger însanek bixwaze bibe kurdperwer, bibe
bawermendeke îslamî, bibe demokrat yan sosyalîst, divê li dijê
kemalîzmê be.