|
-----------------------------------------------------------------
Îroj
Grîngtrîn Rojek e, Di Dîroka Kurdistanê:

HEWLÊR, 30/1 2005-
Dema ku mirov bala xwe dida rewşa gel başûrê Kurdistanê bi hêsanî mirov
di şahîyeke b êpîvan digihaşt. Digel ew sar û seqema hanê bi sedmetreyan
mirov ketibûn dorê ji bo ev fersenda dîrokî bikaribin bi awayekî herî
serkeftî û bicoş bikar bînin. Yê min bala min ew kal û pîrên ku li pişta
zarokên xwe an jî newîyên xwe siwar bûbûn û hatibûn hilbijartinan û
spasiya wan a ji bo Yezdanê Dilovan ku ew gihandine ev roja hanê ya
pîroz. Wekî dinê dayîkên şehîda, xuşk û jinên wan hem şahiya tolhildana
ji dijminên xwe bi dengdanê û hem jî şahiya ji hêviyên siberojê
digihaştin hevûdû û bi awayekî herî bihistiyar ji hestên xwe bi TV yên
kurdî re parê dikirin û careke dinê bi me kurdên ji azadiya xwe dûr ew
bêhna xweş didan sehkirin... A rast her ku ew kal û pîran spasî ji Xweda
re dikirin û destên xwe bi minnetdarî ber bi wî ve radikirin mirov
kelogirî dibû...
Li bajarê Kerkûkê bi êrişeke gulleya
hawanê ciwanekî kurd jiyana xwe ji dest da, lê dema ku herdû birayên wî
hatin ber kamerayan û bi mêraniyek mezin bê ku bikin hawar axifîn û
baweriya xwe ya bi serkeftina kurdistan dubare kirin mîna ku ji nuh de
bibînim bala min kesayetiya neteweyê kurd kişand ku çiqasa dikare li
rûyê xemgîniya û bûyerên dijwar bi aramî binihêre û tevbigere..
Cardin ciyê balkişandinê bû dema ku
serokên gelê kurd, birêz Nêçîrvan, Mesûd û mam Celal dengê xwe ji bo
gelê kurdistanê didan û li bi dehan kamera û rojnameger ji bo ku wêneyê
wan bikêşin dor nedidan hevûdû...
Digel hinek kêmaniyên xwe yên piçûk
hilbijartin li kurdistanê bi awayekî gelekî aram û serkeftî dawî bûn...
Em hêvî dikin ku encama hilbijartinan jî
şahiya gelê kurd bêtir bike û bibe sedema ew dilgeşiya ku hêviya me
hemuya ye....
Mucteba
Baravî
|