|
بِسْمِ اللهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِِ
الَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ وَيُقِيمُونَ الصَّلاةَ
وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ
10/4 2005- Bawerî anîna bi "
Xeybê" ji Îmanê ye. Bawermendê dînê Îslamê divê bawerî bi xeybê bîne, eger ew
kesên bi xeybê bawer nekin, ne mumunên kamil e. Xwedê Te`ala ,di sûrê beqere de
waha dibêje;
..ewên bawerî bi xeybê tînin û Nimêj xwe
rast û durist dikin û ji wî rizqê ku me daye wan didin..(Beqere ayet: 3)
الَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ وَيُقِيمُونَ الصَّلاةَ
وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ {3}
”Xeyb”
yanî tiştên ”nexwîyayî, veşartî” Xeyb,
ew tişta ku ji hêz û taqeta mirovan der e û
mirov nikare bi kar, xebat û lêkolînên zanistî xwe nagîhîne dumayîka wî. Ilmê
Xeybê tenê Xwedê
Te`ala û ew Pêxemberên ku Xwedê
Te`ala bixwaze xeybê pê
bidezanîn; dizane. Xwedê
Te`ala derbarê vê yekê de di Qur`ana Pîroz di gelekî
ayetan de, ji me
ra
ragîhandîye ku ji bilê Wî û ew Pêxemaberê ke
ew bixwaze, tu kesekî din
ilmê Xeybê nizane.
Ayetên
derbarê ji bilî Xawda yê Te`ala tu kesekî din ilmê xeybê nizane
وَلِلّهِ غَيْبُ السَّمَاوَاتِ وَالأَرْضِ وَإِلَيْهِ يُرْجَعُ الأَمْرُ كُلُّهُ
فَاعْبُدْهُ وَتَوَكَّلْ عَلَيْهِ وَمَا رَبُّكَ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
{123}
Û ilmê
xeybê yê erd û asîman bi tenê ê Xweda ye û her tişt dizivire ba Wî. Îdî hûn ji
Xweda re perstî-îbadet bikin û xwe bispêrin Wî û Xweda yê te ji kiryarên we
bêhay-xafil nîne. Sûrê hud ayet/ 123
وَعِندَهُ مَفَاتِحُ الْغَيْبِ لاَ يَعْلَمُهَا إِلاَّ هُوَ وَيَعْلَمُ مَا فِي
الْبَرِّ وَالْبَحْرِ وَمَا تَسْقُطُ مِن وَرَقَةٍ إِلاَّ يَعْلَمُهَا وَلاَ
حَبَّةٍ
فِي
ظُلُمَاتِ الأَرْضِ وَلاَ رَطْبٍ وَلاَ يَابِسٍ إِلاَّ فِي كِتَابٍ مُّبِينٍ {59}
Miftên-kilît-
xeybê li ba Wî ye û ji bilî Wî tu kesek wî (yanî xeybê) nizane. Û her tişta ku
di ber û deryayê de hene dizane. Bê zanîna Wî, pelek-belg jî nakave xwarê; Ew hebeka
bi tenê di nava tarîtîya binê erdê de jî dizane. Û çi ter û çi jî hişk henin,
hemi di kitêbeka vekrîda ye. Surê Enam ayet /59
عَالِمُ الْغَيْبِ فَلَا
يُظْهِرُ عَلَى غَيْبِهِ أَحَداً {26}
(Xwedê
Taàla) Zanayê
tiştên veşartîye (Xweda bi tenê bi xeybê zane) Veşartîyên xwe (derê zanîna xizna
xwe ya veşartî) ji kesî ra venake. Sûrê Cin ayet/26
Xwedê Te`ala ji kîja Pêxembarî
re bixwaze, xeybê pê dide zanîn
مَّا كَانَ اللّهُ لِيَذَرَ الْمُؤْمِنِينَ عَلَى
مَاأَنتُمْ عَلَيْهِ حَتَّىَ يَمِيزَ الْخَبِيثَ مِنَ الطَّيِّبِ وَمَا كَانَ
اللّهُ لِيُطْلِعَكُمْ
عَلَى الْغَيْبِ وَلَكِنَّ اللّهَ يَجْتَبِي مِن
رُّسُلِهِ مَن يَشَاءُ فَآمِنُواْ بِاللّهِ
وَرُسُلِهِ وَإِن تُؤْمِنُواْ وَتَتَّقُواْ فَلَكُمْ أَجْرٌ عَظِيمٌ {179}
Xwdê (Te`ala)
bawermendan li ser wê rê ya ku hûn li serin nahêle ku hetanî gemarîyê ji
Paqijîyê veqetîne. Xedê (Te`ala) we ji veşartî-xeyb-
yê xwe agahdar jî nake. Lê Xwedê (Teala) ji Pêxemberê xwe kîjanî bixwaze
hildibijêre. Îdî kî ji we dixwaze bawerî bi Xwedê û Pêxembarê Wî bîne,. Eger,
bawerbikin û ji guna jî dûrkevin, ji we re mikafat-xelat- tek mezin heye. Sûrê
Ali Îmran/ ayet 179
Bi vê
ayeta pîroz Xwedê Te`ala ji me re radigîhîn ku, Wî hin Pêxember ji xeyba xwe
agahdar kirîye û bi wan xeyb daye zanîn. Lê di vira da ev pirs tê bîra mirovan,
gelo Xwedê Te`ala ilmê xeybê bê sînor daye Pêxemberan û Pêxember her tiştên ku
derbasbûye û bûyerên ku wê ji vir şûnda bi qewume jî dizane, an jî tenê ew
xeyba ku Xwedê Te`ala xwestîye bi Pêxemberên xwe bidin zanin tenê dizanin..? Em
ê bersîva vê pirsê ji Qurana pîroz fêr bibin.
Qisesên
Enbîya, yanî agahdarîyên derbarî Pêxemberên ku berîya Muhemed Pêxembae (s.x.l)
hatine, yek ji wê xeyba ku Xwedê Te`ala bi Muhemed Pêxember daya zanîn û her
wusan Xwedê Te`ala ev xeyba ku bi Muhemed pêxember daya zanîn, bi hin
Pêxemberên din jî daye zanin. Xwedê Te`ala di Qurana pîrozde bi gelek ayetan
behsa vê yekê kirîye. Dema Xwedê Te`ala ji Muhemed Pêxembe re behsa Mus, Îsa,
Îbrahîm û Yûsif Pêxember ( s a w) dike, Xwedê Te`ala Muhemed Pêxember ji xeyba
xwe agahdar dikde û jê re xeybê dibêje. Aha ew xeyba ku Xwedê Te`ala bi
pêxemberan daye zanîn ev xeyb e, ne ew xeyba ku Pêxember her tiştî dizane!
Îsbata vê nivîsa min jî ev ayetin li jêrin.
ذَلِكَ مِنْ أَنبَاء الْغَيْبِ نُوحِيهِ
إِلَيكَ وَمَا كُنتَ لَدَيْهِمْ إِذْ يُلْقُون أَقْلاَمَهُمْ أَيُّهُمْ يَكْفُلُ
مَرْيَمَ وَمَا كُنتَ لَدَيْهِمْ إِذْ يَخْتَصِمُونَ {44}
Vana
agahdarîyên xeybîne ku em ji te re wehîdikin( bi rêya wehyê dişînin). Dema wana
bi qelemên xwe qur`e di avêtin ka kîjan ji wana wê berpirsîyarîya Merymê
bigirtana ser xwe tu li ba wan nebû. Û dema wan devjenî-nîqaş- jî dikirin tu li
ba wan nebû. Alî-Îmran/ ayet/ 44
تِلْكَ
مِنْ أَنبَاء الْغَيْبِ نُوحِيهَا إِلَيْكَ مَا كُنتَ تَعْلَمُهَا أَنتَ وَلاَ
قَوْمُكَ
مِن
قَبْلِ هَـذَا فَاصْبِرْ إِنَّ الْعَاقِبَةَ لِلْمُتَّقِينَ {49}
Van
tiştana agahdarîyên xeybêne ku em ji te re wehîdikin, ne te û nej î qewmê te
nikarîbûn van tiştana ji berê de bizanîbûna. Îdî tu sebir bike, ji ber ku
dûmayîk ya Muteqîna ne.( ya wan kesên ku xwe ji gunehan di parêzin) Sûrê Hûd
ayet49
Çew hûn jî
dibînin, Xwedê Teala çawa Pêxemberên xwe ji veşirtî ( xeyb) yî xwe agahdarkrî.
Tu delîlek tune ku Pêxember ji bilî wê xeyba ku Xwedê Teala bi wan dane zanîn,
zêdtir bizanibe.
Muhemed Pêxember (sxl) xeyba
mutleq nizanîbû.!
قُل لاَّ أَمْلِكُ لِنَفْسِي نَفْعاً وَلاَ ضَرّاً إِلاَّ مَا شَاء
اللّهُ وَلَوْ كُنتُ
أَعْلَمُ الْغَيْبَ لاَسْتَكْثَرْتُ مِنَ الْخَيْرِ وَمَا مَسَّنِيَ السُّوءُ إِنْ
أَنَاْ إِلاَّ نَذِيرٌ وَبَشِيرٌ لِّقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ {188}
(
Muhemed) Bêje; ” ji bilî tişta ku Xweda dixwaze; ne kar
û ne ji zirarek nikarim bikim bin milkîyeta xwe.
Eger min bi tiştên nexwîyayî ( xeyb) bizanîba, min ê pir
qencî bikira! Û tu tiştên nebaş negîhîşta min. Bi tenê ez, ji bona civaka
bawermend,hişdar ( bi ezab)û mizgîndar im. ( bi xealtê) Sure Eraf ayet 188
وَلاَ أَقُولُ لَكُمْ عِندِي خَزَآئِنُ اللّهِ
وَلاَ
أَعْلَمُ الْغَيْبَ وَلاَ أَقُولُ إِنِّي مَلَكٌ وَلاَ أَقُولُ لِلَّذِينَ
تَزْدَرِي
أَعْيُنُكُمْ لَن يُؤْتِيَهُمُ اللّهُ خَيْراً
اللّهُ أَعْلَمُ بِمَا فِي أَنفُسِهِمْ إِنِّي
إِذاً
لَّمِنَ الظَّالِمِينَ {31}
Ez ji
we re nabêjim ku defînên Xweda li ba min e û tiştên nexwîyayî ( xeyb) jî
nizanim û ez nabêjim ez melayîket im, ez ji bona wan kesên ku çavê we wan piçûk
dibîne, nabêjim; Xweda tu carî bi wan re qencîyê nake. Xweda qenctir bi ew
tişta ku di dilê wan de heye, dizane. Bi rastî dema ez (vacîyê tiştên derbasbuyî
bêjim;) wê gavê ez dibim ji wan kesên zalim. Sûrê Hûd Ayet 31
Ev herdû
Ayetên pîroz, qenc dide dîyarkirin ku, Xwedê Teala ji Muhemed Pêxember (sxl) re
dibêje; ji Umeta xwe re bêje! ku ez tiştên nexwîyayî (xeyb)ê, bi serê xwe
nizanim. Yanî Pêxember ji bilî xeyba ku Xwedê Te`ala bi wan daye zanîn, xeyba
mutleq- bê dem û bê sînor nizane.
Bi van
herdû ayetên pîroz û gelek Ayetên din jî henin, didin îsbatkirin ku ew Hedîsên
li ser navê Pêxember hatine çêkirin ku Pêxember xeyb zanîbûye, nerastin. Bi ya
min ew Hedîsên ji xeybê behsdikin, ne hedîsên pêxember in, belkî hinkan li ser
navê Pêxember çêkirine. Lewra nabe ku Hedîsên Pêxember vacîyî Quranê be, Quran
tişteke bêje; û Hedîs tişteka din bêje.
Dilbirîn:
Hezar_Gol@hotmail.com
|