Celal Telebanî, Kurd Şîî wê li hevdû bikin

ÎRAQ, 19/3 2005- Segreterê giştîyê YNK Celal Telebanî ragîhnad ku di hefta were de, wê kurd Şîî di damezirandina Hukumeta Îraqê de li hevdû bikn. Telebanî, berîya parlamana Îraqê wê di 25-26ê Adarê de kombibin, wê navê serokdewlet, serokwezîr û serokê parlamana Îraqê werin kifşkirin.

 

Bi gorî nûçeyên ku Ajansa ragîhandine, Celal Telebanî, dan û sitendinên di  navbera Kurd û Şîîyan de, di mijarên navxwyî û parvekirina wezîfên Hukumetê de gelek pêşveçûyîn çêbûye û li ser gelek mijaran jî li hevdû kirine.

Li ser navê YNK Azad Cundîyan dibêje; ew li bendêne ku wê hetanî 26ê mehê Hukumet were damezirandinê. Ne tenê li ser mijarên ku  Kurd û Kurdistnê eleqeder dike, belkî li ser mijrên ku tevaya Îraqê eleqeder dike dayîn û sitendin hatine kirin û pêşveçûyîn çêbûye.

Li se rewşa Pêşmergan, Azad waha got: Me li se rewşa Pêşmergan li hevdû kirine, wê qismekî ji Pêşmergan ji bona emn û îstiqrara Kurdistanê li Kurdistan wezîfe bigirin û qismê din jî têkeve nav ordîya Îraqê

 

 

 



 

 

Niviskar