**Menûya Kurdî**
     
 


Îbrahîm Ceferî lîsteya Hukumeta xwe pêşkêşê Celal Talebanî kir

Bexda, 27/4 2005- Do êvarê serokwezîrê Îraqê  Îbrahîm Ceferî  lîsteya wezîrên hukûmeta xwe pêşkêşî  serokkomarê Iraqê Celal Telebanî kir. Di lîsteya Ceferî  sê cîgirê wî hene û bi tevayî lîsta desteya wezîran ji 32 kesan pêk tê. Cîgirê wî yek Roj Nûrî Şawês kurd e, du Seîd Lehebi sunî ye û yê sisîyan jî Ehmed Çelebi şîî ye.

 Ji 33 wezîran 17 wezîrê şîiyan, 8 yên kurdan û 6 yên erebên sunî, 1 ji Turkman û 1 jî Filan re ye. Ji wezîrên kurdan Hişyar Zêbarî dîsa dibe wezîrê kar û barê derve, Berhem Salih dibe wezîrê pîlan û pirojan, Nesrîn Berwarî dibe wezîra şaredarîyê.  Bi sedema ku   şîîyan daxwazên  Eyad Ealwî qebûl nekirin kes ji partîya Eyad Ealwî di hikûmeta nû de cî negirtin

Her çiqas bazareka dur û dirêj di navbera kurd û şîîyan de dewamkir jî, lê wezîrên herî girîng ketin destê şîîyan. Bi tenê wezîrrata der ket destê Kurdan, lê  wezareta parastinê, wezareta maliyê, wezareta petrolê û  wezareta nêvxweyî ji erebên  şîî re ketin

Jêder: El-Cizîre

Dem:  27/4 2005  Seet: 01,00  şandine:   Serhed.Net       Vegere

 



 

 

Niviskar