Hovîtîya dewleta Tirk; " Gihîştîye `Erşê `Ela"

ŞIRNAQ;19/4 2005- Dewleta Tirk di 26ê Adara sala 1994an de du gundên girêdayê Şirnaqê bi balefir û Elîkopteran bombe kirî û paşê jî hovîtîya xwe avêtîya ser PKKê û bêyê ku lêkolînê bike, bûyer ji alî serdozgerê Dîyarbekir ê wê demê  Haki Çeliker ve  hatîye girtin. Li gorî medya Tirk 38 kes hatine Kuştin.

Parêzerê gundîyan Tahir Elçi dibêje; ji bona ku gindê  Koçağ nêzîkê bajêr bû, di bin çavdêrîya dozgerê Şirnaqê de otopsîya 13 gundîyan hetin kirin û hatin defenkirinê. Lê 25 gundîyên  Kuşkonarê bêyê otopsî were kirin, çalek kolan û hemû xistin wêderê. Ji ber ku otopsîya wan kesên mirî nehatîye kirinê, hê navê wan ji dosyayë nifûsê nehatîye rakirin û wek mirovên sax tên hesibandin.

Xwedê Teala! zulma zaliman di serê wan de tîne!! Ev ne qirkirina yekemî ne, bi sedan komkujîyê bi vî rengî hene ku hê derneketîye ronaya rojê.

 Medya tirk vê komkujîya ku bi awakî hovane ji alîyê dewlta çete ve hatîye kirin, wek bûyereka normal binav dike û dinîvîsinê; " Li Şirnaqê li tirbên tevkujîyê tên gerîn" an jî wekî îşareta pirsê "?" kî 38 kes li Şirnaqê Kuştin? dinivîsînin. Ev bi serê bê wîjadanîye û wendakirina mafê miletê kurd e ku bu hemî cure hovîtîya dewleta tirk re rû bi rû ma ne.

-Edîtor

 



 

 

Niviskar