Ma hevdîtinên Kurd û Şîîyan têkdiçe?
 

13/3 2005— Li gor agahiyên ku ajansa Reuters dide. Berpirsiyarên Şîa u Kurda herduyan jî cihê cihê ragihandin ku hevdîtinên di navbera wan yên derbarê avakirina hukumeteke nuh de têk cune. Lê belê derbarê vê yekê de bi berfirehî tiştek ranegihandin.

Berhem Salih diyar kir ku Şîa dixwazin hemû berpirsiyariyê wekheviya siyasî têxin situyê kurda. Heke ku Şîa serokwezîriyê ji sunniyan re bihêlin em jî amade ne ku serokdewletiyê ji bo wan bihêlin.

Berî niha hatibu ragihandin ku herdû hêla li hevûdû kirine û tenê pirsgirêkinî picuk mane.

Wisa diyar dibe ku dê ji nuh de sazkirina dewleta Iraqê demeke dûdirêj bigre û hîna gelek îhtimalên dinê jî dibe ku bi xwe re bîne.

.

 


 

 

 



 

 

Niviskar