|
---------------------------------------------------------------
Herdû Îdareyên Kurdistanê dibin yek
Qeleçolan,
20/2 2005- Segreterê YNK Celal Telebanî û serokwezîrê Hukumeta
Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî, ji bona avakirina Hukumeta Kurdistanê ku
herdû îdareyên Kurdistanê bikin yek li bacarê Qeleçolan hatin ba hevdû.
Li gorî melpera, Kurdistan Regional Government (KRG) heyetek
ji PDK bi serokatîya Nêçîrvan Berzanî de serdana YNK kirî û heyetên herdû alîyan
di bin serokatîye Celal Telebanî û Nêçîrvan Berzanî de li bajarê Qeleçolan
kombûne. Lê di derbarî naveroka kombûnê de zêde agahîyên berfireh ne hatîye
dayîn. |