|
HELEBÇE
„Heyber“

Em mîna kulîlkên nû vekirî
Û çîmên nû hêşin bûn,
Feqet di nav bahozên bi axû/zehîr de
Şewitîyan, bûn xwelî.
Û dîtin serî heyan binê dunê herkesî
Birînên me yên bi xof.
Feqet çavên neheqên dunê
Ku vekirî nebûn ji tofanên mezluman.
Bi xem û berketinên sexte
Xwe dorpeç kiribû dunê.
Loma carek din
Me kom kom şehid dan.
Carek din bûn hedefa zilmê,
Hedefa gazên axû belav dikin,
Hedefa bombeyên tune kirin.
Carek din dît herkesî
Ku emin gelê herî mezlûm li dunê.
Di bin pagên bi tonan
Ra dibin, serî hildidin nuha,
Heyan dawîyê berxwedidin.
Bona ku ewr axûyê belav dikin
Cîh nahêlînin em tekoşînê.
Yên dîrokê çê dikin emin,
Yên ku sube wê bixwînin,
Zalim çiqas dadikevin
Û mezlûm jî çer berxwedidin
Bibînin û xwe re ders bigirin.
Ji helbesta Mihemmed Riza Abdul-Malakanî
ya bi navê „Heyber“ hatîye girtin
Temamîya helbestê
dest min de tune. Va parcheya dawîya kartpostalekî hatibû nivisandinê. Mihemmed
Riza Abdul-Malakanî jî nas nakim. Min tirkî wergerand, orijînala wî bi kîjan
zimanîye jî nizanim
Werger: Hesen Polat
|