-----------------------------------------------------------------
Heke Kurd li
Iraqê 30% deng wergirin divê mirov
þaþ nemîne!
Uppsala, 28/1 2005- Heke mirov bala xwe bide ew êriþên
ku di van rojên dawiyê ku çend roj ji hilbijartinan re mane, bi hêsanî
mirov dikare di tirs û fikarên di nav gel û raya giþtî
de belav bûne bigihêje û bîne bîra xwe ku kesekî ruhê xwe li erdê
nedîtiye; û dê zû bi zû newêribin berê xwe bidin ser sindoqên dengdanê.
Dengdanên di binê tirsa mirinê de, bêgûman ji hêla meþrûiyeta
xwe dê bipirsgirêk bin; lê carekê biryar hatiye dayîn ku li hemû deverên
Iraqê di heman rojê de hilbijartin pêk werin.
Dema ku biryara hilbijartinan hate wergirtin jî rewþ
ji niha gelekî ne cihêtir bû.
Heke ji tevayê dengan 40% bikaribe dengê xwe bide bi ya min serkeftinek
e.
Gûman tê de tune ku herema bêtirîn ewle û dê hilbijêr bi dilekî aram
bikaribin biçin dengê xwe bidin, herêma Kurdistanê ye.
Kurd di seranserê axa Iraqê de li hemberî ereban
herçiqas hindik jî bin, di vê rewþa hanê de bi ya
min dê nêzîkî 30% deng werbigirin.
Ev yeka hanê weke encam dê xurtiyeke baþ
di parlamentoya Iraqê de bide destê kurda.
Li Herêma Kurdistanê jî ji ber bi tevayî beþdarbûna
hilbijartinan dê kurd weke neteweyekî hevgirtî derfeta xwenîshandana
gelên cîhanê bibînin û rê li ber daxwazên xwe yên siberojê yên dilê xwe
vekin...
Di derbarê Kerkûkê de jî, ez bawer nakim ku kurd hema piþtî
hilbijartinan destên xwe deynin ser bajêr û mîna ku tirk difikirin
bibêjin ''me çêkir û xelas bû'' belkî ew ji hemû kesan bêtir ji
nazdariya rewþê hayîdar in û dê di ber xwe bidin
ku bi destê hêzên serdest bajarê Kerkûkê dîsa tevlî herêma Kurdistanê
bikin...
Dîsa jî bila neye jibîrkirin ku em vê gavê li ser dewlete cîhanê ya
dahatuya wê herî nediyar û tevlîhev dipeyivin û her tisht dikare her
gavê berovacî bibe.
MUCTEBA BARAVÎ