Li Colemêrg-Hekarîyê erdhec çêbû

Colemêrg, 26/1 2005- Do êvarê seet di 18.44an de li bacarê Colemêrgê bi mezinaya 5,5 erdhec çêbû. Piþtî erdhec çêbû xelkê Colemêrgê digel ku pir sar jî bû þeva xwe li der derbaskirin û newêribûn bizivirin nava xanê. Hate ragihandin ku  hetanî niha du kes ji gundê Kaymakli ku girêdayî mezra Sutlucê mirine, 22 kes birîndar û nêzîkî 100 xanîyî ji ji erdhecê zerar dîtine.

Bi gorî agahdarîyên ku walîyê Colemêrgê Erdogan Gürbüz daye, rêya pirên gundên Colemêrgê ji ber berfê girtîye û xwe gihandina wan gundana pirr zehmet e. Nexweþxane Colemêrgê jî  ji erdhecê zerar dîtîye û pirên nexweþa di korîdorên xesteaxanê an jî ji Nexwþxanê derketine cîyek ewletir.

ji Medya Tirk wusan dîyare ku dewletê hê tu alîkarî negihandî cîyê erdhecê. Zivistan e pir sar û befir li erdê ye, zarok, pîr û nexweþ li ber sermayê ne û li benda alîkarîyê ye ka wê çi wextî xwe bigîhîne wan.

 

 

Niviskar