Sibê wê Hecî derkevin Çîyayê Erefê
 

Ji bona edakirina Ferza Hecê, bimîlyonan mirovan îsal serdana mela Xweda kir. Îroj hecîyan li Mekê nimêja sibê kirin û berê xwe dan çîyayê Erefê.

 

Meke, 18/1 2005- Îsal bimîlyonan mirov ji her alîyê cîhanê, ji  bona edakirina Ferza Hecê serdana mala Xweda kirin. Îroj hecîyan li Mekê nimêja sibê kirin û berê xwe dan çîyayê Erefê.

Wê Hecî roja Erefê piþtê nivroyî hetanî berbanga roja yekemin ya cejna qurbanê li Erefê bisekinin  û piþtê ku roj çû ava wê Hecî derbasî Muzdelîfê bibe û wê Nimêja mexreb û ya eþayê bi cemaetî bikin.

Hecî wê li Muzdelîfê piþtê ku Nimêja sibê kirn berê ku tav derkeve ji bona recimkirina þeytan wê derbasî Minayê bibin. Piþtî hecîyan li Minayê þeytan racimkirin û qurban serjêkirin wê ji Îhrama derkevin.

Piþtî Hecîyan karê xwe li Minayê qedandin wê herin Meka pîroz û Mekê tewaf bikin û bivê awayî wê Ferza Hecê edabikin û wê bibin Hecî.
     

 
     
   
     
   

 

Niviskar