Divê Ku Serokerkaniya Tirkiyê Lêborîna xwe ji gelê kurd bixwaze!

 QERS, 10/4 2005- Milliyet-Endamên Tevgera Civata Demokratîk Hatîp Dîcle, Selanîk Ozen, Aysel Kahraman û Amet Cengîz civînek şêwirandina bi gel re di Sînemaya bajêr ya Qersê de li dar xistin. 500 kes beşdarî civînê bûn. Hatîp Dîcle di axaftina xwe ya destpêkê de diyar kir:

Tu kes nikare ji gelê gelê Kurd re bibêje ’’hemwelatiyên xwedêgiravî’’, lewra li ser her bihusteke axa vî welatî xwîna kurda hatiye rijandin. Di sorahiya alê ya li ser rengê sipî xwîna kurda jî heye. Divê ku serokerkanê Tirkiyê ji Kurdan lêborîna xwe bixwaze. Deynê serokerkaniyê yê lêborînê ji gelê Kurd re heye, em dê her tim deynê wan bînin bîra wan.

Bi Newrozê re gelê Kurd bû hêzeke gelek mezin ya ji bo aştiyê û hinek ji vê yekê nerihet bûn.  Krîzeke çêkirî bi ya alê bi şahiyên Newrozê re anîn rojevê û xwestin ku tûjik di kuna aştiya ku şeş sal  heye rakin. Lê belê gelê me nehat vê lîstikê.

Ji ber ew alaya ku dixwastin ji kurdan re bikin mane xwîna Kurda bi xwe jî li ser e. Kurda di avakirina Komara Tirkiyê de gelek bedêlên giran dane. Li Entabê dan, li Rihayê dan, Mereşê dan,  li Hesenqale, Îzmîrê û Çanakkale dan.’’

Di axaftina xwe de ji bo AKP jî got:

Bangeke me ji bo we heye. Ji bîr nekin, we du sal berê bahsa demokrasiyê, guherîn û reforman dikir. We bahsa polîtikaya xwe ya nêzîkbûyîna Yekîtiya Ewrupa dikir û destikeke mezin ji gel wergirt. Lê îroj hun li hember êrişên statukoperestan bêdeng dimînin. Hun li hember kesên ku dixwazin di welêt de şer û pevçûneke nuh bidin destpêkirin bêdeng dimînin û bi serde alîkariya wan jî dikin. Ev çûyîne xerab e, em we hişyar diklin. Heke hun dev ji armancên xwe yên veguhartin û nuhkirinê berdin û rê bidin polîtîkayên van hêzên statukoperest ku dixwazin di  civatê de aloziyê derxînin, dê loqê pêşî yê ku tê xwarin hun bin.

Dîcle di axaftina xwe de xwest ku derfet bête dayîn da ku ew ciwanên li sere çiyê derxistina yasayeke nuh bikaribin ji sere çiyê dakevin û tevlî civakê bibin. Ew ji bo pêkhatina vê yekê amade ne ku her tiştî bikin.

Ji dêvila ku em ciwanan dîsa bi hevûdû bidin kuştin ka werin em wan tevlî civakê bikin.

Wergêr: Mucteba Baravî

 

 

 



 

 

Niviskar