Gelo mafê hemî Jinan ne yekin..?

Dilbirîn

Hûn Mafê kîjan Jinê diparêzin..kî mafê wan Keçên  jibona ku serê xwe digirin ji dibistanan tên avêtin, di parêze..? Ma mefhûmê mafê jinan li ba we çîye..? ew Jinên  ku serê xwe di nixêmînin û ji bona Laçika serê xwe ji kar tên avêtin, ma bi ya we ev ne mafe ku mirov xwedî lê derkeve..? Tenê hûn mafê wan  Jinên ku stîla jîyana we qebûldikin, di parêzin..? ka xweda giravî hûn mirovên nûjen û pêşdeketi bûn û we behsa demokirasî, piralî û pirkulturî dikirin, lê hûn hê tehemula yek mêter Laçika serê jinan nakin. Gelo ma ev durûtîye an paşketîbûne an jî nîjatperestî û dujminatîya Muslimanan ne...?

Îro em di dema ku herî  mafên mirovan tên binpêkirin, fikr û raman tên qeyd û bendkirin û Dîn û dîyanet têne astengkirin de dijîn. Digel vê bê Edaletî, neheqî, zulm û zoradrîyê ji, li tevaya cîhanê yên ku behsa maf, heq û huqûq dikin pirin, xasma parêzvanên mafê Jinan wekî gurê meha sibatê birçî û çavên wan li nêçîrekî be, ew jî wusa li bendêye ku di nava malbateke, an jin û mêrek de pefçûn û nexweşîyekî peyda be û ji wana re bibe mezeme ku ew karibin li ser birîn, pêjin û perçebûna wê malbatê firîkên xwe bi qelînin û bibi popîler.

Di pêvajoya pêşveçûyîna mirovatîyê, di werê teknolojî û teknîkê de û paşketina mirovatîyê di warê exlaq û edebê de, gelekî tiştên erênî û yên neyênî bi xwe re anîn. Piçûkbûna dunyayê û guhastin-tiransport-a agahdarî-înformatsîyon- yên erênî û  neyênî bandora xwe li ser tevaya cîhan, milet û malbatan kirîne.

Guherînên ku li cîhanê çêdibin, barabêtir bandora xwe li ser jinan dikin. Ferqa di navbera mêr û jina de, ew ku jin zêdetir ji guherînan re musaîde û tiştên nû qebûl dikin. Ev xisleta jinan, rê dide  hin kesan ku li ser pêjin û hisîyastên wan bilîze û wana ji bona berjewendîyên xwe yên sîyasî  û aborî bikar bînin.

Gelek Komele û Rêxistinên ku xwedî li mafên jinan derdikevin, mafê jinan diparêzin û doza wekhevîya jin û mêran dikin henin.

Gelo van Komele û Rêxistinana xwedî li mafê  kîjan cûre jinan derdikevin.. û ew mafên ku ew diparênzin çine..? di pirogiramên wan Komelan de çi heye û ji bona çareserkirina pirobleman hewuldidin an jî dixwazin pirobleman peyda bikin û hwd.. pirs pirin.

Wexta ku  mirov li pîlan û pirogiramên van Komelana dinêre,  tê de tişteka ku xizmeta civakê bike û piroblemên navbera malbatan de çareser bikin pir kêm in, heta mirov kera bêje; ku qet tunin.  Dûrişm-silogan-ên wan wekhevîya mêr û jina ne, lê ev wekhevî çiye û naveroka wê çiye ne zelal e.

Di pirogirama wekhevîya jin û mêran de, jina azad heye û jina azada ku ew behsa wê dikin, bi serê xwe piroblemeka mezine û perçekirina malbatêye. Dema mirov zewucîbe mirov bi hevdûve girêdayîye, ne mêr bi serê xwe û ni jî jin bi serê xwe azad e. Dema jinek an jî mêrek bi serê xwe çû bar, û dans û dîskoya û li gel zilam an jî jinên beyanî reqisîn, piroblemeka mezin di navbera malbtê de peyda bibe û ji  bilî perçbûnê wekî din rêyeka çareserîyê namîne.

 Wekî di xwîye ku paraztina jina azad ne avakirin civakê û çareserkirina piroblemane, belkî wêrankirina civak û malbatêye.

Van Komele û Rêxistinan mafê hemî jinan û her mafî jinan naparêzin. Bi tenê mafê wan jin û keçên ku ji Dîn, kultur, urf û edetên xwe dûrdikevin, xwe înkar dikin an jî  bixwazin mêrê xwe berdin û jîyaneka wek jîyana   Ewrûpîyan bijîn, di parêzin û rê nîşanê wan jinan didin û ew jinên ku  sitîla jîyana wan hilbijartîye, wekî ku  li Ewrûpa tê gotin jîyna moderin ku bê zewac bi hevdû re dijîn mêr bi serê xwe û jin jî bi serê xwe li kuderê sibe li wêderê jî êvar , li van jinan xwedî derdikevin.

Ma gelo nûjenî- modernîzim tenê ewe ku mirov xweşikîya cismê xwe nîşanê xelkê bide, vexwarina mey û çûyîna disko , bar û pavyona ne, an jî xwendin, zanîn, îrfan, teknîk û teknolojîye..? Gelek mirov hene behsa jîyan  moderin û pêşveçûyîna dunyayê  dikin, lê wan mirovana tu tiştek ji teknîk û zanîna vê dunyayê negirtine û mejûyê xwe pêşve nebirine, bi tenê guherînên li ser girêdan cil û berg û tevger û jîyana xwe ya malbetî kirine û di cîyê jîyana malbatî ya bi rêz û qedir de, jîyaneka bi tenê, egoîst, li kolan, bar û pavyonan girtine. û mejûyê wan mirovana mejûyê herî paşvamayîye.

Eynî Komele û Rêxistin, ew kesên ku bi Dîn, Kultur, urf, edet û malbata xwe ve girêdyî bin taluke dibînenin. Di Medya, Televîzyon, Dibistan û hemî rêyên ragîhandinan de, bi tenê sitîla jîyanekî nîşandidin û vî yekê ji bi navê demokirasêyê dikin.

Ew jinên sergirtî li himber xwe taluke dibînin û li himber jîyana jinên Musliman her cure astengîyan derdixînin.

Ma ne qaşo hûn  xwedî li mafê jinan derdiketin..? ew jinên ku bi gorî emrê Dîn û dîyaneta xwe serê xwe digirin ne jin in...? Di Dibistana de Laçika serê jinan tên qedexe kirin, nahêlin Keçên terên cuwan bixwînin û di vê cîhana nujende bibe xwedî gotin, lê kesekî vê zulmê nabîne û mafê van jinana naparêzin.

 



 

 

Niviskar