---------------------------------------------------------------

Gelo Kongra-Gel di daxuyaniya xwe de ji dil e?

 Uppsala, 11/2 2055- Konra-Gel bi daxuyaniyeke çapemeniyê da diyarkirin ku ew destik didin ew serkeftina ku gelê Kurd li başûrê Kurdistanê bi dest xistiye. Û bi wê serkeftina gelê Kurd dê polîtîkayên înkarkirinê yên li hember gelê Kurd li her Çar parçeyan heta niha hatine meşandin pûç û vala derkevin. Em bi vê serkeftina gelê Kurd gelekî kêfxweş in û îradeya gelê xwe yê başûr ya ku bi hilbijartinan re derkete holê  pîroz dikin.

Daxuyanî bi kurtî wisa ye. Dema ku mirov li naveroka daxuyaniyê dinihêre gotinên gelekî xweşik û layiqê partiyeke ku li ser navê Kurda kar dike ye. Digel her tiştî ez vê daxuyaniyê di cîh de dibînim û bawer dikim ku hindik jî be dê fêda xwe hebe. Lê ez dixwazim çend gazinên xwe jî li jêr rêz bikim:

1.) Gelo madem ku Kongra-Gel ewqasa rûmet dida îradeya gelê kurd yên başûrê Kurdistanê, û bi vê yekdengî û hevgirtina wan a di encamê de bû sedema serkeftinê kêfa xwe dianî û bi dilê wê bû, çima wek partiya PÇDK li başûrê Kurdistanê û teveka Iraqê bi tena serê xwe tevlî hilbijartinan bûn û hindik jî be bûn sedem ku dengê hinek kurda ji lîsteya ku vê gavê li ser navê kurda tê hesêb kêm bibe û qels bikeve?

Digel ku gotin wan xwe li Kerkûkê ji hilbijartinan vekişandine lê ji bo lîsteya ji bo giştiyê Iraqê ev yek wisa nekirin?

Dema ku ez vê yekê dibêjim, ne ku bila li hinda kurda pirdengî û rengînî tunebe, lê belê di vê carê de diviya hemû kurd yek bûna. Piştî ku mafên gelê Kurd bi yasaya bingehîn têne garantîkirin û tixûbên Kurdistanê zelal dibin îcar dema di nav xwe de pêşbaziyê dest pê dike û ji xwe êdî çav bi gel jî ve heye ku dê berê xwe bidin kê û kê jibîr bikin.

2.) Bi qasî ku em pê dizanin heta niha di şexsê birêz Ebdullah Ocalan de partî û rêxistinên kurda yên ku desthilatdariyê li başûrê kurdistanê di destê xwe de digrin bi ''Neteweperestiya Seretayî/ hovane (ez jî şaş mame ku kîjan navî lê bikim -Îlkel Mîlliyetçîlîk- ji ber ku hêj jî di wateya wê negihaştime" dihatin gunehkarkirin; ma gelo çi çêbû ku ji nifşkade Kurdên Başûrê Kurdistanê bûn pêşverû, ji neteweperestiya seretayî rizgar bûn û bûn şûrê ku serê înkarkerên gelê kurda li Çar parçeyan dibire? Û zimanê wan jêdike?

3.) Bi taybetî PDK bi terîqeta Neqşîbendîtiyê dihate tawanbarkirin û metirsînên di hengama avabûna dewleta Îsraîl de dihatin bîra serokatiya Kongra-Gel; ma gelo çi çêbû û çi guherî ku Kongra-Gel dest bi pesinandina Federaliya Başûrê Kurdistanê kir?

4.) Gelo dema ku Kongra-Gel dît ku way êdî YDE berê xwe rasta rast nade hêzên PKK û êrişan nabe ser wan, wan jî  xwest ku bi pesinandin û piştgiriya Kurdistaniyên Başûr -ku îroj têkiliyê wan û Emerîka xweş in- preyekê di navbera xwe û Emerîka de çêbikin û dawî li dijminantiya bi sedem çepgiriya xwe bînin? Û êdî rastiya bibînin û ji polîtîkayek li ser xiyalan û îdealan avakirî bêtir, polîtîkayên reel ên ku lingên wan digihêjin erdê bimeşînin?

5.) Yan jî gelo êdî Kongra-Gel jî dît ku ew çi navî li wan bikin bila bikin, kurdên başûrê Kurdistanê wek netewe ji zarokên heftsalî heta pîrên hestê salî, ji mislimanên wan, ta file û êzîdiyên wan hemû li hember înkarkirin û destzoriya bi salan bûne destek û bi yek zimanî bersîva zilmê didin; êdî rêya silametê ew e, ku ew jî piştgiriyê bidin serkeftina heyî?

6.) Heke Kongra-Gel di vê daxwaza xwe de ji dil e û tenê ne axaftinên xweşkirinê ne, çima ta niha meşek, daxuyiyek li hember êriş û axaftinên li dijî Başûrê Kurdistnê tên kirin li Amedê yan bajarekî Kurdî yê dinê saz nekirin? Heke bixwaze bike mîna ku bi rêxistinên xwe yên heyî dikare di roja newrozê de li Amedê ji nîv milyonê bêtir Kurda bîne hinda hevûdû, ji bo Başûrê Kurdistanê jî bi kêmanî dikare dused sêsed hezar mirov li hevûdû bicivîne.

Lê digel hemû tiştî ez hêvî dikim ku ev daxuyanî ji dil bin û di polîtîkayên siberojê de bi erênî tesîra xwe bikin û mejiyê kurd ji belawelabûnê rizgar bikin...

Mucteba Baravî


 

 

Niviskar