|
Rêveberîya
sîyasî divê
çewa be!
Swêd, 30/4 2005- Kesên berîya me jîyan e û
çûne ber Dilovanîya Xwedayê Mihrîban, em tenê wan bi
nav û berhemên wan nasdikin. Her mirovek ku berhemek nivskî an jî pirêzên
pak û paqij li pê xwe hîştibe, tim dibe mînak ji bona
nivşin din û mirov ji berhemên wî fêde dibîne. Ji boyî
berhemên mirovan fêdedar be, divê mirov li gora şertên
dema xwe û pîvanên zanistî tevbikgere.
Di her demek de şertên
tayîbet dertên pêş, lê pîvanên zanistî li ser himê xwe
her roj nûjentir dibe û hin xisûsîyet û derfetên nû dide mirovan.
Ji boyî karê mirovna berhemdar û serkeftî be, divê
mirov baş li ser sê pîvanên bingehî bifikire û
dest nîşan bike ku karê mirovan bigihê armanca xwe.
Hedef: Divê mirov berîya dest bikar bike, hedefa
ku mirov dixwaze xwe bigîhînê dest nîşan bike.
Sermîyan: Bi kêmasî divê mirov sermîyanek kifş
bike ku mirov karibe xwe bigîhîne hedefa xwe. ÊDî sermîyan çi
pere û çi jï ilim be.
Pispor: Ji boyî gihîştina
hedefa dest nîşankirî, divê mirov pisporê wî karî be,
an jî wî karê bi pisporan bide kirin ku karek berhemdar û serkeftîbe be.
Ev hersî sûnana di avakirina her tiştî
de, pîvanên bingehîn e. Bêguman ew berhemên ji nifşên
berê gîhştîye destên me, kêm zêde li gora van pîvanên
ku me li jor nivîsîn hatîya amadekirn. Ji boyî wê yekêye ku ew mirine, lê
li pey xwe nav û dengê xwe hîştine û em jî wana bi wî
navê ku wan li pêy xwe hîştine dizanin.
Di warê sîyasî, aborî û civakî de jî, rewş
bivî awayî ye. Îroj hemî miletên dunyayê, li gora şert
û mercên demê birêve biçin, mekanîzmayên zanistî
avakirina û ew mekanîzmana di bin desthiladarîya pispor û akademîsyenan de, tê
îdarekirin.
Dewr û îdareya yek mirovî nama êdî li dunyayê pere
dike. Mejû û zanîna mirovek, nikare bersîva xwestekê miletek bide. Û ew
miletê ku bi mejûyê mirovek were îdarekirin, xwe nagîhîne tu armancek. Ji ber
vê yekêye ku îro mekanîzmên zaniztî hatîye avakirin û her mekanîzmakî bi kar û
lêkolinên pispor û akademîsyenan, di xizmeta miletê xwe da ne.
Divê rêberên miletê kurd jî li gora van pîavnên
zanistî tevbigerin û berê miletê Kurd nedin berê reş.
Divê gurûbên mekanîzma dewletê avadikin û li ser pêya dihêlin werin sazkirin û
serok û rêberê miletê Kurd jî li gora netîca wan lêkolînên zanistî tevbigerin.
Wek mekanîzmên pisporên sîyasetzan, pisporên
civakzan, pisporên aborî, pisporên pîskolojî ku kar û xebatên xwe bi awakî
akademîk dikin werin avakirin û rêvebirîya desthiladar ji li gora wan lêkolînana
sîyaset bikin.
| Dem: 30/4
2005 Seet 14:
şandine: Edîtor
Vegere |
|