|
1:Teharet:
Paqijî
Dînê Îslamê paqijîye. Dînê Îslamê girîngîyek bêhed û bêhîsab dide
paqijîyê û bawermendên Musliman teşwîqê paqijîyê dike ku di civakê de
bibin nimûne û hewesîya mirovan ji cil û berg û rûçikê wan re were.
Şertê yekemîn di dînê Îslamê de paqijîye. Ew kesê dixwaze tendurustîya-
sihet- wî li cî be divê gelekî paqij be, Paqijî sivikîya ruh û xweşîya
jîyanê bi mirovan dide t`emkirin. Mirovên paqij dilrihet û bextîyarin.
Xwedayê mezin di Qurana pîroz de gelekî caran behsa rûmeta paqijîyê dike
û ji bawermendên xwe dixwaze ku paqij bin. Xweda di Qurana pîroz de waha
dibêje; ( Bê guman Xweda ji kesê tobeker û ji yê paqij hesdike.)
Her wusan dînê Îslamê ji mirovan dixwaze ku çewa mirov bi cismê xwe
paqij be, divê mirov di menewîyatê de jî paqij be. Divê dilê mirovan ji
xwîkirinê, hesudîyê, dujmunîyê, kîn û nefretê baqij be. Divê mirov xwe
ji hin nexweşîyên nefsê ku qencî û emelê mirovan betal dike biparêze.
Ji bona her Muslimanek pêwîst ku li pêy qyîdên ku dînê Îslamê ji wan
dixwze herin. Wek derketina destavê, divê her Muslimanek dema derket
destavê xwe bişo, îdî çi destava mezin û çi jî ya piçûk be. Eger ku av
tunebe mirov dikare xwe bi kaevir anjî bi tiştên negemar ( necis) paqij
bike.
2: Hukmê Avê
Av yek ji wan hîmê ku jîyan bê wê nabe, bê av tu meneyek ji jîyanê re
tune. Xwedayê Mezin di gelek Ayetên Qurana pîroz de behsa girîngîya avê
kirîye. Ji bona ku girîngîya avê bê dîyarkirin, wekî mînak em ê çend
Ayetan livira binivîsînin.
Xweda di Qurana pîroz de waha dibêje; ( Me ji asîmanan avekî
paqij daxist, ku em bi wê ( avê ) ew bajarî mirî ( yê ku
hişkbuye û tu eserê jîyanê tê de nemaye ) bidin jîyandin û em
piranîya afirander ( mexloq)ê xwe bi wê avê avdidin îdî çi mirov bin û
çi jî hewan bin ) Ev ayeta piroz dide nîşandanê ku jîyana her
tiştî bi avê ye û bê av tu tiştek nikare bijî.
Xweda di Ayetek din waha dibêje; ( -Û (Xweda) ji we re ji
asîmanan avê dadixîne ku we bi wê avê bide paqij kirin)
Çawa jîyan bê av nabe her wusan perestî û ayîn- Îbadet- jî bê av nabe.
Berîya ku mirov dest bi îbadetan bike, di pirên caran de pêwîstîya
mirovan bi av çê dibe. Wek taret û destmêj girtin, cenabet ji ser xwe
rakirin û xwe şuştina ji tiştên gemar û pîs.
Ew ava ku mirov pê destmêj digire anjî cenabetîyê ji ser xwe radike,
divê zerarê nede cismê mirovan. Ava zêde sar anjî zêde germ ya kelî
zerarê dide cismê mirovan, ne duruste ku mirov wê avê bixebitîne. Ava ku
di firqên paxir anjî di firaqên jengarî de ku li ber germa havînê maye û
buye wekî girav, ne duruste ku mirov wê avê jî bixebitîne, ji ber ku
belekî an ji êşek din dide cismê mirovan.
Ew cîyê ku av lê tunebe, anjî av hebe lê mirov ji ber hinek sedeman
nikaribe wê avê bixebitîne, wêçaxê mirov dikare di cîyê avê de bi
xwelîyî teyemum bike. Mirov dikare bi xwelîyê destmêj bigire û cenabtîyê
jî, ji ser xwe rake. di beşa destmêjê de em ê bi berfirehî li ser mesela
teymumê bisekinin.
3: Îstinca:
Xwe pak kirina ji destavê
Îstinca:
yanî xwe pak kirin anjî şuştina ji destava piçûk û ya mezin e. Di beşa
teharetê de me behsa girîngîya paqijîyê kiribû, vêca ji cismê mirovan
cîyê herî girîng ewe ku mirov dema derket destavê him pêşî û him jî
paşîya xwe bi avê bişo anjî dema av tunebe, bi kevir xwe pak bike.
Paqijî ji
Îmanê ye. Ew kesê dema xwe ji destavê pak û bêrî neke dilrihet nine, Ji
ber ku dema mirov çu destavê û xwe baş pak nekir û av bi cilên mirovan
de çû wêçaxê mirov xwe paqijt hîs nake û bi awakî pîskolojîk jî wusa
cismê xwe giran his dike. Vêca gere mirov tareta mezin hê pirtir girîng
bibîne û xwe pak û bêrî bike.
Ew tiştên ku mirov xwe pê pak dike
-
Ava paqij
-
Kevirê ku ne pîs be
-
Kaxiz anji ew tiştên mirov dikare xwe pê pak bike, lê dema tareta
mezin ji ciyê xwe belabu, divê mirov xwe bi avê bişo
Tiştên ku heram e mirov xwe bi wan pak bike
Heram e ku mirov xwe bi rîxa hişk wek sergin, kerme û tiştên wek sergîn,
bi hestî û bi tiştên têne xwarinê, pak bike
Edeba derketina destavê
Sunete dema mirov çû tuwaletê, lingê xwe yê çepê ewul bavêje û bêje;"
Bismîllahî, eûzû bî-lahî mîne-lxubusî we-lxebaîs" Yanî, Binavê Xweda, ez
xwe davêjim berbextê Xweda ji şeytanê nêr û yê mê.
Mekrûhe- nabaşe- ku mirov dema destav digire, berê xwe bide tav, hîv û
alîyê ku ba jê tê. Her wusan mekrûhe ku mirov bê ku tu uzrekî hebe; di
firaqan, di qelîştekê erdê, di nava agir û di nava silk-qum-ê de taret
bigire.
Heram e ku dema mirov li çolê derket taretê, berê xwe û pişta xwe bide
qîblê. Her wusan heram e ku mirov di rêyan, di binê darên fêkî û di sîya
daran de, tareta mezin anjî ya pçûk bigire.
El-Wudûi
Destmêjû hîkmetê destmêjê
Te zanî ku armanca dinê Îskamê paqijî ye. Îjar dema mirov çû huzûra
Xweda û mirovan Nimêj kir, divê mirov pir paqij be. Ji ber ku Xweda yê
Mezin bêtir laîqê paqijîyê ye. Paiqjîya cismê mirovan, rihetîya dilê
mirovan e.
Hîkmetê destmêjê ew e ku; mirov xwe ji bilîbûna hemî kar û xebata dunê
dûr dixe û xwe bi her awayê ji bona îbadetên Xweda yê Mezin amade dike.
Destmêj girtin sembola paqijîya hemî cism û dilê mirovan e, ji çavreşî,
hesûdî, fesadî û derewan e.
Ferzbûna destmêjê: Destmêj girtin, emrê Xweda ye û di Qurana pîroz de
Ayetên ji bona destmêj girtinê daxistî. Xweda di sûrê Maîde di Ayeta 6an
de dibêje; " Gelî bawermendan, dema we xwest rabin Nimêj
bikin, serçavên xwe û herû milên xwe bi înişkan ve bişo û serê xwe mesih
bikin û herdu lingên xwe bi gûzekan va jî"
Peşde here
|