**Menûya Kurdî**
     
 


Polîsên Tirk avêt ser pirogirama Flash TV ya zindî

 BURSA, Îro di seet 03.00 de polîsên Tirk avêtin ser pirogirama Flash TV ya bi navê;" Düşünce Kampı" Kampa Fikran- ku li bajarê Bursayê bi zindî dihate weşandin. Li gorî hatîye ragihandin, Kurdek bi navê Şahin Ayaz li ser pirsa Kurd tev li pirogirama Flash TVê dibe û li ser daxwaza Dozgerê Bursayê Polîs dixwazin Şahin Ayaz bigirin bin çavan. Lê ji bona ku di wê seetê de Şahin Ayaz nabînin, îro seet li dora 11an de, Şahin Ayaz ji Otêla Almira girtin bin çav.

Li gorî Nûçeyê Superpoligonê, ji bona ku agahî der barê pirogiramê de bigire, wê  îfdê berpirsên pirogiramê Hakan Aygün û Yılmaz Tunca jî were girtin. Wusa tê gotin ku wê Şahin Ayaz ji bona fikr û ramnên xwe yê derbarî pirsa Kurd de, were girtin.

Jêder: Superpoligon.com

Dem:  28/4 2005  Seet: 13   şandine: Serhed.Net       Vegere

 



 

 

Niviskar