Evîn

Mucteba baravî


Dema ku katên evînê esmanê sebeban qul kir dibe ku ez te nas nekim!
Evîn, bêjeyek hêsan û bi ziman sivik tê. Lê belê bi mana xwe kûr û li dil û jiyanê gellekî giran tê. Sed ji nod û nehan evî; bi awirekî, bi nerînekê, bi du lêvên bisirî, bi du neynikên ruh, dema yek vekirî yê din di wateya erê de tê girtin, bi gotineke mîna qedîfe nerm,... hwd. Dest pê dike.


Ez dixwazim evînê mîna siperma ya bi jin û mêra re heye bi nav bikim. Dema herdû tovên li du deverên cihê digihêjin hevûdû, jiyaneke nûh dest pê dike. Dibe xwîneke qusiyayî an meyandî, dibe pariyek gost û pasiyê dikeve gûnê mirov, mezin dibe, tê dinyê, dest bi peyivandinê dike û birêv diçe. Heta ku dibe xortekî çeleng an keçeke delal ev rewsa têkozî û tekamulê pês de diçe.
Her waha, dema bizrên evînê yên yek li rex keçê û yek li rex xort e, bi wan sedemên ku min li jor jimartin digihêjin hevûdû, tovên evînê zîl didin; reh û rêçikan berdidin. Pasiyê dizîvire sitlek sê Çar pelî. Dem dibore fîrqet, xwestina gihastina hevûdû, dilê di sêngê de ji bêrî kirinê pirte pirt... hwd. Hêzê didin sitla evînê û di demek kurt de darê mezin dikin.


Dar bilind dibe. Ji dêvila tovekî ne zîldayî dareke bi gulî, pel û mêwe ti xeyalan de cila li xwe dike. Dema ku katên evînê ezmanê sebeban qul kir, çavên kor vedibin, yara pas perde bi temamê hesmet, xwesikayî, xina û taqeta xwe li wira ye.


Aha wê demê tu ji rojê re bibêjî " Hey rojê! Tu çirûskek xwesikiya ku di rûyê yara min de yî!" dê roj kêfxwes bibe û bizane ku piçek rindî li bal wê jî heye. Dê wê demê evîndar bi rastî jî bizane û baweriya xwe bîne; ku bihar, gul, kulîlk, parêzên çemik di nav wan re diherikin perçeyek eksa rûyê yarê ne. Wê êdî evîndar bi çilmisandina gulê neêse. Wê, ji ber ku pel ji dara jiyanê diwesin, xemgîn nebe û hêstirên fîrqetê nerijîne. Wê li ber mirina pinpinîkên rengîn ku temenê wan gellekî hindike nekeve. Wê li bre sikestina neynika ku roj tê re dixuya nekeve, lewra ku dê roj dîtibe.
Wê dema ku bixwazin ji bo tendiristiya wî xwînê bi nesterê ji damara milê wî berdin, ewê nehêle. Lewra dê bawer kiribe ku jiyanê didê û xwîna di bedena wî de digere, evîndara wî bi xwe ye.
Wê demê evîna xwe bibîne nas nake;
Roja li esman heye
Bi çirûskek çûk çiket?
Derya bêpîvan heye
Dê peskek avê çiket?
Yara bê mirin heye
Yarek sê Çar roj çiket?
Menbea husnê heye
Zehrekek piçûk çiket?
Yara pas perde heye
Dê bi tîmsalê çiket?


Lê belê ji bona kat dayîn a dara evînê sebr û sebatek bêmînak divêt. Ger ku dildarên hev hîna di zîldayîna tovên evînê de bixwazin mêwe bixwin, ew bê îmkan e. mîna tu li ser hev ceh bidî mirîskê û ji aliyê dinê jî destê xwe bidî ber qûna mirîskê, ji bona hêka wê nekeve erdê. Naxêr hêk ji xwe nakeve wî xarisî lê belê tenê wê zilqa mirîskê têkeve destê wî.
Gîhandina dara evînê ne hêsan e. lawê bavan hesê xwe li ser kirine. Tê de fanî bûne. Ji bona simbil çê bibe xwe di bin axa fenayê de rizandine.


Ez dixwazim hinekî pasde herim û cardin ji xwe bipirsim. Çi ye evîn? Pirs kurt e, lê belê giran e.
Ji bona hinekî ku bixwazin tarîfa evînî bikin ezê jî du sî tista ji wan re bibêjim:
Evîn; du qalik, lê yek ruh e. Du mejiyên ji bona qenciya hevûdû difikirin û heta her mejiyek ji wan bi tenê qenciya xwediyê mejiyê din divê û ji bo wî dixebite. Du dilên li hemberê hevûdû, yek ji bo yê din lê dixe. Du neynikên li hember hevûdû ne û her yek tenê ya din di xwe de nîsan dide. Saqîna bilbilekî dilzar û bi aheng kilbûna gulê ye. Bêhna sewata du kezebên mustaqî hev e.
Min, ku evîn seh kiriye, ev para guhê min bû. Îcar yên evîn dîtine dê çi bêjin ezbenî?
Lûxatek evîndaran divê, lûxatek nûh ku karibin pê hestên xwe bînin ziman. Lûxat li ber tarîfa ma'na evînê dibe çirkek av.


Ji bona mana evîn, bahra Ummanê divêt
Behra Sor Behra Res, pêspirtika pêsî mêt
Çibkim bahrên min nînin, çawa bêjim mana te?
Bahra xwe ya ji mejî bona tarîfê avêt!


Bihara sala 2000 î
Uppsala /Swêd


 

 

 

 

 


 

 
Niviskar
 
 
 
 
 
 
 
  Statistik