|
Erebên Sunî ji bona serokê Parlamana Îraqê li
ser Mîşel Cibûrî li hevkirin
BEXDA,
31/3 2005- Erebên sunî ji bona serokatîya Parlamentoye Îraqê li ser
nûnertîya Mişel Cîbûrî li hevkirin. Divîyabû roja sêşema derbasbûyî
Parlamentoya Îraqê kombibûna û avakirina Hukumeta Îraqê bihata eşkerekirin, lê
ji bona ku Erebên sunî li havdû nekirin ev yek pêk nehat.
Bi gorî rojnama erebî Şerq-El-Ewset, Cibûrî,
radigîhîne ku wî xwe ji bona serokatîya Pralamana Îraqê pîşnîyar nekirîye, belkî
di civînek de ku hemî partî û terefên Sunî cî digiretin
de, ew ji bona vê wezîfa bi rumet hete pşînîyar kirine.
Li ser pirsa ku Şîî û
Kurd derbarê nûnertîya te de wê çi bêjin, Cibûrî, dema Şîîyan Îbrahîm
Ceferî ji bona serokwezîr û Kurdan Celal Telebanî ji bona serok dewletê
Îraqê pêşnîyar kirin ji Erebên sunî nepirsîn.
Mişel Cibûrî, ji eşîra Cibûrîyaye ku li der û
dorê Musilê dijîn. Cibûrî mirovek rojnamevan e û di sala 1992an de ji destê
rejma Sedam revîya çû Urdunê û paşê Urdunê ji bona hin sedemên sîyasî ew kir der
û çû Şamê.
Ji erebî werger û şîrove. Dilbirîn |